2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kirmanc û Kurmanc, Kirmanciyê û Kurmanciyê

Soranên Başûr ji Kurmancên Başur ra dibêjin Behdînî. Soranên Rojhilat ji Kurmancên Rojhilat ra dibêjin Şikakî/Celalî. Lê Behdînî ji xwe ra dibêjin Kirmanc, Şikakî/Celalî dibêjin Kurmanc. Kurdên Xorasanê bo xwe peyva Kurmanc bi kar tînin û di proseya nû da bo welatê xwe dibêjin Kurmancîstan. Dêsimî/Dersimî û Ezirganî bo xwe Kirmanc dibêjin, xwe Kirmancên xas dihesibînin û Kurmancên Kurmanc bi peyva Kirdas/Kirdaş bi nav dikin, yanê “yên dişibine Kurdan.”

Ehmedê Xanî. Di Nûbihara Biçûkan (1683) da dibêje, “Ne ji bo sahibrewacan / Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan.” Gelo li vir “Kurmanc” Kurd in an kesên hejar û feqîr in? Bi raya min ya diduya rast e. Bala meriv dikşîne ku dijayetî heye di nav sahibrewac û Kurmanc da.

Muzaffer Ilhan Erdost, di sala 1963yan da leşker e li Şemzînanê. Bîranîn û çavdêriyên xwe bi çavê oryantalîstekê perîferîk û bi navê Şemdinli Röportajı (Reportaja Şemzînanê) diweşîne (1986). Li vir wateya peyva “Kurmanc”, “ne-eşîr” û “bêmilk” e. Jixwe di nav Kurdan da dubendiya “eşîr” û “Kurmanc” heye û te dît Xanî di Mem û Zînê (1694) da dibêje, “Belkî bi te’essub û ‘eşîrî.”

Kurmanc ew kes in ku her ji ber çi be ji eşîra xwe ya berê qut bûne û xwe spartine eşîreka dî. Ne-eşîr, bêmilk û kole ne. Gava yek li dijî neheqiyê radibe, dibêje, “qey ez Kurmancê bavê te me?” Li vir êdî em têdigihên ku qesta Xanîyî çi ye. Lê di Mem û Zînê da qesta wî ji Kurmanc dibe Kurd: “ Ez mame di hikmeta Xwedê da / Kurmancî di dewleta dinê da.”

Ez werim ser Kirmanciyê-Kurmanciyê. Em li Dêsimê dibînin ku piraniya civaka Dêsimî bo warê xwe dibêjin Kirmanciyê. Di esasê xwe da qesta jê warê Kirmancan/Kurdan e, yanê Kurdistan e lê were û têxe serê munkîrên çavlidewletê. Digel ku Dêsima berê perçeyek ji mîrektiya Çemîşgezekê bû û Şeref-Xanê Bedlîsî, di Şerefnameyê (1597) da digot, “gava peyva Kurdistan tê hildan, qest jê pêşiya pêşî Çemîşgezek e.”

Nivîsa Uxur Sermiyan a bi navê “Namekerdişê Dêrsimijan” (di nav Yazınsal Varoluştan Akademik Literatüre Kırmancca (Zazaca): M. Malmisanıj’a Armağan da-Ji Hebûna Wêjeyî ber bi Lîteratura Akademîk ve Kirmanckî/Zazakî: Diyarî bo M. Malmîsanij, 2020), mijarê zelal dike. Di nivîsê da tê dîtin ku helbestkarê gewre Sey Qajî dibêje, “Bixeleşnîme şerefê Dêsim û Kirmanciye.” Helbestkar Wakile dibêje, “Dêsim, welatê Kirmancî yo.” Dîsa deyrbaz û helbestkarên wek Silo Qij, Qemero Arayij, Seyîdê Kalî û Xidê Alî Îsme di kilaman da heman navî hildidin. Gotina Hesen Aliyê Sêy Kemalî ku ligel Seyîd Riza ceng kiriye, kurteya mijarê ye: “Ma Kirmancî me, zonê ma Kirmanckî yo, welatê ma

Kirmanciya.”

