Rojnameya Heftane

Warê ku dîrok jê dizê:GIRÊMIRAZA

Girêmiraza, mejiyê mirovan bi pirsên bê bersiv dagirtiye. Herkes ji hevdu dipirse û pirsên xwe bi pirseke din dibersivîne. Bi vî awayî gidîşa pirsan mezintir dibe, lê bersiv zîro! Di vê xalê de ez jî dixwazim pirseke ji wan pirsên dînan bipirsim û hinekî din mejî tevlihev bikim: Gelo hinek kesan ji şarsitaniyeke ezmanî ango fezayiyan hatin xwe nîşanî niştecihên li derdora Girêmiraza dan û piştî hingê wan mirovan dest bi avakirina van perestegehên hanê kirin? Mejî tam bû çeqilmast, ne wilo? Heta mejiyê meriv baş tevlihev nebe, zelal jî nabe! Binêrin. Bi rêya empatiyeke gelekî pêşketî, encax meriv dikane hinekî miraz û mexsedên wan însanên hanê yên 12 hezar sal beriya niha hinekî fam bikin. Heke ne ji bo armanceke pir, pir, pir, pir û pirrrrr mezin be, gelo kî dikanîbû wan mirovên hingê yên nîvkovî wanî wan organîze bike, bi wan kevir bi keviran bide birîn û kevirên 30 ton giraniya wan e, biterişîne û her wiha têêê nizanim ji ku bîne û bi awayekî estetîk li Girêmiraza biçikîne? Binêrin! Heta vê derê me hevdu bi pirsên

bê bersiv hilajot. Her çend me hewl da em pirseke xwe bibersivînin jî, ew bersiv jî bû zir-pirsek û derket pêşberî me.

Pirsên me di derheqê çi de bû? Helbet di derheqaê avakirina perestgehên Girêmiraza de bû. De vêca piştî hezar û pênçsed salî, bi destê heman kesan, sernuxwumandina van perestgehan jî, ew çend giloka pirsan mezintir dike. Avakirina van perestgehan derdek, sernuxwumandina wan jî derdên di ser derdan re ye!…

Ajalên li ser stûnên çikandî

Em pirsên xwe yên li jor ku bersivê li xwe vediguhezîne pirsê, li wir bihêlin û em werin li ser rewşa Girêmiraza ya niha ya berbiçav:

Tevahiya rolyefên li ser kêlber ên çikandî, meriv matmayî dihêlin. Lewra temamên wan rolyefan, bi sêwirandineke hostane hatine niqirandin. Lê çar heb rolyef henin, lêkolîner herî pir li ser wan disekinin. Çaxa meriv nirxandinên li ser van rolyefan tên kirin dixwîne, bi rastî jî meriv vediheje û di bîreke bê binî de wer dibe. Ez dixwazim hema di ser re qala van her çar rolyefan bikim.

Yek: Kevirekî qul î bi çember e. Du:Teyrê Sîsalk, ango Teyrê Keçel ê laşxwur e. Sisê: Teyrê Dodo ye. Çar: Jinek e ku çeqê xwe ji hev vekirî ne û zaroka xwe tîne dinyayê.

Ev rolyefên hanê, gelekî eşkere ye ku bi mebesteke taybet hatine sêwirandin.

Em werin ser sêwirandina rolyefa jina zaroka xwe tîne dinyayê: Ev sêwirandin a hanê, yekser girêdana xwe bi navê “Girêmiraza” re heye.

Du sal berê ez çûbûm ser Girêmiraza. Kalemêrek li ber devê derî bû. Ji qerta di hustuyê wî de diyar bû ku ew berpirsiyarek e. Gava ez nêzîkî kalemêr bûm, min têderxist ku ew Mahmûd Yildiz e. Mahmûd Yildiz, ew kesê xwediyê wê zeviya ku perestgehên Girêmiraza di nav de hatibû dîtin bi xwe ye. Mahmûd Yildiz, rîspiyekî ji wan rîspiyên ji dem û dewranên berê, ku meriv digot qey ji nav çîrokek mîtolojîk pekiyaye û derketiye pêşberî min.

Mîna ez nêzîkî kesek ji wan kesên mabedên Girêmiraza avakiriye, nêzîkî wî bûm. Dema apê Mahmûd Yildiz pirsên min dibersivandin, ez geh diçûm 12 hezar sal beriya niha, geh jî vedegeriyam wê kêlîka ez tê de bûm. Hesteke pir cuda bû.

