Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Teoriyên ecêb

Dildarê Amedê

Wekî gelek teoriyên berê, ev teorî jî şaş derket. Kesên digotin dê bi hatina germahiya havînê re, vîrûsa koronayê bi dawî bibe, şaş derketin û vîrûsa çavreş wek berê û heta hinekî zêdetir jî xwe di nav me de bi cih kir.

Îca ew maskeyên ku me di sermayê de didan ber dev û pozê xwe, hem em ji sermayê hem jî ji vîrûsê diparastin lê niha di vê germa havînê de mîratê xwêdanê bi mirov dixe û bêhna mirov diçikîne.

- Advertisement -

Dîsa jî, tevî gelek teoriyên berê yên bi vî rengî şaş derketin, me dîsa dersek ji xwe re jê negirt. Ez bawer im ev mesele jî bi serê gelekan ji we hatiye. Wekî mînak, gelekan ji me dema ku sol (pêlav) ji xwe re kirîne û dema gotine wekî ku hinekî lingê min diêşîne, xwediyê dikanê yekser wiha ji wan re gotiye: Xem nake bi lixwekirin û bikaranînê wê bi demê re fireh bibe. Lê bi piranî pişta me diêşiya û tiliyên lingê me bi ser hev de diperçiqîn û ew pêlav li şûna ku fireh bibe, me ew dibir ba solvan da ku hinekî bixe makîneya xwe ya firehkirinê an jî beriya wê diqetiya.

Teoriyeke din a di nav civaka me de gelekî belav bû ev bû: Di meseleya zewacê de malbatan ji bo ku zarokên xwe qayil bikin û wan bizewicînin ji wan re ev teoriya ecêb digotin. Dema ku xort an jî keçê ji dê û bavê xwe re digot, ez wî an jî wê nas nakim ji zarokên xwe re wiha digotin: Hûn hev nas nekin jî û ji hev hez nekin jî tiştek nabe, zewac bikeramet e. Piştî zewacê hûn ê ji hev hez bikin. Vê teoriyê jî serê gelek kur û keçên bavan xistin belayê û hinekan di nîvê rê de dest ji hev berdan û hinek jî bi hev re pîr û kal bûn lê tu caran ji hev hez nekirin.

Teoriyek me heye, çi bi serê kê de were ne xema yên din e. Her kes tenê xwe diparêze. Dema bobelatek bi serê bajarekî de tê, xelkên bajarên din dibêjin ne bajarê min e, bila nêzî bajarê min nebe tiştek nabe; dema digihê bajarê wî dibêje, ne taxa min e bila negihîje taxa min xem nake; gava ew bobelat digihîje taxa wî jî, dibêje bila nêzî mala min nebe xem nake.

Wiha ew bobelat û zordarî digihê ji bajêr digihê taxa wî û jê digihê mala wî lê wê gavê êdî ne dengderxistina wî fêde dike û ne jî tiştekî ku bikaribe bike dimîne. Heke ji pêşî de tifaq, xwedîderketin û hevgirtinek tune be mirov nikare li hemberî zilm û zordariyê tiştekî bike.