6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd bingeha şerê qirêj e

Li Tirkiyeyê ji ber tecrîd didome, edalet cihê xwe nabîne. Têkildarî mijarê Hevseroka OHD’ê Prz. Şukran Ozturk anî ziman ku hemû geşedan bi tecrîdê ve girêdayî ne û pergal dixwaze bi tecrîdê van sepanan mayinde bike

Sala nû ya edlî dest pê kir. Gelek baro û hiqûqzanan têkildarî rewşa edalet û hiqûqa Tirkiyeyê de daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di sala nû ya edlî de dîsa Tirkiye bi tecrîd, îşkence, kuştin, girtin û binpêkirina mafên mirovan ket sala nû ya edlî. Têkildarî tecrîd, hiqûq, mafên mirovan, zextên li ser kurdan û rewşa dadî ya Tirkiyeyê Hevseroka OHD’ê ya Îzmirê Prz. Şukran Ozturk nirxandinên girîng kir.

Prz Şukran Ozturk, têkiliya zext, tundî û binpêkirina mafan a bi tecrîdê re nirxand û wiha got. “Tecrîda ku li ser Rêzdar Abdullah Ocalan tê sepandin, di rêziknameya hiqûqa neteweyî û navneteweyî de tune ye. Ev tecrîd bingeha polîtîkayên şer a li Kurdistanê ye. Îktîdara siyasî bi tecrîdê polîtîkaya şer li Kurdistanê pêş dixe. Îktîdara siyasî, vê carê ji bo xwe û hevkarên xwe vê polîtîkaya dewletê ya ku bi salan e li ser maf û azadiya gelê kurd polîtîkaya  dewletê ya înkarê dimeşîne. Êdî tu pîvan û rêgezan nas nakin û hiqûqê li gorî berjewendiyên xwe pêş dixin.”

Prz. Ozturk, anî ziman polîtîkaya tunekirinê û bişaftina li ser kurdan, bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixin meriyetê û wiha axivî: “Bi tecrîdê sivîlên li dervê sinor qetil dikin, îşkenceyê li mirovan dikin û wan binçav dikin. Xwezayê talan dikin. Li dijî zagon û rêziknameyan tev digerin. Ev hemû girêdayî hev in. Yek ji ya din ne serbixwe ye. Îktîdara siyasî ji bo polîtîkayên xwe têxe meriyetê, hiqûqê wekî amûr bikar tîne. Tecrîdkirina Rêzdar Abdullah Ocalan  û êrîşên bi rêk û pêk ên li dijî gelê kurd bi hevre girêdayî ne. Ji bo Rêzdar Ocalan fikr û pêşniyarên xwe yên li djî kaosê û ji bo aştî û çareseriyê bi gelê kurd û Rojhilata Navîn re parve neke, tecrîdê pêş dixin. Ev kiryar encamên polîtîkayên taybet in. Ji ber vê yekê rêgezên hiqûqê binpê dikin. Hiqûqê wekî amûr bikar tînin. Dozger û dadger li dijî van sepandinan bêdeng in. Ev nîşan dide ku li vir pergala darazê ya serbixwe nemaye. Îktîdara siyasî ji bo bigêje armanca xwe serî li hemû cûreyên binpêkirinan dide.”

Dixwazin pergala tecrîdê mayinde bikin

Prz. Şûkran Ozturk, li ser qedexeya çalakî, daxuyanî û konseran jî rawestiya û wiha got: “Em wekî Komeleya Hiqûqzanan a ji bo Azadiyê her dem diyar dikin ku; îktîdar armanc dike ku tecrîdkirina Rêzdar Ocalan bike wekî pergalek mayinde. Li her girtîgehekê bi awayekî cuda ev pergal xistin meriyetê. Piştre li her derê belav kirin. Di sala 2020’an de newekheviya înfazê derbasî nivîsê kirin. Piştre bi  pêvajoya şewba koronayê gelek mafên girtiyan binpê kirin. Ev yek li ser hemû civakê ferz kirin.  Ewil tecrîd li ser mirovên ku azadiya wan a fîzîkî bi sînor kiribûn xistin meriyetê. Niha vê tecrîdê li ser civakê pêş dixin. Li dijî rexne û hevdîtinek muxalif tu tehamula wan nemaye. Mafê civakê yê civîn, daxuyanî, meş û çalakiyên şermezarkirinê asteng dikin û dixwazin civakê bê vîn bihêlin. Bi vê yekê ne tenê mafê civaka muxalif binpê dikin. Dixwazin bi van sepandinan mudaxaleyî hemû qadên azadiyê û jiyana mirovan a rojane bikin.”

Dixwazin erdnîgariyê bêmirov bihêlin

Prz. Ozturk, tecrîda li ser gund, navçe, zozan û çoltaran jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Bi van qedexeyan dixwazin erdnîgariyê bê mirov bihêlin. Ji bo proje û polîtikayên xwe yên li ser axa Kurdistanê têxin meriyetê, dixwazin mirovên li gorî fikr û ramanê xwe li ser vê axê bi cih bikin û demografiya herêmê biguherînin. Welatiyên ku jiyana wan tenê li gund û mêrgan de tên sînorkirin, ji ber qeyrana aborî neçar dimînin ku koçber bibin. Yên ku naxwazin koçber bibin jî rastî neheqî û zahmetiyên dijwar tên. Nikarin tu mafî bixwazin.”

Hevseroka  OHD’ê Prz. Şukran Ozturk, li ser çalakiya Emîne Şenyaşar û bêdengiya Wezareta Dadê jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vegotina vê rewşê pir zor e. Dayikek li dijî tundiya kuştinê li edaletê digere. 2 sal in ji bo edaletê têdikoşe. Di nava lêgerîna edaletê de ye. 2 sal in hewl dide xwe bigîne rayedaran. Vegotina vê yekê bi rastî jî pir zor e. Di pergala hiqûqê de dozger,  dadger û wezîrek nabejin  dayê tu çi dixwaze.  Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar asta hiqûqa vî welatî nîşan dide. Li pêş çavan ev bêhiqûqî û neheqî li van mirovan hat kirin. Dema ku hevkar û kujer bên cezakirin, dê gelek kujerên bûyerên sergirtî û tarî jî ronî bibin.”

Di hiqûqê de îstîsna tune

Ozturk, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê didome û wiha axivî. “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye û didome, dibe sedem ku em çalakiya dayika Emîne Şenyaşar jî nebînin. Wekî ku tenê bi serê dayika Emîne Şenyaşar de hatiye û tevahiya civakê eleqeder nake her roj di nobetê de ye. Lê rêgezên hiqûqê yekpare ne. Binpêkirinên hiqûqê îstîsna nayên hesibandin. Ji ber ku rêgezên hiqûqê j bo her kesî wek hev in. Ku ji bo her kesî wek hev pêk bên, wê demê ewlehiya civakê pêk tê. Eger wekî îstîsna bên dîtin û deng neyên derxistin, wê demê ew îstîsna dikare bibe emsal jî. Sepandina tecrîdê ji ber îstîsha hatiye dîtin, îro tecrîd li ser hemû civakê belav bûye. Saziyên hiqûqê nikarin mudaxaleyî van îhlalan bikin. Nikarin ji Dayika Emine re bibin bersîv.”

Bernedana girtiyan zilma dewletê ya li dijî kurdan e

Prz. Şukran Ozturk li ser girtiyên ku zêdeyî 30 sal in girtî ne û nayên berdan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Ev zilma dewletê li dijî kurdan nîşan dide. Vê dewletê 30 sal cezayê girtîgehê tenê li kurdan birîye. Kesên di sala 1991’an de hatin girtin û cezayê muebetê li wan hat birîn, diviya bû di sala 2021’an de bên berhdan, lê di sala 2020’an de şertên berdanê dan rêveberiya girtîgehê. Tu bingeha vê yekê ya hiqûqî tune ye. Ev li gorî hesabî xistin meriyetê. Xwestin poşmaniyê pispêrin van kesan. 30 salin nekaribûn van kesan têxin kontrola xwe. Nekarîbûn vîna wan bişkînin. Ji ber vê yekê dîsa wan ceza dikin. Li vir dîsa hiqûq hat binpêkirin. Bi guhertina zagona têkoşîna bi terorê re ya 17/2’an re mafê berdawana girtiyan asteng dikin. Vê yekê bi keyfî pêk tînin. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Îtîraza vê yekê ya li dozger û dadgerên bi alî bê fêde ye. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî li dijî vê yekê bi temamî bêdeng e.”