26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar

Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Umît Ozdag di ser komkujiya ermenan gef li parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Garo Paylan xwar. Garo Paylan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî twîtterê, der barê komkujiya ermenan û yek ji berpirsê komkujiyê Talat Paşa de parvekirinek kir û di parvekirinê de wiha got: “Piştî 106 salan, em li kolanên ku li ser navê Talat Paşayê ku mîmarê komkujiyê ne, dimeşin. Navê Talat Paşa li dibistanan fêrî zarokên me dikin. Heke îro li Almanyayê kolan li ser navê Hîtler hebûya, zarokan li dibistanên li ser navê Hîtler bixwenda, Almanyayeke çawa dê çêbibûya, em îro li Tirkiyeyeke bi heman rengî dijîn.”

Umît Ozdag twîta behskirî ya Garo Paylan jê wergirt û li ser hesabê xwe yê twîtterê gef li Paylan xwar û wiha got: “Zilamê bêedeb ê tehrîkkar. Heke ne bi dilê te be, bicehime biçe. Talat Paşa ne ermenên welatperwer lê yên wekî te ku di piştê de lê dixin, sirgûn kir. Helbet gava ku dema wê bê tu yê jî serpêhatiya Talat Paşa bijiyî û divê tu bijî jî.”

Piştî gefa Ozdag li ser medyaya civakê gelekk bertek û nerazîbûn hatin nîşan da. Her wiha parlamenter Payla bi twîteke din bersiva gefên Ozdag da: “Bermahiya zihniyeta ku gelê min qir kir dibêje ‘em ê dîsa bikin’. We li me xist qey em nimirin? Em mirin. Lê belê kesên man, dev ji têkoşîna ji bo edaletê berneda. Piştî min jî wê dev jê bernedin… Welatiyên biwijan ên piraniya vî welatî ne, meydan ji kesên mîna te faşîst re berneda, îsa jî berndin…”