26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şertê Îranê yê bingehîn DYA ambargoyê ji ser wê rake ye

Di demên dawî de gelek caran rayedarên Îranê diyar kirin ku ew dê tev li guftûgoyên ji bo vegera li Peymana Nukleerî bibin. Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî vê carê ji bo vegera li Peymana Nukleerî şertên xwe yên sereke rêz kirin. Reîsî diyar kir ku şertê herî bingehîn ew e ku DYA’yê ambargoya li ser Îranê rabike da ku niyeta xwe ya ji bo çareserî û vegera li peymanê aşkera bike.

Wekî tê zanîn şertên diyalogê û vegera li peymana nukleerî ji alî Îranê ve li ser 3 bingehên sereke tê meşandin. Ya yekemîn nameya Xameneyî ya ji serokê berê Hesen Rûhanî re ku tê de şertên Peymana Nukleerî destnîşan dike. Ya duyemîn jî ‘Plana xebata stratîjîk a li dijî ambargoyan’ ku ji alî parlamentoya Îranê ve hatibû erêkirin û ya sêyem jî axaftina Alî Xameneyî ya 7 sibata 2021’ê.  Diyaloga Îranê li ser bingeha van hersê xalan tê birêvebirin.

Îranê ji bo diyalog were destpêkirin dixwazin ku li gorî 5 şertên wan ên sereke werin kirin. Şertên bingehîn û sereke di nava her 5 şertên Îranê de ew e ku bê şert û merc ambargoyên ku li ser Îranê hatine ferzkirin werin rakirin da ku dest bi diyalogê bike.

Hêjayî gotinê ye ku beriya 3 salan DYA’yê xwe ji Peymana Nukleerî ya bi Îranê re vekişandibû. Welatên din ên ku di vê peymanê de cih digirin ango Fransa, Almanya, Rûsya û Çînê di dema dawî de bang li DYA û Îranê kirin ku vegerin diyaloga ji bo Peymana Nukleerî.