Rojnameya Heftane

Hindik û Rindik

Fewaz Evdê

Kuna dîwar

Çû ba Mele û jê re got: Seyda, kêşe/problemek di nav me û cîranê me de heye, bi hêvî me tu çaryekê ji me re bibînî!

Mele got: Xêr e? Çi heye?!

Got: Dîwarê di navbera me de, kunek tê de heye û tê re li me dinêrin! Ka em çi bikin?

Mele got: Ji aliyê xwe ve bigirin, nema karin we bibînin.

Got: Ma ne ku em bigirin, nema em wan dibînin seyda!

Xalo tu jî bireve

Carekê di kolanê de dimeşiyam, min dît zarokek dixwaze li zengilê malekê bide lê destê wî nedigihayê. Çav li min ket got:

Xalo ka ji min re li zengilê bide. Min tiliya xwe danî ser zingilê. Bi çirîniyê re wî bazda û got: Xalo tu jî bireve!

Min digot qey ew diçe mala xwe û destê wî nagihîje zingilê derî. Tu nabêjî bêjiyo li deriyê xelkê dida û direviya.

Kuro navê xwe nebêje

Dawiya salên heştêyî bû, hê em xort bûn. Ez û du hevalên xwe, em çûn gundekî Aşîtya. Zarok li ser bênderan dilîstin. Hevalê min li navên wan pirsî. Yekî got: Alan. Yê din: Şivan, Rodî, Berzan,… Giha yekî û berî rebeno navê xwe bêje, yekî din ji dûr ve bi dengê bilind bang kir: Kuro Welîdo navê xwenebêje!