27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tolik

Girêsîran bi sîr a lê lê lê lê Meyro
Gîrxopanê bi sîra tolikvanê Meyro
Van siwaran hîre hîre lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro wezîrê tolikvanê Meyro

Heta wê rojê min nizanibû tolik tê xwarin, yanî wek xwarinê. Bi zarokî me nanikê wê dixwarin, lê wek pirpar an jî silqok(îspenax) çêkirina wek aşê-xwarinî min nedîtibû.

Dema tengesirî, fermandarê yekîniyê ez û hevalekî nexweş peywirdar kirin ku em tolikê bi hev din. Hela, hela… Kerekî me yî henûn jî hebû li gel hespekî. Me têrek avêt ser kerê û me da rê. Hevalê min devera tolikê dizanibû.

Heyirî bûm, bipirsim an na! Cahiltiya xwe ya di vî warî de jî veşêrim nabe. Heta vî emrî çawa ez nizanim ku tolik aş e! Lê va wisa ye.

Dûrika Meyremxan ket bîra min. Himm, her wiha bi rastiyekê re rû bi rû me. Warê ku em çûnê gova şivanan bû. Şikeftên zêde, zibil û tolika zêde. Me barek tolik da hev. Îca qelandina wê, şorbeya wê, wek ku fermandarê heremê got; “em pê virikî” bûn.

Jiyan wisa ye. Niha zêdeya wan cangorî ne. Ligel ku em gelek rastiyan ji wan hîn bûn, ev bîranîn her dem dilê min têşîne. Carinan ji bo rêzdariya wan em li malê tolikê çêdikin, ma îsal jî rijiyaye ha…

Girêdayî vê dilêş û rêzdariyê di vî temenê dirêj û mişt bobelat de, rastiyek xwe rû dide. Jiyan ji me kurdan re pir giran û buha ye. Tiştekî ji xelkê re ji rêzê, ji me re bi berdêla xwîna ciwanan û cangoriyan e. Li vê xakê tu kîjan kevirî bileqînî xwîn diherike. Dar û ber tev bi xwînê aj didin. Di civakê de her nirx û bideskeftiya me zêde buha û giran li ser me rûniştiye. Bi nasnameya xwe ya Kurdewar tu nikarî bibî Keyayekî jî. Biborin ne ku astê dadixim. Ji bonî fêhmdarî û nirxandinê mînakan didim. Herê, her mirov û asta xebatê û her candar ji min re pîroz e. Lê welehî em zêde êşiyan. Divê mirovahî ewqasî neketa bin lingan. Hovî û neyartiya zordestan hestên me jî xeritandin. Bindestî û zordestî tu dibejî qey jiyana me ye. Herê delalino, wele bindestî, nîrê bindestiyê zedê zor e lo… Herê “teori rengxwelî û jiyan kesk e” wek ku şoreşgerê mezin gotiye.

Lê dil ewqas hovîtî, bêrêzî, zordestî û neheqiyê ranagire.

Helepçe, Geliyê Zîlan, Geliyê Godernê, Girê Şêran, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Efrîn… Hayho hawar e. Ev çi nifir li me bûye. Genîtiya edoqewm û xwefiroşan ya kurmên darê li aliyekî, li aliyê dine Şingal, Kerkûk, Mehabad, jidestçûna şaredarî û saziyên kurdî, girtina şaredar û parlamenteran û xwîna ciwan li gel lehengî û serhildêran.

Jiyan çiqas wehşî ye, hov e. Ka mirov, jiyan, hebûn û jiyana ruhberan pîroz bûn! Derewên olî, zanistî, civaknasî…. Ma mirov, rûmet, mirovahî ewqasî dikeve!

De lo, dile min ji mirov dixele êdî, biborin…

Aax dilê min. Me ji zaroktî, ciwanî û navseretiyê, xwe bi nirxên mirovîn girêda, hê jî…
Lê jiyan, rastî, rasteqînî. Heqîqet, ka heqîqet! Ne wijdan, ne mafdarî, ne jî edalet heye. Nexwe rastî û jiyan ev e! Xwedêkirî ku berxwedan, berxwedan û parastina heqîqet û mirovahiyê ya parastina candarî , Xwezayî û Gerdûnî heye…

Belê, em evîndarê hêviyê ne.

Ma ne Zardeştê hemdem dibêje; “Hêvî ji serkeftinê birûmet-tir e.”

Belê em rêwiyê heqîqetê û azadiyê ne…

Ligel hemû kul û kederan, bi silavên ruhşadiya cangoriyan;

“Girêsîran bi ce ye lê lê lê lê Meyro
Gîrxopanê bi ce ye tolikvanê Meyro

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê