27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TOKÎ’yê li Sûrê girtîgehek nû ava kiriye

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeyan dest pê kir, şerekî dijwar pêk hat. Piştî şer bi dawî bû vê carê rayedarên hikûmetê der barê mîmariya navçeyê de biryar dan ku xaniyan xera bikin. Di pêvajoya qedexeyan de rayedarên TOKÎ li taxan avahiyên berê yên dîrokî xera kirin û li şûna wan avahiyên nû yên dişibin girtîgehê ava kirin. Dîmen û wêneyên ji jor ve hatin kişandin, nîşan dide ku TOKî mîmariya navçeyê wêran kiriye û mîmariyek ji rastiya Sûrê dûr ava kiriye.

Navçeya Sûrê ya Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire, şahidiya qedexeya derketina derve ya di dîrokê de ya herî dirêj kir. Di navbera salên 2015-2016’an de şerekî dijwar li navçeyê pêk hat. Ji ber vî şerî li navçeyê gelek caran qedexeyên derketine derve hatin îlankirin. Rexmî ku qedexe beriya çend mehan bi tevahî rabûn jî hê têketina hin cihên navçeyê qedexe ye.

6 taxên navçeyê ji binî ve xera kirin

Di pêvajoya van qedexeyan de hilweşandineke mezin li navçeyê pêk hat. Di 21’ê adara 2016’an de ji aliyê Lijneya Wezîran ve ji 7 hezar û 714 ersan ji bo 6 hezar û 292 ersan biryara “cemawerkirina lezgîn” hat dayîn. Piştî vê biryarê 6 taxên navçeyê bi tevahî hatin hilweşandin. Dêr, mizgef, köşk, hemam û bi dehan avahiyên dîrokî jî para xwe ji van hilweşandina girtin.

3 hezar û 569 avahî xera kirin

Li gorî raporên ku Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) amade kirin; 334 ji wan tomarkirî bi giştî 3 hezar û 569 avajî hatine hilweşandin. Li şûna van agahiyên ku hatine hilweşandinbi kevirên bazalt ên bi makîneyan hatine birîn otelên bûtîk hatine lêkirin. Avahiyên ku bi yek reng û tîpê ne li gorî avahiyên bajar hatine çêkirin hê jî lêkirinên wan didomin.

Xwestin malan di TOKÎ’yan de bi cih bikin

Ji bo malbatên ku dema qedexeyan ji neçarî ji navçeyê koç kirin jî peşniyar kirin ku ya ersên xwe bifiroşin an jî li malên TOKÎ’yê bi deyn ji xwe re malan bikirin. Piraniya malbatan peşniyara firotina ersên xwe qebûl nekirin û xwestin li şûna malên ji wan re mal bên çêkirin. Lê ji bo her metreçargoşeyeke van malan 2 hezar TL hat xwestin. Malbatên ku nikaribûn vî pereyî bidin ji neçarî li TOKÎ’yên Ûçkûyûkar û Çolguezeliyê ji xwe re malan bikirin. Ji bo van malan malbat ketin bin deynê bi deh hezaran lîreyan.

Avahî dişibin girtîgehan

Li aliyê din ji hewa ve dîmenên avahiyên ku hatine lêkirin hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku hê jî hilweşandina avahiyên li navçeyê didome. Dîsa rengê lêkirina avahiyên bi yek rengî û tîpî jî bala mirov dikişînin. Avahiyên ku nêzî sûran hatine lêkirin dişibin girtîgehê û deriyên wan dertên yek hewşî û derdora wan bi tevahî girtî ye.

Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Gokhan Altay, bi Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman ku ji destpêkê ve pêvajoya li Sûrê dişopîne re li ser hilweşandina li navçeyê, rewşa dawîn û avahiyên tek tîp axivî. Kahraman, da zanîn ku li gorî lêkolînên wan li 46 donimî hilweşandin pêk hatiye û wiha got: “Bi vê hilweşandinê re 89 avahiyên tomarkirî xesar dîtine. Li devereka ku niha têketina wê qedexe ye sererastkirina 49 avajiyên tomarkirî didome. Xebata van avahiyan salek berê dest pê kiribû.”

Kahraman, destnîşan kir ku avahiyên tên lêkirin ne li gorî avahîsazîbûna sivîl in ne jî li gorî avahîsazîbûna kevneşop in û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Gelek avahiyên ku hatine lêkirin dişibin girtîgehan. Hewşek heye û mal li dora vê hewşê hatine rêzkirin. Paceyên van hemû avahiyan li hewşê dinerin. Bi vî awayî mahremiyet jî ji holê hatiye rakirin.

Kesên proje amade kirine, ne ji Amedê ne û mîmariya Amedê nas nakin

Kahraman, bibîr xist ku gel û rêxistinên sivîl tev li projeyê nekirin û wiha got: “Ji ber vê yeke ev proje bûye sedem ku avahiyê dûrî avahîsazîbûna kevneşop bên lêkirin. Hemû plansazî, proje û pêvajo li Enqerê bi awayekî navendî hatin birêvebirin. Piraniya kesên ku projeyê xêz kirine ne ji Amedê ne jî avahiyên Amedê nedîtine. Kevirên hatine bikaranîn ne kevirên xwezayî ne. Em nikarin qala lêkirina malekê ya bi kevirên kevneşop bikin. Ruhekî avahiyan tune ye. Bi mejîyê ‘Em îhale bikin û pere qezenç bikin’ hatine çêkirin.”

Kahraman, bi lêv kir ku avahiyên hatine lêkirin tek tîp in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Avahiyên hatine çêkirin qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta tekperestiyê ye. Em dikarin çavdêriya rewşa niha bikin. Lê ne diyar e ku kîngê pêvajoya xebatên lêkirinê bi dawî bibin. Vê der barê de tu daxuyanî jî nayê dayîn. Heke wiha bidome bi salan ev xebat bidomin.”