26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Paytexta mirovahiyê ya yekem; şikeftên Hesûnê

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Kevana Zêrîn, an jî Sêkuçikiya Zêrîn laboratuwara mirovahiyê ye. Em çiqas bi dewlemendiya dîroka xwe, xwe qure bikin, dîsa jî hindik e! Keştiya Alalû, vê carê xwe li ser Şikeftên Hesûnê datîne. Di vê xeleka derketina rêwîtiya dîrokê de, hûn xwînerên ezîz, herî kêm hûn ê derkevin rêwîtiya 14 hezar sal beriya niha. Hûn ê li pêşiyên xwe yên di şarge û şikeftan de dijîn, biqesidin. Kerem bikin, deriyê şikeftan li ser piştê ji we re vekirî ye. Heta meriv dikare bibêje, derî li ber tune ye. Loma jî kerem bikin, şerm nekin; xwe venegrin; mal, mala we ye!

Xwînerên ezîz, ev şikeftên Hesûnê, dikare jê re were gotin ku paytexta benîademiyan a yekemîn e. Ev paytexta benîademîyan a yekem, niha ji sêsed malan, ango ji sêsed şikeftan pêk tê. Di wexta xwe de, li tu dereke din a dinyayê, bajarekî ew çend qerebalix tune bû. Benîademî ji vî bajarê super mezin li hev kom bûn û nola şilê ya mêşa hingiv li hev zêde bûn û çûn ji xwe re li deverên nêzîk, li devê çeman, gund ava kirin.

Bêguman destpêkê, ev şikeftên hanê, ev çend ne wanî xweş bûn. Di nav demajoya dem û dewranên dirêj de, gihaştine vê merhela xwe ya niha. Wer tê fêmkirin, ewil çend heb şikeftên xwezayî hebûne. Pêşiyên me, ewil ew şikeftên xwezayî ji xwe re wekî mesken bijartine. Pêde pêde ji xwe re wan şikeftên xwezayî kolandine û jûr ji xwe re bi ser ve zêde kirine.

Gava meriv li şikeftên Hesûnê dinêre, ji bo bicihbûnê gelek guncaw bûye. Lewra pişta wan li hêla bakur e. Bi gelemperî, berê wan li hêla başûr e. Ev yeka hanê dihêle nav şikeftan, pirtir ji germahiya rojê, sûdê werbigirin. Her wiha li jêra şikeftan, deşta Farqînê li ber wan raxistiye. Ev jî tê wateya zêde zêde nêçîr û nêçîrandinê.

Cotkarî, sewalvanî û bajarvanî
Pispor dibêjin, jiyana li van şikeftan, merheleyek berî jiyana niştecihbûna avakirina gundan, dermalekirina ajalan, cotkarî û çandiniya dexil bûye. Dîsa tê gotin ku ewil benîademiyan genim, ceh, nîsk û nokên bejî berhevkirine. Yên ji ber xwarina wan a rojane mane, stoq kirine. Bala xwe danê, zivistanan ew genim û ceh, xerab nebûne. Ev yeka hanê, di jiyana mirovahiyê de nûvedana herî girîng bûye.

Gava benîademî wan genim, ceh, nîsk û nokên bejî berhev dikin, simil û şolikên wan jê diquraftin, ka û kelemên ji ber mayî jî davêjin ber devê şikeftên xwe. Rojek ji rojên xwedê, geşedanek xwezayî diqewime. Hingê, nexasim jî zivistanan, ajalên henûn ên wekî mih, bizin, çêlek û beraz tên wan ka û kelemên hanê yên li ser sergo dixwin. Bi vî awayî, ew ajalên hanê, bere bere dihewisin mirovan jî. Oxxxx! Çiqas tiştekî xweş! Lewra nêçîra wan êdî bi xweber tê li ber lingên wan. Nola negotî, koro ji xwedê xwest çavek, xwedê da cotek çav!

Bi kifşkirina genim ê bejî û hewisandina ajalên nêçîrê re, mirovahî ji serdemeke dijwar derbasî serdemeke zêrîn a bi xêr û ber dibin. Di vê hênê de, du tiştên din jî deqewimin. Benîademî, aqilê xwe dixebitînin, edî rojek tê, ew bi xwe zikê axa bi goşt diqelêşin û tovên dexlên xwe di axa cotkirî de diçînin. Hingê ew erda bi milyonan sal beyar mayî û têr bi vîtamîn, xêr û bera xwe di ser benîademiyan de dirijîne. Libek tov hêşîn tê, simil û şolik lêdikeve. Yek dibe pêncî. Li gor wê yekê, ka û kelem jî zêde dibe. Ev jî tê wateya zêde dermalekirina ajalan. Zêde ajal-dermalekirin jî tê wateya qatix, hirî, post û goşt.

Merheleya sêyemîn jî ew bûye ku bi çandina ceh, genim, nîsk û nokan re, pêdiviyek li ber çandiniyê natoriyê bikin derdikeve holê. Ji bo dexlêm xwe ji ajalên çolê biefidîne, ewil holikên sûkî ji xwe re çêkirine û heta dexilhilanînê, di wan holikan de, nobedarî kirine. Her çûye, holikên xwe qewîtir kirine. Bi vî awayî, rojekê ew wan holikên xwe qewîtir dikin û bi temamî ji şarge û şikeftan derdikevin, li wan avahiyên xwe yên nû bi cih dibin

Pêşketina ziman
Di jiyana mirovahiyê de, bi pêşketina van hersê tiştên jiyanî û herî girîng, wekî cotkarî, sewalvanî û bajarvaniyê re, rewşa benîademiyan a xweşguzariyê bilind dibe. Êdî benîademî birçî namînin, vîtamîna xwe bi dilê xwe distînin û şîr dikeve pêsîrên jinên bi dergûş, wan pêsîrên bi xêr û ber.
Her ku zarok bi çilekî, pêsîrên dayikên xwe, wan ên ji şîrê zerpitî dimêjin, kêfa şîrê sipî yê dayikê, li ser lêvên wan dikeve. Serê pêsîrên dayikan, nola kaniyên biharê der dibin. Dayik, guhê xwe didin ser mijandina zarokên xwe. Dengê ji mijandina zarok dihat, dengê miçemiça mijandina şîrê ji pêsîra dê bû. Mêtina wî şîrê dê, bû JIN, bû JIYÎN, bû JIYAN û dawerivî kûrahiya reh û rincên zarok. Navê xwe yê din yê MIJANDIN’ê, MÊTIN bû. Ew MÊTIN jî bû MÊ, bû MAK, bû MADIR. Ango MÊTIN, bû “mother” a îngilîziya niha. Bi vî awayî temenê benîademiyan dirêj bû, hiş û aqilê wan dewlemend bû û peyv li peyvê zêde kir. Ji yek peyvê, hezaran peyv zêde bûn. Genim bû NAN, bû DAN, bû DANE, bû DIRAN…
Ka, bû KELEM, bû QELEM…Tîr, bû DAR, bû BER, bû, PERR, bû PIRR…

Bi vî awayî ziman bi pêş ket û binyata zimanê hind-ewropî hat danîn. Gelek etîmolog hemfikir in ku zimanê destpêkê yê, malbata hind-ewropa, ji hêla wî miletê ku cara ewil, genim dît, paşê ew genim çand, paşê cara ewil ajal kedî û dermale kir û piştre jî bajarê ewil ava kir, ew kîjan milet be, aha koka zimanê malbata hind-ewropî, zimanê wî miletî ye.

Çend bajarên dîrokî
Qotê Berçem, li jêra Erxeniya navçeya Amedê ye. Ev ajarê dîrokî yê dêwasa, 8 hezar û 200 sal B.Z hatiye avakirin.

Girê Çemka (Boncuklutepe) li ber navçeya Kerboranê ya bi ser Mêrdînê ve ye. Ev niştecih û perestgeha dîrokî, 9 hezar û 500 sal B.Z hatiye avakirin.

Girê Miraza, Qerehanyepe, Newala Çolê û Xirbetilsuxan, herî kêm 9 hezar û 500 sal B.Z hatine avakirin.

Çemê Xalan, li ber çemê Sasonê ye. Niha di bin bendava Ilisuyê de maye. Ev bajarê hanê jî, 9 hezar û 700 sal B.Z hatiye avakirin.

Heskîf, şopên mirovahîyê yên B.Z deh hezar sal berê lê hatine dîtin.

Girê Kortik, 14 km dikeve başûrrojavayê Batmanê. Ev bajar jî B.Z deh hezar û 500 berê hatiye avakirin.

Her wiha bi dehan tumulus û cihên dîrokî, di bin ava bendava Ataturk, Keban, Qereqeya û herî dawî jî bendava Ilisûyê de fetisandin.

De vêca şopên li şikeftên Hesûnê hatine dîtin, yên B.Z 11-12 hezar sal berê ne.
Xwînerên ezîz. De vêca hesab li ba we ye!

Nîşe: Ev agahiyên hatine dayîn, tevdek xwe dispêrin çavkaniyên kesên di qada xwe de pispor û tevdek bi palpişt in.
Yek ji van çavkaniyan, nivîskarê pirtûka Tufek/Tiving Mîqrob û Pola, antrepolog û dîroknasê navdar Jared Mason Diamond e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê