5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaset veguherî rageşiyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li seranserê Iraqê dihat payin ku piştî hilbijartinên cotmeha 2021’an aloziya heyî kêm be jî were çareserkirin. Lê tevî hemû hewldanan jî krîza siyasî ya li welat nayê çareserkirin. Ji ber nelihevkirina aliyên siyasî bi taybet jî nakokiyên di navbera aliyên Şîa de krîza heyî her ku diçe kûrttir dibe.

Li gorî daneyên fermî yên sala 2020’an ku hatine parvekirin ji %45-55 nufûsa Iraqê mislimanên şîa ne. Bi vê rêjeyê ve li seranserê Iraqê rêjeya herî mezin a mezhebî şîa ne. Lê di serdema rejîma Baasê de mîna kurdan şîa jî ji siyaset û rêveberiya welat dûr hatibûn xistin. Bi mudaxelaya di sala 2003’an de Destûra Bingehîn hat guhertin û ji bo hemû pêkhateyên li welat bikaribin li gor bawerî û nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî azad xwe îfade bikin jinûve hat amadekirin.

Li ser kaxizê Destûra Bingehîn a Iraqê yek ji destûrên herî demokratîk e. Lê siyaseta welat a ku li gor mezheban teşe girtiye rê nade ku nêrînên cûda ango di vê qadê de rê li pêşiya demokrasiyê bê vekirin. Di krîza siyasî ya li Iraqê de careke din derket holê ku ne tenê di qada siyasî de ji sektora taybet bigire heta têkiliyên civakê hemû qad di bin bandora nerînên mezhebî de tê birêvebirin. Ev jî li seranserê welat zagon ango giraniya Destûra Bingehîn bêwate û vala dike.

Li Iraqê, siyaseta ku li gor têgeha mezhebî teşe girtiye bi demê re xitimî. Bi taybetî di van salên dawî de ji ber krîza aborî, civakî û siyasî di gel de gelek nerehetiyên cidî pêşketin. Gelek caran ev veguherîn çalakiyên girseyî. Herî dawî di sala 2019’an de li başûrê welet û Bexdayê li dijî bêkarî, gendelî û krîza aborî gel bi daxwaza îstifaya hikûmeta Mustafa Kazimî daket kolanan. Ev çalakiyên ku bi rojan dewam kirin li ser biryara parlamentoyê ya hilbijartinên pêşxwest bi dawî bûn.

Dihat payîn ku piştî hilbijartinên cotmeha 2021’an kêm be jî aloziya siyasî were derbaskirin û li welat asta xweşguzarî pêş bikeve. Lê tevî nêzî 11 meh di ser hilbijartinan re derbas bûne jî li holê ne hikûmeta nû heye ne jî aramî.

Di hilbijartinên pêşxwest ên parlamentoyê de partiya Tevgera Sedir bû partiya yekem û 73 kursî bi dest xistin. Lê tevî îttifakên xwe nikaribû hikûmeta nû ava bike. Ji ber krîza heyî di 12’ê hezîranê de Muqtadir El-Sedir bang li hemû parlementerên xwe kir ku îstîfa bikin. Piştî banga Sedir bi çend rojan 73 parlamenteran îstifaya xwe pêşkeşî serokê parlamentoya Iraqê Muhammed El-Halbusî kir.

Piştî îstifaya parlementerên Tevgera Sedir, Parlemantoya Iraqê, di 23 Hezîranê de ji bo vê valahiyê dagire civîneke awarte li dar xist. Di vê civînê de li şûna 73 parlementerên Tevgera Sedir parlementerên nû hatin hilbijartin.

Piştî Tevgera Sedir xwe ji avakirina hikûmetê û parlamentoyê vekişand erka avakirina hikûmetê Çarçoveya Hemahengî ya şîa girt. Li ser hevdîtinên bi aliyên siyasî û yên li nava parlamentoyê re hatin kirin, Çarçoveya Hemahengî di 25’ê tîrmehê de ji bo avakirina hikûmetê wek namzet Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir.

Li ser aşkerakirina namzetê nû Serokê Tevgera Sedir Mûqteda El-Sedir bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan. Li ser vê di 27’ê tîrmehê de alîgirên Tevgera Sedir bi hinceta sicîla Mihemed Şiya Sûdanî ne paqij e li meydana Tahrîr a Bexdayê kom bûn û ber bi herêma kesk ve meşiyan. Çalekgeran berê xwe dan avahiya Parlementoya Iraqê û li bendên “Herêma Kesk” a ku hemû saziyên dewletê û Parlamentoya Iraqê lê ne û hêzên ewlekariyê mudaxaleyî alîgirên Tevgera Sedir kirin.

Tevî mudaxeleyê jî çalakger ketin avahiya parlamentoyê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi çalakiyê re di 10’ê tebaxê de Mûqteda El-Sedir banga Dadgeha Federal a Iraqê kir ku parlamenê hilweşîne. Meclisa Dadgehê, bi daxuyaniyeke fermî bersiv da banga Sedir û ragihand ku mafê wê nîne parlementoyê hilweşîne.

Tevî van bang û daxuyaniyan jî hin endamên Tevgera Sedir li dijî dadgehê di nava hewldanan de bûn. Li ser vê di 23’ê tebaxê de Dadgeha Lekolînê ya Kerx bi hinceta derveyî destûrê tevdigerin biryara binçavkirina endamên Tevgera Sedir Sebah Saadî û Xayb Umeyrî da. Li dijî vê biryarê alîgirên Tevgera Sedir di 25’ê tebaxê de li pêşiya avahiya Dadgeha Federal dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir di 30’e tebaxê de bi daxuyaniyekê banga şer ragihand û got ku ew ê dev ji siyasetê berde. Bi vê daxuyaniyê re alîgirên wî daketin qadan. Di pevçûnên derketin de piraniya wan piştevanên Tevgera Sedir herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Serokê Tevgerê, piştî bûyerên tundiyê bi daxuyaniyeke din lêborîn xwest û ji bo ku bûye sedema pevçûnan ji alîgirên xwe jî xwest demildest ji kolanan vekişin. Piştî vê bangê kolanên Bexdayê xalî û aram bûn.

Lê aramiya kolanan nayê wateya aramiya qada siyasî. Krîza Iraqê ya siyasî ji ber gelek sedemên ku nayên çareserkirin didome. Iraq piştî ji aliyê Amerîkayê ve hat dagirkirin, serxwextiya xwe ya dewletbûnê winda kir. Lê belê sedema krîza dawîn Muqteda Al-Sedir tê nîşandan. Helwest û kiryarên Sedir di siyaseta Iraqê de rakêşiya di navbera aliyan de mezin dike. Sedir heta niha cara nehemîn biryar da ku wî dev ji siyasetê berdaye.

Lewma jî hemû parlementerên xwe mecbûrî îstifayê kir. Ji ber îstifayên parlamenterên Tevgera Sedir, mafê avakirina hikûmetê derbasî aliyê din ên Şîa yanî hevrikên wê bûye. Lê Muqteda El Sedir ne bi xwe dikare hikûmetê ava bike ne jî dihêle li derveyî wan hikûmetek bê avakirin. Lewma jî alîgirên Sedir bi çalakiyan destek didin vê helwesta wî. Ev jî krîza heyî kûrtir dike.