26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye emrê DAIŞ’ê dirêj dike’

Mehmet Alî Ertaş

Di 28’ê hezîrane de li paytexta Îtalyayê, Romayê bi tevlêbûna gelek welatan li dijî DAIŞ’ê civînek hat lidarxistin. Bi serkêşiya DYA’ê gelek welat beşdarî Civîna Wezîran a Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna bi DAIŞ’ê re, bûn.

Têkildarî naveroka civînê û armanca Tirkiye û DYA’yê ya li dijî DAIŞ û herêmê Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve yê Herêma Xweseriya Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Kemal Akîf, ji rojnameya me re axivî. Kemal Akîf, anî ziman ku car caran civinên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ’ê tên li dar xistin û wiha got: “Ev civîn bi serkêşiya DYA’yê pêk hat. Ji ber ku em di vê civînê de nebûn, ev civîn a wan  e. Ev civîn çima çêbûye çawa çêbûye ji ber em ne di nav de ne em nikarin tiştekî bibêjin. Lê bi giştî ji bo bi rêxistinkirina şerê li dijî DAIŞ’ê pêk hatiye. Di civînê de sernavên hatin nirxandin wiha ne: DAIŞ bi rastî jî êdî xwe bi rêxistin dike, Şaneyên DAIŞ yên razayî ji nû ve zindî dibin. Hemû zarok, jin û ciwan û malbaten DAIŞ yên di destê Rêveberiya Xweser de li girtîgehê ne, tev hişmendiya DAIŞ’ê di serê wan de ye. Tiştê di vê civinê de hat nirxandin,  divê êdî ji bo vê meseleyê her kes bibe alîkar.”

Koalîsyon û DYA

Kemal Akîf bi bîr xist ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê alîkariya HSD’ê ya ji bo Koalîsyon û DYA’yê gelek girîng e. Akîf bal kişand ser alîkariya Rêveberiya Xweser û HSD’ê ya ji bo hêzên Koalîsyon û DYA’yê  û got: “Alîkariya HSD û Rêveberiya Xweser a ji bo koalîsyon li dijî DAIŞ’ê bi ser bikeve gelek girîng e. Ji bo terora DAIŞ’ê ji nû ve xwe nû neke û xwe bi rêxistin neke alîkariya HSD’ê û Rêveberiya Xweser gelek girîng e.”

‘Ji Serêkaniyê û Girê Spî moral girt’

Akîf, bal kişand ser xetereya DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Li herêmê û Sûriye tiştê herî talûke û xetereya mezin, xetereya DAIŞ’ê ye.  Niha rasterast têkoşîneke li dijî DAIŞ’ê heye. Lê tiştê emrê DAIŞ’ê dirêj dike, destê Tirkiyeyê ye. DAIŞ’ê piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê moraleke pir mezin girt. Piştî ev bajar dagir kirin, alîkariyeke pir mezin dan şaneyên razayî yên DAIŞ’ê.”

Hêlînên DAIŞ’ê

Akîf bal kişand ser hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re û wiha axivî: “Mînaka vê yekê jî gelek kesên fermandar û xwedî biryar ên di nava DAIŞ’ê de niha di bin sîwana Tirkiyeyê de li Girê Spî û Serêkaniyê hene. Navên xwe, cilên xwe û nasnameyên xwe guherandine, lê ew bi xwe DAIŞ in. Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê astengî hene. Ew astengî yek jê alîkariya Tirkiyeyê ya DAIŞ’ê ye. Planên DYA’yê yên demdirêj yên li herêmê em nizanin. Lê têkoşînek li dijî DAIŞ’ê tê meşandin.”

‘DYA çi difikire em nizanin’

Akîf bal kişand ser armanca DYA’yê ya li herêmê jî û wiha lê zêde kir: “Ji bo projeyên DYA’yê yên li herêmê divê ji DYA’yîyan bê pirsîn. Lê tişta em dizanin DYA dixwaze DAIŞ’ê ewil ji aliyê îdeolojîk û leşkerî de tune bike. Projeyên DYA’yê yên di demên pêş de ji bo Sûriyeyê çi ne bi rastî jî em nizanin. Ji ber tu hevpeyman di navbera me û wan de tune ye. Ew bi biryara xwe hatine. ”

‘Dixwaze herêmê tevî kontrol bike’

Akif li ser armanca Tirkiyeyê ya li Sûriye jî rawestiya û got: “Armanca Tirkiyeyê li her derê diyar e. Dixwaze qadên xwe yên li Sûriyeyê ku di nav de ye fireh bike. Dixwaze destkeftiyên li dijî DAIŞ’ê têk bibe. Dixwaze herêmê tevî têxe bin dagirkeriya xwe. Dixwaze ji nû ve DAIŞ’ê bi ruh bike û wê paşde vegerîne. Tirkiyeyê aşkere got: “Divê alîkariya hêzên ku bi Koalîsyonê re hevkarî kirine neyê kirin. Ew hêzên ku bi koalîsyonê re hevkarî kirin wekî teror bi nav kirin. Em vê pirsê dikin, ev hêzên wekî HSD, YPG, YPJ ku DAIŞ’a teror tune kirin, çawa Tirkiye wan wekî terorîst bi nav dike? Ya din ew qas piştgirî û alîkarî da DAIŞ’ê çima xwe wisa bi nav nake. Li vir bêwijdanî û bêehlaqiyek heye. Xebat û projeyên Tirkiyeyê ew e ku vê hevkariya HSD û Koalîsyonê tek bibin.”

‘Statuya kurdan qebûl nakin’

Akîf helwesta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Tirk ji xwe qebûl nakin ku statuyeke kurdan hebe. Naxwazin projeyên kurdan ji bo pêkhateyên herêmê hebe. Di bin navê ewlehiya Tirkiyeyê de dixwaze hebûna xwe ya di nav NATO’yê garantî bike. Dixwaze kurdan tune bike û komkujiyê li ser kurdan pêş bixe. Mesela Efrînê, meseleya Girê Sipî û Serêkaniyê em tev dizanin. Em dizanin ku Amerîka rê nedaya Tirkiye, dê Tirkiye nikaribûn bihatina van bajaran. Wê nikaribûna ev herêm têxistina bin kontrola xwe. Niha dibêjin çima Amerîka piştgiriyê dide HSD. HSD ne hêza kurdan tenê ye. Ji gelek pêkhateyan pêk hatiye. Amerîka hem dixwazin hevkariya xwe ya bi HSD’ê re qut nekin û hem jî dixwazin tirkan jî razi bikin. Em jî dişopînin û em dixwazin fam bikin. Lê halê hazir di aliyê amerîkayiyan de tiştekî zelal tune ye. “