26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temel: Rojnameger başî û berjewendiyên civakê diparêzin

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, têkildarî 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Temel rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anîn û diyar ku ew ji Hasan Fehmî heta Metîn Goktepe, ji Gûrbetellî Ersoz heta Hrant Dînk, ji Mûsa Anter heta Abdî Îpekçî bejna xwe li ber rojnamegerên hatine qetilkirin ditewînin.

Rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anîn

Parlamenter Temel bi bîr xist ku 6’ê Nîsana 1909’an rojnameger Hasan Fehmî hat qetilkirin û 25 sal berê roja 6’ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerên Hatine Qetilkirin hat pejirandin û wiha got: “Di ser qetilkirina Hasan Fehmî re 112 sal derbas bûn, lê mixabin li Tirkiyeyê ji bo rojnamegeran tu tişt neguherî. Ji ber ku rojnameger fikir û ramanên xwe tînin ziman û li ser şopa heqîqetê ne, her tim gefên desthilatdaran ên kuştinê li ser wan hene.”

‘Têkiliyên qirêj derdixin holê’

Temel da bal kişand ser taybetmendiyên rojnamegeriyê û da zanîn ku şik û gumankirin karê rojnamegeran e û li hûrgiliyên veşarî vedikolin, wan derdixin holê. Temel aşkera kir ku têkiliyên qirêj ên desthilatê û dekbaziyên çeteyan bi şik û gumanên rojnamegeran derdikevin holê û wiha domand: “Ji bo ku başî û berjewendiyên civakê bên parastin, ew kiryar û têkiliyên qirêj ên siyasetmedar, burokrat, çete, nijadperest, derbekar û dijminên jinan derdixin holê. Ji ber vê yekê, destilatdarên bi pergala kirêt berjewendiyên neheq bi dest dixin, rojnamegeran wekî neyar dibînin. Tişta ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime jî ev e.”

‘Naxwazin azad bin’

Temel diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilatdar naxwazin rojnameger azad bibin û bi azadî tevbigerin û heger ji destê wan bê dê rojnamegeriyê bi tevahî ji holê rakin. Temel sedema vê yeke wiha anî ziman: “Çimkî gelek derew û xerabiyên wan ên veşartî hene. Ji bo xerabî û derewên wan aşkera nebin, ew rojnamegeran dikin hedef û bi ser wan de diçin. Hêrs û xişma wan ji ber vê yekê ye. Ew dixwazin bila rojnameger berjewendiyên civakê neparêzin û tenê li gorî telîmatên wan tevbigerin.”

‘Rojnameger serî natewînin’

Parlamenter Tayîp Temel di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî hemû zext û zordariyan rojnameger bi israr rastiyan dinivîsin û li hemberî gefên kuştin, girtin û revandinê paş ve gav navêjin, karê xwe yê birûmet diparêzin û wiha got: “Rojnameger serî natewînin û îro jî îşkence, gendelî û têkiliyên kûr û qirêj ên vê desthilatê dinivîsin. Heger îro cîhan ji daxuyaniyên desthilatê bawer nake û haya her kesî ji rastiyan heye, ev bi saya rojnamegeran e.”