4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SES’a Amedê bertek nîşanî mobîng û tundiya li ser hemşîreyan da

Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak , diyar kir ku serhemşîre û dekanê Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobîng û tundiyê li hemşîreyan dikin û banga çareserkirina pirsgirêkê kir.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) ya Amedê, li ber Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê der barê mobbîng û tundiya li ser kedkarên tendirustiyê çalakiyek li dar xist. Gelek kedkarên tenduristiyê û rêveberên SES’ê tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin mobîng û bêliyaqetiyê” hat vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de dirûşmeya “Ji tundiya li kedkarên tendirustiyê re na” hat berzkirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak axivî û diyar kir ku gelek caran mobîng û tundî li hempîşeyên wan tê kirin û wiha got:“Ji roja dest bi kar kirine ve li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê dekan û serhemşîre bi hev re tundî û mobîngê li hemşîreyan dikin. Cudabûn û serxwebûna pîşeya hemşîretiya ya ji pîşeyên din paşguh dikin û di bin navê pênasekirina kar de formek bi zorê bi me dane îmzekirin û peywirên ku ne yên hemşîretiyê ne li me ferz dikin. Bi van pênasekirinên ji rastiyê dûr tê astengkirin ku em peywira xwe ya hemşîretiyê bi cih bînin û di hêla pîşeyî de xwe bi pêş bixin.”

‘Mafên me bin pê dikin’

Di berdewama axaftina xwe de Orak, bal kişand ser hemû kiryaran li dijî karkerên tendirustiyê têne kirin û ev tişt anî ziman: “Tevî ku li nexweşxaneyê teknîkerê ADS’ê yê perwerdeya asîstaniya diransaziyê dîtiye heye jî heman kar bi hemşîreyan tê kirin. Dema ku ev gilî têne kirin jî bi gotinên mîna “Hûn ne di ferqê de ne ku hûn li kuder in. Mirov ji bo ku bibin xwediyê vî karî bertîlê didin” dibêjin û keda me paşguh dikin. Her wiha dema ku ji şertên ne baş gazin tên kirin jî dibêjin, ‘heke ne li gorî dilê we be, îstifa bikin’ û mafên me bin pê dikin”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Orak, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna wan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema ku em dixwazin der barê pirsgirêkên dijîn de bi rayedarên nexweşxaneyê re têkilî deynin biçûk tên xistin û bi gefan re rû bi rû dimînin. Bi armanca ku bersiv ji van pirsgirêkên xwe re bibînin, em ê li gorî pêwistiya pîşeya xwe û ya herî girîng jî li gorî rûmeta mirovan li nexweşxaneyê dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin diyar bikin ku dixwazin ne li gorî pîşeyên cuda li gorî pîşeya xwe bixebitin. Di vê çarçoveyê de heta ku encam bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”