Apê Mahmûd Yildiz digot:  “Ji ewila ewil ve darek tûyê li serê vî girî hebûye. Ew dar û derdora wê, cihê ziyaretê bû. Lê rojek tê ew dar hişk dibe. Hingê xalê bavê min radibe di dewsa wê darê de, dareke din a tûyê diçîne. Lê ev dar jî li ber hişkbûnê ye. Hema hema emrê vê darê jî nêzîkî sed salî ye. Dema berê, debara me tenê li ser sewalvaniyê bû. Pezên me jî pir bûn. Her sal kalikê min pezek li bin vê dara tûyê ya li ser Girêmiraza serjê dikir û xwarin datanî. Wekî din jî ji herêmê xelk ji bo şîfayê bibînin, an jî ji bo zarokên wan çêbibin, wan jî pez serjê dikirin, xwarin datanîn û ji xwe re li ber xwedê digeriyan…”

Hemû gewdeyê min seraping bûye cotek guh û ji bo sêra wê kêlîka bi raz xera nebe, ez qet napeyivim û hema hew ez ji xwe re li apê Mahmûd guhdarî dikim. Apê Mahmûd pêde diçe û peyvên xwe, nola hebikên morîkên tizbiya di destê xwe de berdide ser hev:

“Tu wer e ji xwe re li îşê xwedê binêre! Çend metre fireyî darê, hêkelê jineke ku zaroka xwe diwelidand derket.”

Ez di cihê xwe de sar cemidîbûm. Careke din ez ditûriskîm û diçim 12 hezar sal beriya niha. Gotinên apê Mahmûd di guhê min de dizinge û olan dide; dara tûyê ya ziyaretê, dua, jinên zarokên wan çênabin, hêkelê jineke ku ketiye li ber gede… Na, na! Teqez ez di xewnekê de me! Ji bo ez vê xewna xwe baş bi ruh bînim û ji we re vebêjim, divê dîsa ez bi trûskandinê vegerim vê kêlîka me ya niha.

Gorbihuştê Klaus Schmidt gotiye: “Wan mirovan, ji derdora çiyayê Qerejdaxê cehê bejî anîne û di zeviyan de çandine. Paşê jî, ji ava wî cehî bîra hilberandine. Wexta wan îbadet kiriye, bîra vexwarine. Piştî serxweş ketine, xwe di çembera wî kevirê qul re derbas kirine. Bi vî awayî xwestine derbasî alemeke din bibin (yan jî derbasî alemeke din dibûn)” Herwiha gorbihuşt Klaus Schmidt pêde diçe û dibêje: “Ev sêwirandina teyrê Sîsalk jî, dibe ku Şamanên wan, ango şefên wan mirovên hingê bin, xwe xistibin vî qilixê teyrê Sîsalk û bi vî awayî rîtuelên xwe kiribin”

Nivîskarê dîrokê yê navdar, Andrew Collins balê dikişîne ser rolyefa sêwirandina teyrê Sîsalkê, teyrikê Dodo û efsaneya Ferîşteyên sergumkirî yên di kitêba pîroz Hanokê de tê qalkirin. Her wekî tê zanîn ev teyrikê Dodo, beriya niha 300 sal berê nislê wî qelihiye. Dihat bawerkirin, ev teyrikê Dodo tenê li girava Madagaskarê jiyaye. Lê li gorî niştecihên Girêmiraza ev teyrikê Dodo li ser kêlberan/stelan sêwirandine, ev teyrikê hanê li vê herêmê jî jiyaye. Ez dixwazim hinekî qala teyrikê Dodo bikim: Mezinahiya vî teyrikê Dodo, bi qasî metreyekê bûye. Bîst kîlo giraniya wî hebûye û herwiha ji ber baskên xwe yên gelekî kurt, nikanîbûye bifire. Hûn dikanin bibêjin êêê, vêja çi eleqeya teyrikê Dodo û Ferîşteyên sergumkirî bi hev heye? Eleqeya wan a bi hev dikeve ev e: piştî cezakirin û sergumkirina Ferîşteyên sergumkirî, mafê wan ê firandinê jî ji destê wan hatiye girtin. Da ku nikanibin careke din ber bi ezmanan ve bifirin. Ji ber teyrikê Dodo jî digel ku teyrikekî pir mezin e, lê bê bask e û nikane bifire. Loma jî hin lêkolîner, Ferîşteyên sergumkirî û sêwirandina teyrikê Dodo yê li ser kêlberên Girêmiraza dirûberî ne.