Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

“KORERÊ” Rêyeke Dûr û Dirêj e

Berhemên edebî, parzûnkirina êşên takakekesî û civakî ne; ne di dil û hestan de hiltên, ne mirov kare wan veşêrin. Axir piştî demekê, nivîskar a di dil de dide der. Dilê nivîskar (ê hînî gelek tiştan bûye) jî êdî nema kare wan tiştan di dilê xwe de û tenê ji bo xwe bihewîne. Yanê gava roja zayînê tê, nivîskar/edebîyatkar, êşên ku bi hestên kûr û pak demeke dirêj di dilê xwe de mezin kirine, bi rêyeke şahîk û estetîk dide der. Ev yek ne wekî êş û jana fîzîkî ya zayînê dijwar be jî, ji aliyê amadekarî û hayjêhebûnê ve piçkî dişibe zayînê… Yanê gava zarokek hîn di malzaroka dêya xwe de be jî her kes dizane  – bi awayekî asayî- ew ê rokê were dinyayê. Êş û janê dayik dikêşe lê her kes bi zarok şa dibe. Berhemeke edebî jî wisa ye. Di xwendina her çîroka KORERÊ ya Brahîm Ronîzêr de, xwîner vê yekê pir eşkere dibîne. Brahîm Ronîzer, hest û êşên em giş pê dizanin, di dilê xwe de mezin kirine, gava êdî di dil de hilnehatine, ew parzûn kirine û bi henûnîyeke gelekî zîrek pêşkêşî xwîneran kirine.

KORERÊ, bi awayekî teknîkî, ji du beşan û nozdeh kurteçîrokan pêk tê: Korerê(7) û Wêneçîrok(12).

- Advertisement -

Brahîm Ronîzer, di hemû kurteçîrokên KORERÊ’yê de olana tevziyên civakeke bêdeng neqlî kerrika guhê xwîneran dike. Nivîskar, bêyî xwîneran aciz bike, bi zimanekî henûn û comerd gerdûna çîrokên xwe bexşî xwîneran dike. Di gelek çîrokan de, bi kod û şîfreyan bala xwîneran disû û dibe ser “ewa dîtir.” Helbet gava vê yekê dike nahêle xwîner bi zehmetîyan biêşe… Di çîroka pêşîn  “Rêka Dibistanê” de wiha dibêje: “Heke xelk pê bihise ku mevanên wan ên xwedî tifing tên û diçin, ku hinekên din pê bihisin wê cin û pîrebok jî pê bihisin û heke ew pê bihisin dê mala wan bişewitînin.” Bi xwendina vê hevokê re, wekî “lehengê” çîrokê Elîkoyê di dawîya çîrokê de cin û pîrebok diniqutin dilê wî, heman tişt diniqutin dilê xwînerên baldar jî.

Hemû dîmen û qewimînên di çîrokan de, berê me didin korerêyekê. Nivîskar, derîyê wan kêlîkên jiyana nûjen ên berê wan li korerêyan e û kes nikare jê bireve, li ber xwîner vedike. Ronîzêr di korerêyan de çiqas dabe ser şopa “modernîstên dawîn” jî, di wêneçîrokan de xwîner bi pey felsefeya realîzmeke efsûnî ketiye – te dî ewa însan ji “neynikan ditirse.” Heke ji vî alîyî ve mirov li ser hûr bibe, mirov dê bibîne ev gaveke gelekî xurt e û ji xwebûnê tê digihîne gerdûnê. Çawa Borges, Poe, Maupassant, Çexov, Mansfield, Joyce û Kafka li pey hev teqil dan çîrokê, Brahîm Ronîzêr jî, bêyî qerepereya zêde di KORERÊ’yê de bi pistepist teqlek daye çîroka Kurdî ya “nûjen.”

Her çîrokek, di korerêyekê de dibe findek. Di ronahîya findê de, sîyeke melankolîk ber bi nihîlîzmê ve dişûrike, vediguhêze û dibe xwedîyê rengekî fantastîk…

Tenêtî, hevaltî, evîn, dostanî, mirin û mezinbûn bi hev re di dawîya korerêyan de dibin wêneyekî gelekî xweşik û dikeve dilqê temsîlîyeteke gelekî xurt a nifşê “zû mezin bûye” – ji vir şûn de êdî tu kes nikare xwe jê bi dûr bixe.

Brahîm Ronîzêr, di hemû çîrokan de atmosfereke ecêb çêdike, xwîner “destê xwe dike bin çengê xwe” û car caran dibişire, car caran jî xemgîn dibe…

* KORERÊ, Brahîm Ronîzêr, Kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2014