26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkiliya hikûmeta Başûr û Tirkiyeyê li ber yekitiyê asteng e’

Her diçe êrîşên hewayî yên artêşa tirk li dijî deverên Herêma Kurdistanê zêde dibin. Li ser vê yekê jî rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê li pey hev tên serdana Tirkiyeyê. Piştî van hevdîtinan jî êrîşên bomberanê li ser deverên herêmê zêde dibin.

Der barê mijarê de Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş axivî.

Guneş diyar kir ku têkiliya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê li ber yekitiya kurdan asteng e û Tirkiye dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe û wiha got: “Têkiliya hikûmeta Başûr û Tirkiyeyê li ber yekitiya kurdan astengiya herî mezin e. Ev nêzîkatî zêde zirarê dide gelê herêmê. Peywendiya di navbera her du aliyan de ne ji bo parastina deskeftiyên gelê kurd e. Lihevkirina hin tiştan xaka herêmê dixe xetereyê. Polîtîkayên hikûmeta herêmê ber bi siyaseta Tirkiyeyê ve diçe û heman siyasetê dimeşîne.”

Di axaftina xwe de Guneş diyar kir ku xelkê herêmê li dijî nêzîkatiya hikûmeta herêmê bi bertek e û got ku êdî tehemûla xelkê li dijî nêzîkatiya hikûmetê nemaye û wiha bi dawî kir: “Tişta herî pêwîst yekitiya neteweyî ya kurdan e. Beriya her tiştî divê kurd  xwedî li vîna xwe  derkevin û yekitiyê saz bikin. Êdî dem dema avêtina gavên yekitiyê ye.” HEWLÊR