26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Statûya xwecih, kêmîne û mişextiyan

Li Tirkiyeyê bi zanebûn têgehên polîtîk û civakî tevlihev dikin. Ji wan têgehan yek, tevlihevkirin û alozkirîna statûya mafên gelên xwecih, kêmîne û mişextan e. Li gorî îdelojiya wan a fermî kok û raza gelan çi dibe bila bibe, li Tirkiyeyê her kes tirk e. Kes an koma ku vê îdeolojiya nijadperest nepejirîne û neparêze tê cezakirin. Li gorî mercên peymana Lozanê li Tirkiyeyê bi tenê xiristiyan kêmîne hatine pejrandin û gelên xwecih û kêmîneyên misilman bê statû hiştine, hemûyan radestî bêwijdanî û bêdadmendiya tirkan kirine. Hal bû ku îro ji derî xiristiyanan 26 gelên xwecih, kêmîne, koçer li Tirkiyeyê hene. Li Tirkiyeyê ev her sê kom (xwecih, kêmîne û mişextî) ji mafê xwe yên neteweyî, demokratîk û çandî bêpar in. Hejmara van komên bêmaf ji nîvê şêniyên Tirkiyeyê bêtir e. Li gorî prensîp û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (YE) û demokrasiyê, statûya mafê van her sê koman cuda ye. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de taybetî û cudatiyên statûyên her sê koman bi kurtî rave û destnîşan bikim.

Xwecih: Gelê xwecih ew gel e ku ji kevn ve li herêma xwe li ser axa xwe dijî; ji cihekî din nehatiye û li wir bi cih nebûye. Xwedî ax, cografya, dîrok, ziman û çanda xwe ya resen û taybetî ye. Bi latînî ji gelê xwecih re dibêjin gelê ‘otokton’. Bi tirkî jî ‘yerli halk’ tê gotin. Gelên xwecih, xwe wek kêmîne nahesibînin. Ji ber ku kalbavên wan ji kevn ve li ser axa xwe jiyane; gelên din paşê hatine welatê wan dagir kirine û li ser civata wan desthilatdariya xwe ava kirine. NY di rapora xwe ya sala 1986’an de ji bo gelên xwecih sorik û eskîmoyên Kanadayê, aborjînên Awûstralya û samên (laponên) Skandînavyayê mînak dane.

Kêmîne: Gelên kêmîne (azınlık) ew gel in ku paşê an jî di heman demê de ji cîyekî hatinê li wî welatî bi komî bi cih bûne; ziman, çand û tradîsyonên xwe diparêzin û welatiyên dewleta xwe ne. Lêbelê hejmara wan ji ya desthilatdaran kêmtir e. NY’ê ji bo kêmîneyan jî vê mînakê daye: Quebecên Kanada, skoçiyên Brîtanyayê, bask û katalanên Spanyayê, portorîkoyiyên Amerîka û flamanên Belçîkayê kêmîne ne.

Mişextî: Mişextî (koçberî) ew jî ev kom in ku ji welatê xwe ji ber sedemên neteweyî, siyasî, olî û zayendî mişextî bûne û xwe spartine dewletek û mafê peneberiyê girtine. Niha li welatên Ewropayê bi milyonan mişextî hene. Di warê mişextiyan de Almanya yekem e.

Li dewletên ku sîstemên wan li ser prensîpên dadmendî û demokrasiyê hatine avakirin, statûya mafê van her sê koman cuda ye. Statûya wan ne li gorî hejmara wan a mezin û biçûk e; li gorî dîrok û cografyaya qedîm û çanda wan e. Gelê xwecih ji aliyê nifûsê ve her çiqas kêm bin jî ji taybetmendiya xwe ya kevnare, axa kal û bavê xwe, xwedî mafê herî berfireh in; rasterast xwedî welat in. Loma têgeh û statûya kêmîneyê napejirînin. Di qanûna bingehîn de hevparê dewletê ne. Xwediyê statûya herî bilind û berfireh in. Li Swêd, Norveç û Fînlandiyayê sam gelê xwecih in. Li her sê welatan jî xwedî parlamentoyeke serbixwe ne. Hejmara saman li bakurê Fînlandiyayê 5 hezar, li bakurê Swêdê 20 hezar û li bakurê Norveçê jî 60 hezar e. Wek me welatê wan li cemsara bakur di nav çar dewletên Skandînavyayê de hatiye parvekirin. Lê ew xwedî maf in. Li welatê wan alaya wan li ba dibe. Xwedî butçeyeke serbixwe ne. Perwerde bi zimanê wan e. Parlamentoyeke wan a bilind jî heye ku endamên wan ji parlamentoya Fînlandiya, Swêd û Norveçê pêk tê û ev organa wan siyasî ya herî bilind e.

Dîsa li Swêdê fînî, yidîş û roman jî kêmîne hatine pejrandin. Ev hersê komên kêmîne her yek bi hejmara xwe ji samanan pirtir in, lê statûyan wan a siyasî û çandî ji ya samanan kêmtir e. Hejmara fîniyan li derdora 300.000, yidîşiyan 4 hezar û romaniyan jî hezar û 500 e. Ev komên biyanî paşê hatine li Swêdê bi cih bûne. Loma xwedî statûya kêmîne ne. Lê swêdî û samî bi tenê xwedî û hevparê dewleta Swêdê ne. Ev her sê komên kêmîne ziman, çand û edetên xwe diparêzin. Dewleta Swêdê zimanê wan di statûya kêmîne de fermî qebûl kiriye. Welatiyên Swêdê ne û li dibistanan bi zimanê xwe perwerde dibin. Komên kêmîne nikarin derbasî statûya xwecihan bibin.

Syatûya sêyem a mişextiyên li Swêdê ye. Nêzîkî 100 xelkên cuda li Swêdê dijîn. kurd jî di nav wan 100 komên gelan de yek in. Îro hejmara kurdên li Swêdê ji 100 hezarî zêdetir e. Kurd bi hejmara xwe 4-5 caran ji samên xwecih mezintir in, lê kurd ne xwecih û ne jî kêmîne tên hesibandin. Ew wekî van sed gelên bîyanî yên din mişextî ne. Wek van sed komên din kurd xwedî mafê mişextiyê ne. Komên mişextî bi tenê zarokên wan dikarin li dibistanên swêdî di hefteyê de çend ders fêrî zimanê xwe bibin, çanda xwe biparêzin. Ji vê re dibêjin perwerdeya zimanê zikmakî; ji bo ku ziman, çand û edetên xwe ji bîr nekin. Mafên wan ên ku di dam û dezgehên neteweyî de tercûman bi kar bînin, hene. Dikarin komele û federasyonên xwe ava bikin. Lê belê komên mişextî nikarin statûya kêmîne û wecihtiyê bigirin. Ev rê li pêş wan hatiye girtin.

Li Tirkiyeyê dema behsa mafê gelan tê kirin, bi zanîn an nezanî hemûyan di xaneyekê de kom dikin. Çerkez, gurcî, pomak, çeçen, laz, ermen, ereb, suryan, pontûs li dûv hev rêz dikin. Heke mirov van kom û civatên gelên cuda yên ku li Tirkiyêyê hene, li gorî van statûyên navneteweyî dabeş bike, kurd, ermen, pontûs, suryan gelên xwecih in. Kurd hem ji aliyê dîrokî, cografî û hem jî ji aliyê nifûsê ve grûba xwecihiya herî kevnare û mezin e. Çerkez, pomak, gurcî, çeçen, laz kêmîne ne; ereb û afganên ku niha hatine Tirkiyeyê jî mişextî ne.