26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna me êdî têkoşîna her kesî ye

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 207’emîn de, didome. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew û dayika xwe 207 roj in li benda lêpirsîneke bi bandor û darizandineke adîlane ne. Şenyaşar anî ziman ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirov hatin qetilkirin û wiha got: “3 sal û 3 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn. Lê dozgeran hêj doz venekirine. Bi vê awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî. Têkoşîna me êdî ji takekesî derketiye. Li welat her kes piştgiriyê dide têkoşîna me. Îro meclis vebû. Hemû partiyên siyasî vê doza me ya mafdar dişopînin. Divê di meclisê de, yek ji mijarên sereke yên bibin rojev ev doza me be. Em ê heya dawiyê têbikoşin û ji ber deriyê edliyê neçin.  2 daxwazên me hene. Em dixwazin birayê me yê girtî serbest bê berdan. A duyan jî, em naxwazin ser sûcê li nexweşxanê hat kirin, bê girtin. Em bang li parlamenteran dikin. Di demek zûtir de dawî li vê bê edaletiyê bînin.”