All rights copyright
Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin. Tiştanok bi gotina ‘mamê mino mamanî’ dest pê dike.
1- Mamê mino mamanî
Bi min re radibe
Bi min re rûdine
Hinga diçe nagihimê.
kî dizane ev çi ye?
2- Mamê mino mamanî
Bi pel û strîn e
Li ber dilê bilibil şîrîn e
3- Mamê mino mamanî
Bi pişt e bê zik e
Bi dest e bê ling e
Bi dev e bê diran e
Bi çav e lê nabîne
Bersivên me ev in:
1- Sî
2- Gul
3-Meşk
Çavkanî:
Mamikên Botanê ji berhevkariya Rênas Xendekî û Dildar Botî