26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sinetkirina jinan pergala baviksalariyê ye

Şîndar Akinci

Li gor tibê pênasekirina sinetê jêkirina çermê serê penîsê ye. Lê belê di nav pênaseyên ku min xwendine de rastî sineta jinan nehatime. Heta min weke ‘sinetkirina jinan’ bi nav nekira û lê negeriyama tu tişt peyda nedibû, lê dema min wisa bi nav kir û ez lê geriyam agahiyên li ser sinetkirina jinan peyda bûn. Yanî cîhan, tib û dîn gava behsa sinetkirinê dike behsa jin, mêr û zayendên din nake; ji ber ku tu fêdeya wê ji bo tibê yanî ji bo tenduristîyê tune ye û di tu baweriyê û kitêbên pîroz de pênase yan pesîndayîna sineta jinan cih nagire.
Lêkolînên UNICEF’ê ( Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) yên sala 2016’an dibêje: “Li ser rûyê cîhanê 200 milyon jinên sinetkirî hene. Ji van; 27 welatên Afrîkayê ne, Endonezya, başûrê Kurdistanê û Yemen jî tê de li 30 welatên din jinan sinet dikin.” Dema min bihîst li Başûr ev yek heye, yanî gelê min vê kiryarê dike gelek xemgîn bûm û matmayî mam. Belê ez methel mam, şaşwaz bûm, veciniqîm; ji ber ku min nexwest bibêjim dewê min tirş e. Başûrê Kurdistanê di sala 2011’an de bi qanûnan sinetkirina jinan qedexe kiriye, ji yên ku qedexeyê nas nekin 3 sal cezayê zindanê û nêzî 80 hezar dolar cezayê pereyan tê birîn. Her wiha kampanyayên hişmendiyê jî tên meşandin.

Ev kiryar di dînên musewî, xirîstiyanî û misilmanan de heye, hema dîsa dibêjim di tu kitêbên pîroz de behsa sinetkirina jinan nayê kirin. Kesên ku vê kiryarê dikin xwe bi dînê ve girê didin, yanî ew dibêjin di dîn de heye.
Jixwe jin her dem xistine bin mehkûmiyeta dînan û bi vî awayî terq, dolab, fêl û êşên bê dawî dane jinan; sinetkirin jî yek ji wan e.
Seqetkirina jenîtal li gor welatan an herêman diguhere. Li hin deveran çermê li ser klîtorîs tê jêkirin, li hin deveran bi temamî klîtorîs tê jêkirin, li hin deveran jî tevî klîtorîs lêvên vulvayê yê hundir û derve tê jêkirin û vajîna jî tê dirûtin, tenê ji bo avêtina îdrar û xwîna cilan tiştekî biçûk vekirî dihêlin mala wan ava!
Sinetker carna jineke bitemen, carna jî porbirekî mêr e; alavên bi kar tînin tişta tûj a li gor şert û mercên wan kîjan be ew e. Mînak; kevirê tûj, cam, jilêtên zingargirtî… Matmayî nemînin wexta li gor civakê mijar jin û namûsa jinan be rûmeta çermê laşê wê jî tune ye. Di demên niha de alavên hîn pêşketî û pratîk bi kar tînin, karmendê tendirustiyê bi lokalanestezî vê wahşetê pêk tînin
Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal 6’ê Sibatê (Roja Cîhanî ya Toleransa Sifir ji bo Sinetkirina Jinan ) banga rawestandina vê kiryarê dike.
Gelek jin ji ber vê kiryarê dema diwelidin an sinet dibin ji ber çûyîna xwîna zêde jiyana xwe ji dest dane. Wekî din êşên giran di hêkdankên wan de dibe sedema çêbûna kîstê. Di avêtina îdrar û xwîna cilan de dijwarî, derûniyekê xerabûyî dijîn. Lê bi êşên giran û bêdawî jiyana xwe berdewam dikin.

Li gor zîhniyeta vê kiryarê dike; bawerî bi jinan nabe, jin nikare bi îradeya xwe û zayendîtiya xwe kontrol bike divê bê kontrolkirin. Jixwe divê berî zewacê bi kesekî re nekeve têkîliya zayendî. Heger vajîna wê hatibe dirûtin bi zewacê re ew ji bo mêr û zayînê tê vekirin. Bi vî awayî jin li gor xwesteka mêran pêlîstokek û mekîneyek e, ji bo çêkirina zarokan e. Jina ku sinet dibe paqij e û bêhna genî/îdrarê jê nayê. Ev dişibe pirsgirêka hemû deman; Bakîretî, jinek bakîre be bi namûs e û paqij e.
Dem û dewran û cureyên kiryarên li ser jinan diguhere lê tişta ku di tu dem û dewranan de naguhere êş û bêrûmetkirina jinan e…
Divê em ji bîr nekin a ku vê wahşetê bi dawî bike dîsa jin in, dayik in. Divê dayik goştê laşê keçên xwe bi xwe jênekin, vê xerabiyê bi wan nekin. Gelek jin nikarin giliyê malbatê xwe bikin, divê em civak li ser vê mijarê serwext bin.