26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şopa Peyvan – Peyva ‘Kavî-Kawî’

Kavî-kawî. Ev peyv jî derbasî gelek zimanan bûye. Peyva Kavî koka xwe ji Kewî-Qewî-Qehîm digire. Qewî di kurdî de tê wateya “çetîn, hêz, mezin, berxwedêr û saxlem”. Ji bo tiştên baş û zû naşikên, xirab nabin, têk naçin “gelek qawî, qahîm e” tê gotin.

Ev gotin di heman demê de ji bo kesên rêveberiya civakê dikin jî hatiye bikar anîn. Ji ber ku di nav civakan de kesên rêveber wekî kesên bi hêz, mezin û saxlem tên zanîn. Bi demê re peyva Kavî-Qewî ji bo pênaseya rêveberan hatiye bikar anîn.

Her wiha di zimanê erebî de jî ev peyv di wateya hêzê de tê bikaranîn. Qewî-hêzdar, quwe-hêz.

Di wateya rêvebirina malê de jin derdikeve pêş. Ji bo wê îro di devokên kurdî de ji jinên malê rêve dibin re Kebanî, Kevanî yan jî Kawanî tê gotin. Ev peyv jî koka xwe ji peyva Kavî-Kawî-Qewî digire. Wekî Keybanî-Keybanû ku tê wateya qralîçe.

Ji bo rêveberan jî Kawa-Qeykubat hatiye bikaranîn. Di heman demê de di wateya muxtar de mîna Keya tê bikar anîn. Kesê çewlikê (ango çiftlikê) rêve dibe di wateya Kehya de derbasî tirkî û hin zimanên din jî bûye. Îro jî di kurdî de ji bo muxtar peyva Keya tê bikaranîn. Keyqubat-Keykubat tê wateya qral.

Her wiha di efsaneyên kurdan ên wekî Newrozê de mîna Kawa derbas dibe. Di roja me de kurd ji bo kesên pêşeng Kawayê Hemdem bikar tînin. Di wateya rêveberiyê de herî zêde tirkên Selçûqî ev peyv bikar anîne û ji qralên xwe re gotine Keykubat.

Navê qralê herî mezin ê Medan Keyakser-Qeyakser bûye. Ligel kurdan gelên din jî di wateya împarator de Kayser-Qeyser mîna pênaseya xwe bikar anîne.

Di zaraveyê kurdî yê kirmanckî de îro jî ji bo jinên ciwan “keynik” û di kurmancî de jî “Keçik” tê bikar anîn. Peyva Keynik, keçik, kevanî-kavanî, Keybanû mîna Queen derbasî îngîlîzî bûye.