26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye daxwaza dagirkirina axa me dike

Êrîşên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê ji 23’yê nîsanê ve didomin. PDK’ê piştî  herêmên Metînayê hîn hêzên  xwe yên taybet şandin herêma Çemçoyê jî. Ji vê yekê helbet armanc ew e ku di asteke herî bilind de alîkariya Tirkiyeyê bike da ku cihên gerîla dorpêç bike û wan neçarî şerê navxweyî bike.

Çemço herêmeke stratejîk e. Nêzî 30 sal in ku hêzên PDK’ê li herêmê tune ye. Lê niha PDK hêzên xwe şandin wê herêmê ku Metîna bi Zagrosê ve girê dide. Ev yek ji aliyê gelek siyasetmedaran ve jî wek kirinên ‘provakatîv ên PDKê’ hatin pênasekirin.

Sekna hin peşmergeyên berê

Li dijî sewqiyatên leşkerî yên PDK’ê gelek sazî, siyasetmedar, rêxistin û pêşmergeyan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Heta niha gelek pêşmergeyên dêrîn û ji derdorên nêzî PDK’ê gelek bertek hatin nîşandan û ev bertek û nerazîbûn hê jî didomin. Gelek pêşmergeyên berê jî ji ber ku sewqiyatên leşkerî yên PDK ku dişîne ser herêmên gerîla, rexne dikin û dibêjin ‘li şûna ku ez ê fîşekê biavêjim PKK’ê, biavêjim xwe û dev ji çekan berdim.’

Li hember dagirkirina xakê

Li rojavayê Kurdistanê jî berê hinan gelek kesan pêşmergetiyê kirine. Yek ji van jî Hesen Yûsif Mele Hisên e ku ji gundê Girasor ê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ye.

Hisên ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk li Sûriyeyê, Iraq û bakurê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê dixwaze aka me dakir bike. Divê em nehêlin ku dewleta tirk were ser xaka Kurdistanê û birayên me bikuje.”

Bax û baxçe bombe dike

Mele Hisên di berdawama axaftina xwe de da zanîn ku heke Tirkiye bi balafiran pêşmergeyan bombebaran bike û bikujie, pêşmerge jî divê li dijî Tirkiye rabe û got: “Dewleta tirk bax û baxçeyên gel bombe dike. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê gelek ziyanên gundên li ser sînor çêbûn. Heke mala min jî li wir be balafirên şer ên tirk wê min bombe bike û min bikuje. Dewleta tirk bi hinceta PKK’ê gel bombe dike.

Divê kurd bibin yek

Mele Hisên xwest her kes li dijî dagirkeriya Tirkiye rabe û wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşî li dagirkeriya tirk were girtin divê em bibin yek. Heke em bibin kesek nikare li pêşiya me bisekine. Heke em nebin yek ew ê her tiştî bikin. Divê di navbeyna me û PKK’ê de şerê birakujiyê nebe. PKK û pêşmerge kurd in û bira ne. Divê dewleta tirk welatê me dagir neke. Heke em bibin yek dewleta tirk nikare xwe li ber me bigire.”