26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîbanê tenê ji bo mêran dibistan vekirin

Talîbanê beriya niha ji bo xebatkarên jin gotibû niha li malên xwe bimînin û tenê rê dabû jinên ku li nexweşxaneyan dixebitin. Niha jî ji bo perwerdeya jinan a di dibistanan de qayîdeyên nû bi cih dikin

Beriya demekê Talîbanê gotibû ku ji bo jin jî xwendina xwe ya zanîngehê bidomînin ew ê rê li pêşiya xwendevanên jin vekin. Lê bi şertê ku ew û mêr ji hev cuda bin. Niha jî dibistanên hatine vekirin tenê ji bo xwendekar û mamosteyên mêr in.

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demî ya Afganistanê diyar kir ku hemû mamosteyên mêr û xwendekarên mêr ji pola 6’an heta 12’an divê biçin dibistanê. Wezaretê di daxuyaniyê de qala xwendekarên jin nekir. Vê yekê di nava gelê Afganistanê de metirsî zêde kir. Mijara ku Talîbanê dê zext û zordariyê li dijî jinan zêde bike dîsa kete rojeva welat.

Talîbanê beriya niha ji bo xebatkarên jin gotibû niha li malên xwe bimînin û tenê rê dabû jinên ku li nexweşxaneyan dixebitin.

Hikûmeta Talîbanê Wezareta Kar û Barên Jinê jî ji holê rakir û li şûna wê wezareta şerîetê ya bi navê (El Emir bil maruf wenehî en el munker) vekir.

Ji aliyekî din ve li gelek deveran jinên afganî û bi taybetî yên xebatkar ji bo vegerin ser karê xwe, çalakiyan li dar dixin.

Her çendî ku tevgera Talîbanê sozan dide raya giştî ya navnetewî jî metirsiya gelê Afganistanê, şik û gumanên wan ên ku dê ev tevger wekî salên berê zordariyê bike zêde dibin.  Wiha xuyaye ku Talîban dê dîsa wekî berê desthilatiya xwe ya zordarî û çewsandinê berdewam bike. Piraniya gelê Afganistanê jî vê yekê baş dizane.