27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga rejîma Sûriyeyê û kurdan

Di navbera hikûmeta Sûriye û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev demeke dirêj e hevdîtin hene lê ew hevdîtin heta niha negihane tu encamê. Piraniya wan hevdîtinan bi tevlêbûna hikûmeta Rûsyayê pêk tên.Gelek caran rayedarên Rûsyayê di da-xuyaniyên xwe de dibêjin ku ew alîgirên vê diyalogê ne.

Lê mixabin ew daxuyaniyên wan tenê di astekê de dimînin ku ew diyalog an jî hevdîtin tenê wekî zextekê li dijî  xweseriya demokratîk bi kar tînin. Rûsya ji bo ku zextê li Rêveberiya xweser bike û bêtir tawîzan bide hikûmeta Şamê, rê dide gefên hikûmeta tirk. Rûsya bi vê yekê hem dilê hikûmeta tirk xweş dike hem jî dilê hikûmeta Şamê.

Rêveberiya Xweser di 13`ê cotmeha 2019`an de ragihand ku bi navbeynkariya Rûsyayê ew gihîştine rêkeftinekê û ji bo bersivdayîna êrîşên Tirkiye û çeteyên wê, dê hêzên  hikûmeta Sûriyeyê li ser dirêjahiya xeta sînor belav bibin.

Tevî vê gavê jî, diyalogên siyasî yên di navbera her du aliyan de negihaştin encameke berbiçav. Hikûmeta Sûriye û Rûsyayê her tim di dema gefên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, doza danûstandinan li kurdan dikir, ji bo ku Rêveberiya Xweser şertên wan ji neçarî qebûl bike. Di van rojên dawî de berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke çapemeniyê de gotibû: “Moskov, piştgiriyê dide diyalogên di navbera kurdan û Şamê de yên ku li ser pêşeroja welatê wan bi pêş dikevin.”

Lê li gorî daxuyaniyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di vê dema dawî de, tu hevdîtin an jî diyalog di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de tune ye. Loma jî ev pirs tê bîra mirov ku gelo Rûsya dîsa dixwaze bazareke din bi tirkan re bike ku behsa diyaloga di navbera kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de dike. Wekî ku dîsa ji rayedarên tirk re bibêje “tu filan tiştî nekî ez ê diyaloga di navbera kurdan û rejîma Sûriyeyê de geş bikim.”

Bi rastî jî ji derveyî daxuyaniyan dema ku mirov bala xwe dide van hewldanên diyalogê di pratîkê de ew her dem ji alî Rûsya û rejîma Sûriyeyê ve wekî firsendekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û tu niyeteke baş heta niha ji bo çareserî û diyalogê bi pêş neketiye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê