26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siwarên hespên heqîqetê

Kadîr Stêra

Cenga siwarên hespên heqîqetê ye. Ber bi xwebûnê ve dimeşin; rê li ber tarîtiyê digirin; deriyan li ber ronahîyê vedikin. Ew Zerdeştên hemdemî bixwe ne, li Zagrosan li heqîqetê digerin. Pepûleyên ji agir in bi çirûskên xwe dilê Manî geş dikin. Hebûna xwe di destaran de dikutin, rastîya gelê xwe li ser tevnekê dihûnin. Sebra xwe di teştên hêvîrên Îştaran de distrên. Ji çemên Şahrûd îksîrê vedixwin û bê mirin dibin.

Teyrên Tawis in, bi dengên wan desthilatdarî têk diçe. Stargehên wan çol in, newal in, şikeft in… Di buharan de guldexwîn in, di zivistanan de berfîn. Bi bêhna xwe geş dikin deşt û zozanan, xweza bi rengê wan dixemile. Moriyên kedkar in, di şiverêyan de şopa lingê wan dibe rêça li xwe gerînê. Ji xwe bawer in, ji ber vê ye tirs û xofa Nemrûd û Ehrîmanan.

Derwêş û Edûlê ne, di stranên dengbêjan de li ser wan tê lorandin. Ceng e, siwarên cilşîn li qadê, agirgehên li Laleşê bi hêza xwe xurt dikin. Kezîyên keçên Keyasker bi dilê xwe dipêçin; tî, birçî, bêxew in… Bi salan e li hember hûtên heftserî şûr in.

Mirov, gava li ser wan binivîse lênûsk têrê nakin. Na na! Ez pirole nakim. Tiştên ji dilê min tên dinivîsim. Wekî vê strana niha ez lê guhdarî dikim; strana gotinên wê yên Şêro Hindê ne: “Ji vê refê neqetiyan tev li wê firiyan.’’ Ew jî difirin wek sîmiran. Berê xwe didin zarokatiya xwe û wenda dibin.

Di şevbihêrkek zemanê berê de, li derve baran, ceyran tune. Şewqa agirê sobeyê dide arîkê odeyê; lempeya bi bizmarê dîwêr ve daliqandî vêketî, bêhna mazotê jê difûre. Qirçeqirça êzingên di sobeyê de û dayikek porspî ji zarokên gundiyan re qala wan dike û dibêje: “Min hundir rêş dikir, çawa min merşa li odeyê raxistî rakir, defterek qalind kete ber çavê min. Hetanî nîvê şevê defterên Teleban dixwendin. Pir keç û xortên vî welatî bûn rêwîyên vê rêyê lawo.” Zarokên gundiyan bi çîrokên wan mezin dibûn, hê jî bi hezkirina wan mezin dibin.

Gava li wê dayika çîrokbêj difikirim, hişê min diçe ser lehenga romanekê. Ew romana ku li dinê bi nav û deng bûye; pirtûka “DÊ” ya Maksîm Gorkî. Her hevokek wê rastiya dê û zarokan li ser çavê me dixe: “Dilê wan bi dayikan naşewite. Negirîn dayê, negirîn, bila dilê we xemgîn nebe.” Lê çi fêde dayikên wan xemgîn dikin û dilê wan diêşînin. Meytên zaroyên wan bi rêya postayê ji wan re dişînin. Gotin lal dibin. Piçek hêsir jî ji çavên dayikê nayê xwarê. Serê wê ji ber kurê wê bilind e. Kurê wê bûye siwarê heqîqetê.

Em şaş dimînin. Dibêjin: “Çawa mirov vî tiştî bi mirovan dikin.” Lê em tiştekî ji bîr dikin. Em dibêjin qey hema hinekî jî be di dilê wan de rehim heye lê çi rehim û çi hal. Ew hebûna xwe di tunebûna me de dibînin. Ji bo desthilatdariya xwe heger ji wan bê yekî ji me jî sax nahêlin lê yên bi dilê Enkîdû tevdigerin çi dikin? Bi ser halê xwe de, rêzê ji siwarên hespên heqîqetê re nagirin. Çi ferqa van kesan û desthilatdaran ji hevdu heye? Bi derba desthilatdaran em carekê tên kuştin; lê bi derba kesên bi qewmê xwe re dijminatiyê dikin re sed carî tên kuştin. Qey nizanin dawîya dawîn wê ev çîroka heqîqetê bi ser bikeve û lehengên wê govenda xwebûnê bigerînin. Heger, ew nizanin bila guhê xwe bidin dengê çiyayên asê. Bila binêrin bê lawên bavan, keçên dayikên xwe çawa govenda rûmetê digerînin.

Bila ew guhdar bikin em jî biçin wê odeya sobe lê vêketî û li wê dayika porspî guhdarî bikin: “Wê rojek were, ew siwarên hespên heqîqetê mizgînîya aştiyê, wekheviyê bidin me. Wê êdî Derwêş bi Edûla xwe şa bibe. Beko Ewan wê ji destana Mem û Zînê serê xwe bilind bike û li şabûna wan binêre. Wê xweliyê li serê bike. Wê bibêje : “Başî hebû min çima çû nebaşî kir? Min Mem û Zînê ji hevdu qut kir. Binêre, çawa Derwêş û Edûlê li qada cengê bi azadiyê şa dibin.”

Zarokên gundiyan bi çîrokên dayika porspî mezin dibin. Di zarokatiya xwe de bîra dinyayê dibin û zû mezin dibin. Berê xwe didin xwebûnê û destanan dinivîsin.