Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Îxwan El-Muslimînê yên li Tirkiyeyê rexne kir.
Şukrî destnîşan kir ku welatê wî tu sedeman ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya ku li Lîbya, Sûriye û Iraqê ye, nabîne. Samih Şukrî di axaftina xwe de diyar kir ku welatê wî li hemberî siyaseta dewleta tirk ên di 10 salên dawîn de bi fikar e û ev tişt anî ziman: “Misir tu sedemên hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.”
Şukrî her wiha destwerdana dewleta tirk li karên hundirîn ên Misirê û piştevaniya koma Îxwan El-Muslimîn rexne kir.
Hewceyî gotinêye ku Îxwan El-Muslimîn li Misirê û hinek welatên Ereban wek komeke terorîst tê dîtin.