26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê navxweyî yê AKP’ê bi îstifaya Soylû didome

Desthilata AKP’ê ku Tirkiyeyê bi polîltîkayên faşîzane bi rê ve dibe, di 12’ê nîsanê de bi qrîzeke mezin re rûbirû ma. Wezîrê Karên Hundir ê AKP’ê Suleyman Soylû ku serkêşiya polîtîkayên faşîzane dike û her roj gefê li muxalafetaTirkiyeyê dixwe, roja 12’ê nîsanê ji nişka ve ji Hikûmeta AKP’ê îstifa kir.

Bi peydabûna vîrusa koronayê re dest û leplêAKP’ê rom bûne û nikare pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê jî qrîzeke navxweyî di AKP’ê de peyda bûye. Beriya îstifakirina Soylû di encama vê qrîzê de Wezirê Ragihandinê Cahît Tûrhan jî ji aliyê Erdogan ve ji nişka ve ji peywirê hatibû girtin.

Emir diyar dikir

Hê ku 2 hefte bi ser ji peywiragirtina Cahît Tûrhan re derbas nebûbû, vê carê dengekî din ê qrîzê ji AKP’ê bilind bû. Suleyman Soylû ku bi polîtîkayên xwe yên faşîzane forsan davêt û her carê emir ji rêxistin û tevgerekê re diyar dikir, di 12’ê nîsanê de ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îstifa kir.

Soylû, îstifaya xwe li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand û bi saetan telefona xwe girt û bersiv neda tu kesî. Soylû, sedema îstafaya xwe jî weke birêvenebirina qedexeya derketina derve nîşan da û got ku hemû berpirsyariya nebirêvenebirinê digire ser xwe.

Biryar bû aşût!

Soylû, berî ku îstifa bike, di 10’ê nîsanê de ji bo 2 rojan biryara qedexeya derketina dervera gihandibû. Ji ber ku biryara qedexeyê dereng ragihand, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedhezaran mirov ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe daketin ber devêfirin û marketan. Ji ber biryara îzolosyonê Soylû bi van dîmenan gelek hat rexnekirin.

Hem partiyên muxalefetê hem jî bi awayekî veşarî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca û endamên Lijneya Zanistê ya Tirkiyeyê, bertek nîşanî ragihandina dema qedexeyê dan. Endamên Lijneya Zanistê, biryara Soylû şibandin aşûtê û gotin ku bi biryara Soylû re aşût bi ser biryarên wan ên ji bo îzolosyonê de hatiye.

Sedema îstifayê reqabet e

Her çiqas Soylû biryara xwe ya istifayê weke mafdariya van rexneyan nîşan da jî sedema îstifaya wî  ne tenê ji bo van rexneyan bû. Di nav AKP’ê de ji bilî vê biryara wî jî rexne li Soylû tên kirin. Di navbera wî û zavayê Erdogan Berat Albayrak de ku ew jî weke Soylû endamê kabîneya Erdogan e, reqabeteke mezin heye.

Ji ber vê sedemê îstifaya Soylû ji aliyê Erdogan ve ji bo veşartina ser vê qrîzê nehat qebûlkirin. Erdogan, îstifaya Soylû lê zivirand û wî careke din anî ser Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê. Îstifaya Soylû hem ji aliyê siyasetmedaran ve hem jî ji aliyê rojnamegeran ve gelek hat şîrovekirin.

Soylu destê xwe xurt kir

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, destnîşan kir ku ji ber birêvenebirina pêvajoya vîrusa koronayê ji bo xurtkirina destê Erdogan Soylû îstifa kiriye. HDP’ê jî îstifakirin û qebûlnekirina îstifaya Soylû weke fêhilkirina AKP’iyan şîrove kir.

Rojnameger û gelek derdorên cuda jî îstifaya Soylû nirxandin û diyar kirin ku îstifaya Soylû nîşaneya şerê desthilatê ye. Dîsa gelek rojnamegeran jî destnîşan kir ku Soylû bi biryara xwe ya îstifayê destê xwe yê di nav AKP’ê de xurt kiriye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê