26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leyla helbest e

Leyla Qasim, jineke leheng û şervan bû. Ji kurdan jina yekem, li dinyayê jî jina çaremîn e ku bûye  esîra siyasî û bi mirinê hatiye tewanbarkiri. Di dîroka jina kurd de û ya Kurdistanê de cihekî wê yê awarte heye. Bi kurtasî mirov dikare bêje, Leyla Qasim  sembola têkoşîna  rizgariya jinan a neteweya kurd e.

Leyla Qasim di sala 1952’an de li  Xaneqînê tê dinê. Leyla keça Dalaho Qasim û Kanî ye. Ji rêza sêyemîn xwişka çar birayan e. Navên birayên wê, Sebîh, Selam, Sefa û Selah in. Di çarsaliya xwe de, koçî Hewlêrê dikin. Bavê wê rêncberiyê dike ew jî bi diya xwe re diçe di bostanan de dixebite. Zimanê erebî di dibistana seretayî de hîn dibe. Piştî dibistana amedehiyê diqedîne bavê wê li gor rewşa xwe ya feqîr û tengezar jî dixwaze keça wî bixwîne û bibe xwedî pîşeyek.

Di sala 1971’î de li Zanîngeha Baxdayê dest bi perwerdeya civaknasiyê dike. Di demeke kurt de li vir dibe endameke çalakvan a Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK). Leyla li ser pirsgirêka kurdan û li ser mafê jinan pir disekine, ji ber vê yekê pir bandor li xwendavanên zanîngehê dike.

Layla Qasim û malbata wê geşedanên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.  Di emrê xwe yê ciwan de biryar dide ku gelê kurd, ji ber dijwarî û esareta rejima Baasê rizgar bike û ji bo Kurdistaneke serbixwe têbikoşe.

Leyla di şanzdehsaliya xwe de bi birayê xwe re ji bo zilm û zordariya rejima Baasê ya li ser kurdan şermezar bikin, belavokan dinivîsin û belav dikin.  Leyla hêdî hêdî li derdora xwe dibe wek model û bi kiryarên xwe cesaret dide xortan, nameze jî dide keçên kurdan, da ku di têkoşîna siyaseta kurdan de cih bigirin.

Leyla  di sala 1970’î de  dibe endama Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK), di wê demê de di navbera Seddam Huseyîn û  Mele Mistefa  Barzanî de peymana xweseriya Kurdistanê  tê çêkirin. Li gor peymanê dê Hewlêr bibûya paytext. Dê di navenda hikûmeta Iraqê de 5  wekilên kurd  bihatana hilbijartin. Dê zimanê kurdî bibûya zimanê fermî yê duyemîn. Dê ji dibistana seretayî û heya zanîngehê perwede bi seranser bi kurdî bûya û dê geşedana çap û weşanên kurdî pêk bihatina. Lê ji ber hinek dewlet rê li ber digirin, peyman cihê xwe nagire  û her diçe êrîşên girantir li kurdan dikin. Her roj bi dehan ciwanên kurd qetil dikin û bi hezaran kesan ji gundên wan derdixînin.

Di wê navberê de Leyla Qasim di hemû qadên siyaseta kurdî  de hespê xwe diajo. Leyla û hevalên xwe doza Kurdistaneke serbixwe dikin û îdia dikin, heya kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe, dê tu caran nekarin ji bin esareta mêtingeran xelas bibin.

Leyla Qasıim di domana xebatên xwe yên siyasî de rastî xortekî  ê bi navê Cewad Hemewendî tê û di navbera wan de evîneke xurt dide der. Evîna wan a duyemîn jî Kurdistaneke serbixwe ye. (Ji bo vê evînê,  herdu jî tên darvekirin)

Leyla Qasim û hevalên xwe biryar didin ku ev zilm û zordariya li ser kurdan tê kirin, bi çalakiyên cuda cuda hawar û gaziyên kurdan ragihînin dinyayê. Bi vê armancê, 24‘ê mijdara sala1974’an de ji balafirgeha Bexdayê balafirekê direvînin.  Bes bi ser nakevin. Leyla bi hevalên xwe yê bi navên  Nerîman Fuad, Hesen Heme, Reşid  Azad Silêman Miran û destgirtiyê xwe Cewad Hemewendî re ji aliyê rejima  Baasê ve tên girtin. Îşkenceyên pir giran li wan tên kirin û piştre 12’ê Gulana 1974’an de tên darvekirin.

Leyla Qasim di dema darizandinê de ji dadger re wiha dibêje: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez ji vê  yekê serbilind im.” Û gava diçe ser sêdarê jî sirûda “Ey Reqîb” dixwîne.

Vê gavê li başûrê Kurdistanê çend akademiyên jinan bi navê Leyla Qasim hatine vekirin, çend peykerên bîranînê ji bo wê hatine çêkirin, çend pirtukên lêkolînê li ser jiyan û têkoşîna wê hatiye nivîsandin, çend konferans û kongre ji bo bîranîna wê hatiye darxistin.

Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsîne. Şêrko BêkesTîrêj û gelek helbestvanên ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de qala canfedayiya Leyla Qasim kirine. Tê gotin hinek helbestvanên filistînî jî behsa qehremaniya Leylayê kirine.

Her wiha, hunermendên kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leylayê bi bîr tînin.

Hunermendên navdar Şehrîbana KurdîCiwan HacoBengînHeme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên kurd ku der heqê Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.

Seyda Hêmin Mûkriyanî  helbestvanê neteweyî yê çaxê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje:

Ke to toray le çawim wek xewî min

Le biskit reştire mangeşewî min

Biro Mecnûn be Leylay xot menaze

Ke nawbangî pitir derkird ewî min

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!

Be keyfî xot petit bawêje estom

Ewe pet niye mîdalî îftixare

Ke bûme qaremanî mîlletî xom.

Her wiha, Seydayê Cegerxwîn jî di helbestên  xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje:

Leyla keça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfîda

Xweş bin ji te jar û geda

Leyla çiraxa şevreş e

Wê rû li kurdan kir geş e

Kuştin bi me kurdan xweş e

Zordarî êdî nameşe!

Leyla bijî, sed aferîn

Ji bo me bûye ol û dîn

Dîsa li min der bûn birîn

Heta ciger min bûye xwîn!

Leyla

Şêr şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek asin e

Leyla çî ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e

Leyla min e, Leyla welêt
Wê dil li min kir ar û pêt
Mizgîn li Kurd roja me têt
Dijmin ji tirsan maye şêt

Leyla çî ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku canfîda
Xweş bin ji te jar û geda

Leyla çî ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e

Divêm li pey te bêm ez jî
Çib’kim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî, Leyla bijî

Leyla çî ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê