26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîna li dûmayiyan

Herhal ew ê bi vî awayî bimeşe; her sal di vê wextê de nivîs dê li ser her sê şehîdên Parîsê be. Nivîsa min a yekemîn û her wiha nivîsa destpêka sala 2020’î li ser hevala Sakîne bû, sala dû, ya 2021’ê dîsa der barê komkujiya Parîsê de bû. Hîn pîrozbahiyên sersalê ji kêliyên jiyanê kêm nabin, bîranîna wan xwe diavêje seqem û sînga çileyê.
Çi zehmet e li ser kesên çûyîn nivîsandin. Tê gotin ku çar awayên jiyîna şînê/wendakirinê hene. Lê hewce ye li vir kevanekê vekim. Lewre di kevneşopiya tevger û têkoşînên azadiyê de, heta di yên olî de jî ji kesên şehîdketî re ‘mirî’ nayê gotin. Şîna wan jî ne weke awayê mirineke ji rêzê tê dîtin. Bîranînên wan jî bi giranî li ser jiyana wan a têkoşînê û wateya wan a ji bo têkoşînê tên çêkirin. Di bin gotinên giran û dirêj de em carinan ji bîr dikin ku ew jî mirovên ji xwîn û çerm bûn. A ku wan nejibîr dike jî taybetiyên wan ên herî mirovîn bûn. Weke kesên ji nav me, wek yekî ji me bûn.

Niha em weke kesên li dûmayî di her salvegera wendakirinê de bi şîna xwe û bi bîranîna xwe ya bi wendahiyan re rûbirû dimînin. Ev dûmayîn bi çend awayan xwe dide der. Komkujiya Parîsê ji bo min wendakirina herî bi êş a jiyana min bû. Hîn jî ji bo min wisa ye. Agahiya ber destê sibehê bi rêya telefonê ket guhê min û hemû tiştên ku ji wê kêliyê şûndetir min kirin, hîn jî yek bi yek di hişê min de zindî ne. Nebawerkirina wê kêliyê wisa xurt ez pêçandibûm ku ez bi xwe pir bawer bûm, min digot ez di nav xewnê de me û ez ê qaseke şûn de şiyar bibim. Ev hest dema ez ji mal derketim, li seyareyê siwar bûm, ber bi komelê ve çûm, bi papelûkên komelê ve derketim, bi girî hevalan hembêz kirim jî bi min re bû. Min digot hindik ma, wexta ez şiyar bibim. Lê şiyar nebûm. Ev divê awayê yekemîn ê wendakirinê ye. Mirov di nav şokê de ye. Bi tirs, bi hêrs, bi bêbawerî di lêgerînê de ye; li bendê ye ku kesek vê wendahiyê û sedema wê vebêje.

Ev lêgerîn û ev awayê şînê/wendakirinê her çiqas dem bikeve navberê jî ji holê ranabe. Ev neh sal in, tiştên ku di wê şeva kambax de qewimîne, nûçeyên li ser, raporên hatine nivîsîn, bîranînên kesan, çalakiyên hatine kirin, pêşwazîkirinên wan ên Amed, Dêrsim, Mereşê, verêkirina wan a li Parîsê bi dehan caran temaşe dikim, dişopînim. Ger yek ji awayê şînê li ser neaxaftin be, ev awayê şînê jî tenê li ser axaftin e. Her sal, her salveger, her nûçe yan jî bîranîneke ku 9’ê Çileyê dixe bîra min, hemû bûyerên wê şevê yek bi yek ji pêş çavên min derbas dike. Ya balkêş ez dixwazim wê kêliyê her tim bijîm, wê êşê her tim bijîm. Dixwazim bi kesan re li ser wê şevê, li ser hestên hatine jiyîn, li ser tiştên hatine kirin biaxivim. Dixwazim fêr bibim, ka gelo me wê şevê bi çend hezar awayan jiyane. Ev hest şîna min mezintir dike, berfirehtir dike. Bi qasî hejmara naskirî û nenaskiriyên Sara, Rojbîn û Ronahî belav dibe şîna min.

Çiqas ji çûyîna wan xemgîn bim, ji verêkirina wan jî ewqas kêfxweş im. Ew kêliya ku di nav çar dîwaran de, neçar, ka binêr di çi hal û wextê de, çiqas dilê min teng dike, bêhna min di sînga min de diçikîne, ew rûbara ji mirovan ji Parîsê heta Kurdistanê bêhna min dîsa fireh dike. Ev neh sal in, şîneke bi vî awayî dijîm. Geh darbestên li dû hev li ser kolana Parîsê ji pişt deriyê Navenda Kurdistanê hatin derxistin li pêş çavên min diherikin, geh darbestên li Amedê û Dêrsimê hatin pêşwazîkirin. Yek bîranîna bi êş, ya bi rûmet dişom; yek hiltînim, yek datînim… Bi awayê şîna lidûmayiyan ji xwe re aramiyekê ava dikim. Hêvî dikim ku ev pêşwazî êşa çûyîna wan kêm bike. Lê ev êş wek kelekela avê, her sal di seqema çileyê de ji nû ve pelqik dide.

Şîn ji me re, ji kesên lidûmayî re pêwîst e. Ji bo xwe aşkirinê, ji bo jinûve bi bîr anînê, ji bo nejibîrkirinê. Şîn ne ji bo kesên çûyî lê ji bo kesên li dûmayî ne. Şîn ji me re pêwîst e, da ku em karibin, lêgerîna xwe ya sedema çûyînên wan berdewam bikin; hêrs, êş û bêbaweriya wendakirinên xwe kedî bikin û ji bo em ji bîr nekin; me çi mirov naskirin; çi xweş, çi çeleng, çi leheng û her hebûn û dê her hebin.