Baş e, gellek nivîskar û lêkolerên Kurd çavê xwe her li peyva Kurdistan digerînin, lê çima bala xwe nadine Kirmanciyê/Kurmanciyê? Me mînakên ji Kirmanckî ditîn, gelo di Kurmancî da jî peyva Kirmanciyê/Kurmanciyê heye yan na?

Li vir dixwazim 3 mînak ji Kurmancî bidim. Ya pêşîn ji Kela Dimdimê ye. Di lêkolîn û berhevoka Yaşar Kaplanî da (Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn, 2019) ev “sêxiştî”-sêriste bala meriv dikşîne: “Xan, ebdal e li beriyê / D’gerît nanê xulamiyê / Dê bît mîrê Kurmanciyê.” Şer û berxwedana Kela Dimdimê di navbera salên 1608 û 1610an da qewimiye. Diyar e ku peyva Kurmanciyê di wê demê da hebûye.

Em peyva Kurmanciyê di Mem û Zînê da jî dibinin: “Bifkir ji ‘Ereb hetta ve Gurcan / Kurmanciye bûye şubhê burcan.” Xanî dibêje, binêre ji warê Ereban heya Gurganê, Kurmanciyê bûye wek burcan. Gellek şarih, lêkoler, wergêr û pispor peyva Gurcan/Gurgan a di vê beyte de wek “Gurciyan”, Kurmanciye/Kurmanciyê jî wek “Kurdan” dîtine ku yek ji wan jî ez im -îro şaşîtiya xwe dibînim û dipejirînim.

Xanî li vir jî dubendiyek çêdike; çima wê ya pêşî coğrafya/welat, lê ya diduyan netewe be?

  1. Di Anabasisa Xsenopohoneî da “Arabia” wek welat hatiye bi nav kirin. Jixwe di zimanên Mezopotamyayê da bo rojavayê Feratê peyva “ereb” dihat bi kar anîn. Yanê ereb, beriya bibe navê neteweyekê warek, deverek, aliyek bû.
  2. Di elfabeya Aramî da tîpa “g” tuneye, lewra bo Gurganê “Curcan” dibêjin. Gurgan herêmeka li rojhilatê başûrê deryaya Hezerê ye. Xanî dizane ku gellek Kurd koçî Xorasanê kirine û li Gurganê jî Kurd hene. Hetta serokê Cîhanbeglûyan Şukur Begê Kurd, li deverên wek Sebzewar, Cûweyn, Cacerm, Mînûdeşt, Findiqrez, Elîabadê Kutul û Gombedê Kawûs hukim dikir ku qismek jê dikeve nav Gurganê. Yanê ne Curcan Gurcî ne, ne Kurmanciyê Kurd in.

Mînaka dawîn ji helbestkarê xembar Wedaî ye û mijarê bi Xanî û Kirmanciyê/Kurmanciyê ve girêdide. Xanî, bo Mîr Muhemed Pirbela mersiyeyek nivîsîbû bi navê “Kanê Padşahê Serhedan.” Wedaî jî bi heman şêweyê mersiyeyek nivîsiye bo Xan Mehmûd, bi navê “Kanê Cîhangirê Cîhan” (1821). Di mersiyeyê da em Kirmanciyê dibînin: “Wek Mîr nebûn alî hîmem / D’Kirmanciyê hetta Ecem / Kan leşker û ceyş û heşem / Kane Cîhangerê Cîhan?”

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan demek dirêj peyva Kurdmanc bi kar anî. Qey peyvek çêkirî bû, lê nehat. Lê xuya ye, Kirmanciyê û Kurmanciyê di şûna Kurdistanê da hatine gotin. Ew Kurdistana mişt e bi Kurmancan ku tenê ji xwe ra dibêjin Kurmanc.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê