26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê her sal bi navê Zara Mihemedî xelat werin belavkirin

Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê li mamoste Zara Mihemedî hatibû birîn. Zara Mihemedî, 8’ê çile hate girtin û ew xistin hepsa Sinê.

Saziya Kurdşop yek ji wan saziyan e ku di warê bipêşxistina zimanê kurdî de kar dike, rêveberiya saziyê bi daxuyaniekê ragihand ku ew ê her sal di roja girtina mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî de, xelatên bi navê Zara belav bike.

Rêveberiya saziya Kurdşopê bi daxuyaniyekê, girtina Zara Mihemedî şermezar kir û ragihand ku cezakirina Zara, isbata dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya ji bo bêdengkirina neteweya kurd e û wiha dewam kir: “Em ê xwedî li Zara Mihemedî derkevin, her sal roja 8’ê çile bi navê Zara em ê xelatê pêşkêşî dersbêj û çalakvanên zimanê kurdî bikin.

Saziya Kurdşop sala 2021’ê hatiye damezrandin, yek ji wan saziyan e ku ji bo bipêşxistina zimanê kurdî kar dike.