Rojnameya Heftane

Vîrus li malê ye!

Ji bo xweparastina li dijî vîrusê her tim bangewaziyên "Li malê jiyan xweş e" û "li malê bimînin" hatin kirin, lê belê dengê jinên li malê hatin kuştin û bi şîdetê re rûbirû man nayê bihîstin. Jin bi kujer û êrîşkaran re rûbirû hatin hiştin

Navenda Nûçeyan

 Li gorî daneyên dawî heta niha li tevahiya cîhanê nêzî 4 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û nêzî 300 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane. Ji destpêkê heta îro der barê mijarê de gelek nirxandin û şîrove hatin kirin. Pêvajo ji nêz ve hat şopandin. Bandora vîrusê ya li ser dewlet û civakê, siyaset û aboriyê, xweza û mirovahiyê bi her awayî di vê pêvajoyê de hat şîrovekirin.

Ne tenê qadek hemû qadên jiyanê ji vîrusê bi bandor bûn. Di pêvajoya vîrusê de jiyan ne wekî berê ye û gelek tişt guherîn. Di nav civakê de tirs û di nav dewletan de jî fikara aboriyê zêdetir li pêş e. Di pêvajoya vîrusê de jî cudakariya di nav civakê de derket asta herî jor. Kesên li malê dixebitin, kesên ji neçarî di karên bingehîn de dixebitin, kesên bêkar û bêdahat man û kesên hatin jibîrkirin.

Krîza aboriyê

Ligel kesên li malê bi rêya înternetê karê xwe yên rojane didomînin li gorî kesên din bi şans bûn. Kesên di qadên tenduristiyê, înşaatê, kargehên xwarin û vexwarinê, cotkariyê, paqijiyê, xwedîkirina pîr û kalan, dermanfiroşî, ajokariyê de dixebitin di vê pêvajoyê de jî bê ewlehî dixebitin. Gelek kesên di karê bazirganiya perakende dikirin, restoran û mexazayan de dixebitin ji kar hatin dûrxistin an jî derxistin destûra bêpere. Ev kes di vê pêvajoyê de bêsîgorte û bêdahat man. Her wiha kesên hatin jibîrkirin jî hebûn; wekî girtî, penaber, karkerên demsalê, kesên bêmal, malên xwedîkirina pîr û zarokan. Ev kes bêtir bi vîrusê re rûbirû man.

Newekhevî û cudakarî

Li dijî belavbûna vîrusê tedbîrên dewletan çend hatibin sistkirin jî hêj di meriyetê de ne. Tedbîrên di serî de hatin girtin, li tevahiya jiyanê bû sedema guhertinan. Tedbîr hatin wergirtin û guherînên pêk hatin bêtir li jinan bandor kir. Jina di jiyana rojane de bi zext û zordariya pergala serdest re ribûrû dima, bi girtina tedbîran re jin bêtir bi zor û zehmetiyan re rûbirû man. Di pêvajoya ev qas bixetere de newekhevî û cudakariya li hemberî jinê zêdetir bû.

Bi mirinê re rûbirû man

Dema kargeh û fabrîqe hatin girtin di serî de jin ji kar hatin dûrxistin û derxistin destûra bêpere. Wekî her tim di vê pêvajoyê de jî bi xebata û heqdestê hindik hatin xebitandin. Jinên li derve dixebitin bi her awayî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Jinên di qada tenduristî, paqijî, kargo,depo  û kargehên xwarin û vexwarinê û hwd. de dixebitin, destûra wan a heftane ji ber zêdebûna kar hatin betalkirin, gelek caran heqdestê wan nehatin dayîn û an jî bi hinceta krîza aborî  heye heqdest kêm hatin dayîn. Ji bo jinên dixebitin kel û pelên parastinê yên wekî lepîk, maske û tulim nehatin dayîn, an jî kêm hatin dayîn. Dema jin bertek nîşan dan jî bi derxistina ji kar hatin tehdîtkirin.

Bêdeng man

Li cîhanê bi milyonan jin niha li malên xwe karê xwe didomînin. Ev tişt bû sedem ku jin di nav rojê de hem bi karê xwe re û hem jî bi karê malê re mijûl bibin. Xebata jinê ya li malê berpirsiyariya jinê zêde kir û jinê hewl da ku hemû pêwîstiyên malbatê bi cih bîne. Ji bo karê xwe yên derve winda nekin jin bêdeng man.

Bêparastin man

Her wiha bangewaziyên wekî “Jiyan li malê xweş e”, “Ji malê dernekevin”  û “Li malê xwe biparêzin”, “Ji bo rojên xweş li malê bin”, “Li dijî vîrusê li malê bin” û “Ji bo hezkiriyên xwe li malê bin” hatin kirin. Bi girtina tedbîran re bi milyonan kesan xwe ji civakê îzole kir. Hişmendiya tu caran keda jinê ya li malê dihat dayîn nedidît, di dema vîrusê de jî heman hişmendî li malan serdest bû. Li dora jinê dîwar hatin danîn û bê deng û bê parastin hatin hiştin.

‘Jiyan li malê xweş e!’

Şîdet û kuştina jinê di pêvajoya îzlasyonê de zêdetir bû. Çawa ku her roj daneyên vîrusê zêdetir dibin, daneyên şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê jî her roj zêde dibin. Di vê pêvajoyê de li Çînê şîdeta li hemberî jinê 3 qat, li Fransa û Amerîkayê ji sedî 30 zêde bûn. Her wiha li Îngilîstanê ji sedî 65’ê jinan ji ber şîdetê gilî kirin. Li Danîmarkayê hejmara jinên k serî li stargehan dane zêde bû û asta şîdeta li Spanyayê jî zêdetir bû. Li Tirkiyeyê jî di nav 2 mehan de 68 jin hatin kuştin. Her wiha li Tirkiyeyê ji ber qanûna înfazê bi hezaran kujer, êrîşkar û tecawizkar serbest hatin berdan. Li şûna ku hemû dewlet li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê tedbîr bigirin, jinan bê parastin hiştin û di ser de jî gotin “Jiyan li malê xweş e!”

Divê jin ji xizmetên tenduristiyê sûdê bigirin

Nûnerên jin ên Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser xizmetên tenduristiyê û gotin di vê pêvajoyê de jin nikarin sûdê ji xizmetên tendirustiyê werbigirin.

Jinan destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî pandemiyê de xebatkarên tenduristiyê li pêş in û ji sedî 70 xebatkar jî jin in. Di daxuyaniya hevpar a jinan de wiha hat gotin: “Her çend hejmara xebatkarên jin zêde bin jî jin dema xizmetgirtinê de bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji bilî nexweşiyên fizîkî û derûnî divê jin bi rihetî xwe bigihînin xizmetên plansaziya malbatê, ducanîbûn, çavdêriya berî û piştî welidandinê, pêvajoya menopozê. Divê mafê kurtajê neyê sûîstîmalkirin, kurtajên bi derengî di çarçoveya lênihêrîna lezgîn de were nirxandin û hebên jiberçûnê ya ducanibûnê jî divê bi reçeteyan werin standin.”

Ji bo girtîgehan planeke lezgîn hewce ye

Desthilata AKP-MHP’ê bi hinceta vîrusa koronayê qanûna înfazê ya tenê mafê girtiyên edlî diparêze derxist û zêdeyî 100 hezar girtiyên edlî serbest tên berdan. Lê girtiyên siyasî û nexweş li girtîgehan bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Rêxistinên demokratîk û sivîl ku di nav de komele, ode, sendîka û partiyên siyasî jî hene, daxuyaniyek hevpar dan û xwestin girtiyên metirsî li ser tendursitî û jiyana wan heye bi lez serbest bên berdan.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Li gorî tê xwestin paqijî nayê kirin, malzemeyên paqijiyê û dezenfekteyê nayê dayîn, girtiyan dernaxin revîrê û nabin nexweşxaneyê û tedbîrên li dijî vîrusa koronayê nayên girtin û ev rîska wan a bi ketina şewbê zêdetir dike. Sazî û rêxistinan xwest bi lezgînî ji bo girtiyên siyasî û nexweş ku di bin rîskê de ne planek bê amadekirin. Daxuyaniyên  wezareta dadê têr nakin. Li girtîgehan çend kes bi şewbê ketine û rewşa wan çi ye nayên gotin.”

Di daxuyaniyê de daxwaz wiha tên rêzkirin: “Divê ji bo hemû girtîgehên li Tirkiyeyê pêkanînên parastin û pêşîlêgirtinê bên kirin û ev pêkanîn ji kontrolê re vekirîbin. Girtiyên darizandina wan didome û cezayê wan teqez nebûye û di asta temyîz-îstînafê de ne demildest bên berdan. Di vê pêvajoyê de revîr û sewqên nexweşxaneyan ên hatibûn rakirin careke din bikevin meriyetê. Cezayê girtiyên nexweşên giran û nexweşên kronîk  ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîmin bên taloqkirin û bên berdan. Divê ji bo berdana girtiyên nexweşînên wan hene şertê rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bê rakirin û raporên nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê û zanîngehan jî bên qebûlkirin.”