spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya berjewendiyan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Serokomarê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 8’ê çileyê de li bajarê Stanbolê ji bo vekirina boriya gazê a Turk Akimi li hev civiyan. Ev hevdîtina ku ji bo herdu welatan pir girîng e di bin siya nakokî û pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de pêk hat.

Armanca Rûsyayê ji despêkê ve ew e ku ji bo bikaribe gazê derbasî Ewropayê bike ji derveyî Ûkraynayê rêyê alternatîf peyda dike. Her wiha Tirkiye jî, ji bo derbaskirina gazê rêyek hêja bû. Bi vê ve girêdayî Tirkiyeyê dixwest ji bo xwe jî gazê bigire. Lewma ev xeta ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat vekirin, ji bo Rûsyayê pir girîng bû û li gor vê girîngiyê jî bi awayekî hesas û baldar rêveberiya Kremlînê ev pêvajo dan meşandin.

Bê guman ev pêvajoya ku di 10’ê cotmeha 2016’an de bi peymana herdu dewletan hat îmzekirin, des pê kir piştî çar salan bi dawî bû. Ev pêvajoya çar salên ku projeya avakirina xetê berdewam dikir, di heman demê de pêvajoya herî baş a têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bû. Ev yek jî nirxandinên Rûsyayê yên ji bo vê pêvajoyê têk neçe, di hin mijaran de li ruxmî ku wek Tirkiyê nafikire jî bêdengmayîna wê piştrast dike. Bê guman rêveberiya Tirkiyeyê jî di ferqa vê de ye ku ew bi saya van peymanên di navbera herdu dewletan de hatine îmzekirin, dikarin li herêmê piştgiriya Rûsyayê werbigirin. Ev jî bi xwe re tekîliyeke stratejîk ti carî dernaxe holê.

Di van salên dawîn de ji bo asta têkiliyên di navbera herdu dewletan de bi pêş ketiye, veguherin asteke stratejîk, li Sûriye û Lîbyayê hevkariyê dikin. Lê rastiya Rûsya û ya Tirkiyê ji hev pir dûr in. Ne gengaz e ku ev herdu dewlet ji derveyî mijarên aborî, çandî û bazirganiyê ve bikaribin di asta dîplomasî û leşkerî de peymanên stratejîk bi pêş bixin. Her çiqas di vê mijarê de daxwaza dewleta tirk hebe jî, ji ber rewşa wê ya navneteweyî ew jî nikare zêde pêş ve biçe. Rêveberiya Rûsyayê jî di ferqa hêza Tirkiyeyê ya lawaz û bêkontrol de ye ku bi pêş dikeve. Lewma armanca wan ew e ku di vê pêvajoyê de bi saya Tirkiyeyê wê bikaribin çiqas xwe li herêmê bi cih bikin. Di rewşa heyî mirov dikare bêje di vê mijarê de herdu dewlet jî dixwazin destê hev xurt dikin.

Di halê heyî de bi vekirina boriya gazê a Turk Akimi ve Rûsya gihîşt armanca xwe. Têkiliyên bi saya vê peymanê ve pêşketin di hin mijarêndin de jî herdu dewlet nêzî hev kirin. Lê rewşa li Sûriyeyê tê jiyîn û peşketinên li Libyayê bi pêş dikevin li ber çavan e. Her çiqas ev herdu dewlet xwe nêzî hev bidin nîşandan jî berjewendî û kevneşopiya wan nahêle ku ew di heman eniyê de bimînin.

Pûtîn beriya ku biçe Stenbolê serdana Şamê kir. Ji ser Sûriyeyê re derbasî Stenbolê bû. Bê guman di dîplomasiya navneteweyî de wateya vê heye. Ez bawer dikim rayedarên tirk jî encam ji vê hemleya Pûtîn derxistine.

Wek me li jor jî got, li herêmê nakokiyên Amerîka û Îranê gavek din pêş de çûn û kûrtir bûn. Lê dema mirov rewşa herêmê digire ber çav û bi wê ve van pêşketinên tên jiyîn dinirxîne, wek tê gotin di navbera van herdu dewletan de şerekî germ wê di vê pêvajoyê de neyê jiyîn. Dîsa mîna berê dê hev tehdît bikin li hin deveran êrîşî baregeh ango leşkerên hev bikin lê dê ji vê pêşdetir neçin. Di herêmê de rewşa herdu dewletan dest nade ku şerekî germ bi pêş bikeve.

Ev yek jî bi kêrî Rûsyayê tê. Rûsya li herêmê bêdeng û bi zanebûn tevdigere û dizane pêdivî û lawaziyên dewletên herêmê çi ne. Li gor wê nêzî wan dibe û li gor berjwendiyên xwe dixwaze wan bikar bîne. Bi vekirina vê boriya gazê jî êdî Tirkiye jî di vî warî de bi Rûsyayê ve tê girêdan. Li gel dewletên din Rûsya bi siyaseta xwe ya nerm û ji guhertinan re vekirî li herêmê digihîje armanca xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê