Rojnameya Heftane

Kurtan li ber tunebûnê ne

Di salên  dawîn de eleqeya ji bo kurtanan ango cilên keran kêm bûye. Her çiqas eleqe kêm be jî li Amedê kesê bi navê Fesîh Surmelî kurtanan çêdike, piştre dibe gundan û difroşe Navenda Nûçeyan

Wek tê zanîn, çanda kurtanan xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Li ser gelek bermahiyên dîrokî, mirov rastî palas ango kurtanên ajalên mîna hesp, ker û qantiran jî tê. Ev çanda ku bi hezaran salan e berdewam kiriye, îro êdî li ber tunebûnê ye. Wekî Fesîh Surmelî di axaftina xwe de gotiye ‘êdî tu kes bi vê çandê qayil nabe, ji ber ku êdî di jiyana me de erebe hene.’

Fesîh Surmelî ev 35 sal in kurtanê ker, qantir û hespan çêdike. Surmelî çêkirina kurtanan ji apê xwe hîn bûye. Li Çarşiya Şewitî ya Amedê, berê ermenekî bi navê Yilmazê Gêlî kurtan çêkirine. Li gorî gotinên Fesîh Surmelî li Licê (Pêçarî) jî ermenekî kurtan çêkirine û gelek kes li ber destê wî hînbûne. Berê tenê li Licê10-15 dikan hebûne. Niha li gund tenê yek heye kurtanan çêdike û dişîne bajarokên bajêr û Elezîzê.

Surmelî di her sê mehên havînê de, li dikana xwe ya li Çarşiya Şewitî kurtanan didirû; payîzê jî wan dike paşiya pîkabekê û berê xwe dide gundên navçeyên Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Dîlokê. Fesîh Surmelî, qala çêkirina kurtanan û hin bîranên xwe yên di vê rêwitiyê de, kir.

Êdî qîma xwe bi wan naynin

Fesîh Surmelî der barê çêkirina kurtanan de bi lêv kir ku 30-40 sal berê çêkirina kurtanan pir bû lê niha kêm bûye. Berê rojê du-sê heb kurtan didirûtin lê niha di hefteyekê de encax sê heban çêdike. Surmelî sedema vê yekê jî bi jiyana li gundan ve girê da û wiha got: “Berê ji gundan, xelkê ji bo ker, hesp û qantiran kurtan dixwestin. Yanê berê ewqas erebe tunebûn, her tişt li ser pişta ker, hesp û qantiran diçû dihat. Niha pîkap, motorsiklêt û filan tişt di nav gundan de tijî ne, tu kes êdî qîma xwe bi wan nayne.”

Her tişt guheriye

Surmelî di axaftinan xwe de bal kişand ser guherîna civakê ku êdî ji hin şêweyên jiyanê dûr ketiye û da zanîn ku berê di her maleke gund de ker, qantir an jî hesp hebûn; her maleke gund heywan xwedî dikirin lê êdî ev yek jî nemaye û axaftina xwe wiha domand: “Êdî her kes êzingên xwe bi qamyonan dibe tîne. Kar û barên xwe yên li gundan bi wesayitan dike. Her tişt guheriye. Niha yek tê kurtanekî distîne, têra wî û 10 salan dike lê berê encax têra wî û 6 mehan dikir. Ji ber ku berê karê bostanan, karê li çiyê bi ker, qantir û hespan dihat kirin; barê kerpîç, kevir, êzing û çiloyê li wan dihat kirin ango karên rojane tev bi wan bû. Îja ji ber vê kurtan zû diriziyan. Yanê êdî tu tişt ne wek berê ye.”

Kurtan ji 8 parçeyan çêdibe

Kurtan ji kincê nav wî heta çîtikê (qamîş), kulav, qayîş û palasê çêdibe. Heşt perçe didin berhev û bi wî awayî kurtan tên dirûtin. Surmelî dibeje ku parçeyek jî kêm be, dê mirov nikaribe kurtanekî bidirû.

Der barê peydekirina palas (rûyê kurtan) û kulavan de jî Surmelî diyar kir ku berê rojê nêzî 20 heb difirotin lê niha ji ber bikaranîna xaliyên fabrîkayan êdî tu kes wan naxwaze. Ji ber wê jî dîtin û anîna palas û kulavan zehmet e.

Em dikarin bêjin ku çanda dirûtina kurtanan, piştî du-sê kesên mîna Fesîh Surmelî dê ber bi xelasbûnê ve biçe. Surmelî xwestiye hînî zarokên xwe jî bike lê zarokên wî fêr nebûne.

Lawo wele heşayî te

Fesîh Surmelî li gundan digere û carinan rastî hin bûyerên ‘ecêb’ jî tê. Ka em guhê xwe bidin çîrokeke wî ya ku li gundekî Licê jiyaye: “Li gundan ez bang dikim û dibêjim werin cilê keran, cilê qantiran, cilê beygîran. Rojekê dîsa min berê xwe dabû gundekî Licê. Min hew dît ku xaltiyek derket ber derî û bi dengekî bilind gote ‘tu kîloya kartolan bi çi didî?’ Min jî bi ken jê re gote, xaltî ev ne kartol in, cilê keran e. Îja xaltî ji min re gote ‘lawo wele haşayî te, min gotiye qey tu kartolan difiroşî.’ Rojeke din jî ez dîsa li gundê Ewêna min ji bo firotinê kurtan digerandin. Wan rojan jî ji ber ku hinekî barê min giran bû, hevalekî min (Niyazî) jî alîkarî dida min. Dîsa yek ji malekê derket gote ‘birayê min ew çi ye tu difiroşî?’ Min jî got wele cilê keran e. Jinekê jî got ‘wele kerekî min heye lê niha li ba şivan e.’ Min jî got ‘gelo kerê te hûr e gir e çawa ye?’ Ew ê jî got ‘wele ez nizanim ker ne li malê ye.’ Min jî îja berê Niyazî da xaltiyê û min bi henekî got ka em kurtan li Niyazî bikin ku lê were dê ji bo kera te jî baş bibe. Em tev dîsa bi hev re keniyan.”