26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tacîz û tecawizkar serbest in

Li Kurdistanê di salên dawî de çawişên pispor zêdetir bi bûyerên kuştin, tacîz, tecawizê têne nasîn. Herî dawî çawişekî pispor li Wanê dest dirêjî 2 xwendekarên keç kirin. Piştî bûyer aşkera bû, çawîş hat girtin. Li gor daneyên sala 2020’î yên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), 94 jin bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane û 49 zarok jî bi êrîşa cinsî re rû bi rû mane. Ev yek, bi taybetî li bajarên Kurdistanê ji aliyê polîs, leşker û çawîşên pispor ve pêş ket. Dema mirov li wêneyên bûyerên kuştin, tacîz û tecawizan dinêre, aşkera dibîne ku polîs, çawişên pispor bi kuştin, tacîz û tecawizê derdikevin pêş. Dîsa bi destê polîs û çawişên pispor fûhûş tê kirin û tora tiryakê tê pêşxistin. Lê tişta herî balkêş, piraniya çawişên pispor ên sûc dikin nayên darizandin û nayên cezakirin. Ev rastî û wêneyên çawişên pispor; di çend bûyerên salên dawî de li Kurdistanê pêk hatin bêtir şênber û piştrast dibe. Gelek çawişên pispor ên sûc kirine niha li kolanan serbest digerin.

Dadgeh tacîz û tecawizkaran serbesd berdide

Herî dawî di 2’ê mijdarê de Melayê Medreseya Molla Burhanettin a navçeya Tîllo ya Sêrtê D.M. (47), ku 2 salan tecawîzî zarokekê kir, piştî danişînê serbest hat berdan. Danişîna doza mela D.M. li Dadgeha Cezayên Giran a 3’yemîn a Sêrtê hat dîtin. Bersûc D. M. û parêzerê zarokê tev li danişînê bû. D. M. parastina xwe kir û sucên li ser xwe red kir. Piştî parastinê heyeta dadgehê der barê bersûc D. M. de biryara berdanê da. Ev nîşan dide ku bersûcên tacîz û tecawizê nayên cezakirin. Çend bûyerên dawî wiha ne:

*Di  7’ê tîrmeha 2020’î de Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kir. Îpek Erê jî ji ber ku çawîş nehat cezakirin, di 7’ê tîrmeha 2020’î de xwe kuşt. Kujer Musa Orhan li ser bertekên civakê hat girtin. Lê 7 roj şûnde dîsa hat berdan û niha serbest tê darizandin. Kesên Orhan wekî sucdar dibînin jî doz li wan tê vekirin.

Di 15’ê tîrmeha 2020’î de li Şirnexê Çawîşê Pispor Aslan A. dest dirêjî zaroka 13 salî kir. Aslan, hat girtin. Lê di danişîan duyem de hat berdan. Aslan A. niha serbest tê darizandin.

Di 12’ê kanûna 2020’î de li navçeya Kercewsê ya Êlihê 27 kesên ku leşker, polîs û cerdevan di nav de tecawizî zarokeke 15 salî kirin. Dozgeriyê, walîtiyê û midûriyeta polîsan xwestibûn ser bûyerê binixumînin.

Di 31’ê tîrmeha 2020’î de li Wanê zarokekê li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfade dabû ku çawîşê pispor Tûfan A. ê li Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Xarpêtê dimîne, tecawizî wê kiriye.

Di 2’ê tîrmeha 2013’an de Nûrcan Fîdan a 20 salî li gundê Xanika ya navçeya Midyada Mêrdînê piştî cerdevan Abdulkerîm Î. tecawizî wê kir, li malê xwe kuşt.

Di 12’ê tîrmeha 2021’ê de, li Taxa Ataturkê ya navçeya Samandagê ya Hatayê Çawişê Pispor Dûrak Erdal Orûç jina bi navê Derya Aldiç kuşt û piştre xwe kuşt.

Di 25’ê cotmeha 2021’ê de li Wanê Çawişê Pispor Talîp K. 2 xwendekarên lîseyê tecawiz kir û hat girtin. Çawişê pispor Talîp K. ê li Wanê wezîfeyê dike 2 xwendekarên lîseyê ku wan li wesayîta xwe siwar kir, tecawiz kir.

Di 18’ê tîrmeha 2021’ê de li Yozgatê Çawişê pispor Haci Y. hevjîna xwe Aysel Yaşar bi sîlehê kuşt.

Di 2’yê gulana 2021’ê de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê çawîşê pispor Ferhat K. ewil gef li dayika bi navê R.O. xwar û piştre lê xist.

Di 1’ê sibata 2021’ê de li Çewligê Merve A. ku hat angaştkirin piştî ji aliyê çawişê pispor ve hatiye revandin întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Di 9’ê sibata 2021’ê de ji ber kuştina Memhet Ûytûn ê 16 mehî ku li Cizîrê fîşeka gazê li serê wî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû, der barê çawişê pispor H. A. de piştî 11 salan doz hat vekirin. Derket holê ku kapsula gazê ya delîla herî girîng a dozê hatiye îmhakirin.

Di 5’ê çileya 2021’ê de der barê çawişê pispor Aslan A. ku di 14’ê tîrmeha 2020’î de li navenda Şirnexê li hemberî zarokeke 13 salî êrîşa zayendî pêk anîbû de dozname hat amadekirin.

Di 18’ê tîrmeha 2018’an de li bajaroka Xirwatê ya Gever a Colemêrgê, Surmî Înce (55) gava xwarin ji zarokên xwe yên ku giya didirûtin re dibir ji aliyê çawîşê pispor Alî Dalgiran ve hatibû kuştin.

Li navçeya Hezo ya Êlihê Zeynep Sevîm ji aliyê çawîşê pispor ve hat qetilkirin.

Ayşe Çeçen a 17 salî li navçeya Qoser a Mêrdînê ji ber destdirêjiya çawîşê pispor E.T. ya di 2013’an de ji aliyê malbatê ve hat qetilkirin.

Li navçeya Kercewsê ya Êlihê cerdevan Mehmet Alî K. dest dirêjî zaroka 7 salî kiribû. Danişîna biryardayînê çend roj berê hatibû lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 23’ê sal ceza li Mehmet Alî K. birîbû.