Rojnameya Heftane

Şer û qeyranên aborî

Di ruhê kapîtalizmê de Qeyran hene. Lewra Aborînasên  wek Karl Marx, Schumpeter û Kontratîev li ser “pêlên demkî” ên qeyranan sekinîne û analîzên li ser jiyana civakê li gor van pêla nirxandine. Sedemên qeyrana carna diguherin lê di heman deman de Qeyran, zirarên gelek mezin didin civaka. Her pêlek, pergalê ser û bin dike û di dawiya xwede nujenbuyînekî derdixe holê. Li gor Schumpeter ev pêvajoyek xwe xerakirin û ji nû de avakirine. Her cikas ev pêl, girêdayî bazara azad bin jî li hinek ergdingeriya qeyranên aborî ji hev cüda dibin. Li Tirkiyê qeyrana herî mezin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye ku ji derveyî qeyrana pergala navnetewî badorek mezin li ser aboriya Tirkiyê dike. Di qirnê 21’an de em dikarin bibêjin ku asta teknolojiyê bandor li ser civakê jî gelek zede kiriye merhalyekî qrîzên bazirganî û karên navnetewiye. Ev qirn wek qirnê “Endustrî 4.0” tê binavkirin. Civaka endustriyalîst jî wek “Civaka 5.0” tê binavkirin. Nîşaneyek Aboriya makro yê Dahata Netewî ya Giştî (DNG)’e. DNG ku li gorî hilberîn û zihakirina bûdçeyê te amadekerin derfetê dide ku mirov aboriyê cuda bide berhev û mezinbûn û biçukbûna aboriyê binirxine.   Di pêvajoya “Endustrî 4.0” û “Civaka 5.0”de dahata a netewî ya giştî ya 2019’an a Cîhanê nêzikî 87 Trilyon Dolarê Amerîkî (DA) ye û ji vê dahatê para herî mezin a dewlet û welatên ku di bazara azad de kar û xebatên xwe dikin e. Di nav vê pare de para herî mezin a Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê(DYA) ye, ku nirxa wê jî 21 Trilyon 350 bilyon(milyar)ê DA ye. Li gora reqemên IMF’ê,Tirkiyeyê ku di nezikbûna YE’yê de bi tesîra reforman dahata xwe heta 950 bilyon(milyar) DA derxist, piştî 2013’an heta niha ji vê dahata mezin a netewî heliya û daket 733 bilyon DA. Sedema herî mezin ji bo vê hellîna dahata Tirkiyeyê, jirêderketina hiqûq û demokrasiyê ye. Qeyrana di pergala hiqûq û demokrasîyê bi demdirêjî bandor li ser aboriyê jî dike û dahata kesan, sektoran û dahata netewî ya giştî dadixe. Pirsgirêka kurd û Kurdistanê meseleyek ku ga pir diêşîne ye.

Nîşane(indicator): Pîvanekî stastîk ku ji bo texminkirina rewşên fînans û aboriyê tê bikaranîn

Bûdçe(Budget): Texmina dahat û lêçûnê ku wextekî tekes de hatiye diyarkirin ji bo pêşerojê û di wextên perîodîk te tê çavderîkirin

Aborî (Economy): Rêveberina çavkaniyên heyî yên kêm, rewşa welatekî an jî herêmekî di derbarê hilberîn, dahat, destketiyê, zihakarî û bazirganiya mal û xizmetan. Hemû karên ji bo pêwistiyên mirovî  bi cî tînin

Fînans(Finance): Termeke ku ji bo hemû xebatên li ser pergala pere, razemenî û amurên finansî tê bikaranîn e. Hinek kes finansê bi kategorî û binkategoriyan jî binav dikin. Mînak,Finansa Girseyî.

Dahata Netewî ya Giştî (DNG)-Gross Domestic Product (GDP)): Hemû nirxên pereyî an jî bazarê ku di navbera demekî de li welatekî de ji mal û xizmeta bi dest dikeve.

Endustrî 4.0(Industry 4.0): Pêvajo ya şoreşa endustriyê ku li ser otomasyonê, hînkirbûyîn û helberîna bi saya maşineyan, înterneta tiştan (IoT), guherîna dijital tê bikaranîn

Civak 5.0 (Society 5.0): Civaka ku hemû amûrên Endustrî 4.0 bikar tîne û ji bo civakeke berxwedêr polîtîkayan diafirîne, Civakâ biaqil, civaka serwext

Pêlên Demkî (Business Cycles): Di xwezaya aboriya bazara azad ji bo ku bazar xwe ser-rast bike pêlên dem dem ku wek qeyrana xwe dide nîşandin.

Gotinek ji gotinên pêşiyên me

Hûr bajo dûr bajo ga meêşîne: Ji bo karên ku dem dirêjin û ku hişyarî dide mirova, kesan ku xwe amade bikin û amurên deste xwe bi hişmendî û zana bikar bînin.