11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TÎGEM heywanên şêniyan desteser dike, cezayan dibirre

Zext û çewisandinên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê her roj zêdetir dibin. Dewleta tirk vê carê jî ji xwe re li hincetan digere da ku heywanên şêniyên Serêkaniyê ya Rihayê desteser bike. Li Serêkaniya Rihayê  Miduriyeta Giştî ya Kargehên Çandiniyê (TÎGEM)bi hinceta “qedexeya çêrandinê” heywanên şêniyan desteser dike. TÎGEM’ê ji 4’ê kanûna 2020’î vir ve qedexeya çêrandinê li ser taxên derdora eraziyên xwe danîbû û ev qedexe hê jî didome. TÎGEM’ê piştî serdana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bi heman hincetê, bi hevkariya cendirmeyan dest danîbû ser pezê welatiyan û niha jî li ser sînorên eraziyê xwe dîwaran ava dike.

Cezayê pereyan jî zêde dikin

Welatiyên li herêmê destnîşan kirin ku di nav 7 mehên qedexeyan de li ser me ferz dikin ku em dev ji ajaldariyê berdin. Berê ji bo pezên ku diketin nav eraziyên TÎGEM’ê rojane 250 lîreyên tirk cezayê pere dihat birrîn. Lê niha ew cezayê rojane derketiye 500 lîreyên tirk. Her wiha heqê desteserkirina pezan jî wekî ‘bedêla xwedîkirin û ziyanê’ dîsa ji welatiyan distîne.

Welatiyên ku dixwazin heywanên xwe ji destê TÎGEM’ê rizgar bikin bi belgeyekê dikarin li xwe vegerînin. Di belgeyê de şert û mercên hatine rêzkirin bi ser de welatiyan neheq derdixe û heqê xwedîkirinê jî bi awayekî fermî û bi darê zorê ji welatiyan distîne.

Ev zilm heta kuderê?

Welatî K.G. ku beriya mehekê miheke wî hatibû desteserkirin diyar kir ku hefteya borî jî sewalên wî hatine desteserkirin û wiha got: “Rojekê piştî desteserkirina her sê mihên xwe min 500 TL ceza da. Dema ku min miha xwe ya ku mehek berê hatibû desteserkirin jî xwest hezar (1000) TL bedêla xwedîkirina wê ji min xwestin. Miha min cezayê ku tê xwestin nake. Min dev jê berda. Dema ku girtibûn miha min a herî baş bû. Di nav mehekê de hatiye ber mirinê. Dema ez ji bo miha xwe çûm min 70 mihên din jî li wir dît. Yek ji wan miribû. Yên din jî li ber mirinê bûn. Wekî malbat 500 sal in em li vir dijîn. Wê ev zilm heta kuderê bidome? Hem sewalên me digirin hem jî heqaretê li me dikin.”

Têkildarî vê mijarê parlamentera Rihayê Ayşe Surucu hefteya borî serdana TÎGEM’ê kiribû û diyar kiribû ku bi hinceta qedexeya çêrandinê bin pê kirine 175 mih hatine desteserkirin û di bin çavdêriyê de ne. Surucu der barê vê yekê de ji bo wezîr Pakdemîrlî bibersivîne pirsgelaleyek dabû serokatiya meclisê.