Rojnameya Heftane

Welatê Antîakosê zîrek: Komagene5

…Ji bo em roja xwe nekujin, dotira rojê piştî taştê, em lêdixin diçin tumulusa Qereqûşê. Riya me di nava gundekî re derbas dibe. Ev gundê ji hev belawela û her maleke wê li derekê, li hemberî şaxeke bendava Ataturkê hatiye avakirin. Li pêşiya her malekê, baxçeyên ji gelek cure darên mêweyan heye. Axa zêrîn a bi xêr û ber ya destbela, hemû comerdiya xwe herikandiye reh û rincên darên mêweyan. Ev darên mêweyan, nola jinên ducanî, bedena xwe nû dikir. Darên bi siûd, ji axa comerd xwedî dibûn û ew durrê dayika axê, nola şîrê pêsîra dayikekê, dimijand devê mêweyên li ser guliyên xwe. Ango, devên mêweyan di guhanê darê de bûn, devê reh û rîşalên darê jî di guhanê dayika axê de bû.

Çûkên beytikê li ser guliyên darên tûyan, dikirin şîrreşîrr. Beytikên berkurka xwe ji tûyên şîrîn têr kiribûn, edetî gewî û serxweş ketibûn.

Di nava dêrisê gundê gewre de, duryanek derdikeve pêşberî me. Ji ber ku em gelek caran bi navîgasyonê xapiyabûn û navîgasyonê nola teyrika şevxapînokê berê me dabû ser riyên şaş, em nikarîbûn tam ji ber wê jî amîn bibûna. (tiştekî balkêş e ku heta hişê telefonên zîrek jî, li vî welatî tevlihev dibe û dibe çeqilmast) Loma em çavê xwe li benîademiyekî dipelînin, da ku em rêya xwe jê bipirsin. Li pêşiya me, jineke ciwan ji me ve xuyanî dibe. Hurmetê, pişta xwe daye hêla rê û çêlekên xwe di nav mêrga li kêleka rê diçêrîne. Hevalê me yê ajokar diçe li texma wê dibêje zing û disekine. Rojbixêrekê didê, lê nîvbîstikekê bêdeng dimîne û nola beqên pêjn bi ser bikeve, kurr hildiçine.

Ez vê bêdengmayê miraq dikim û ez serê xwe ji ser telefona xwe radikim. Bi rakirina serê xwe re, ez tavilkê sedema bêdengmayînê fam dikim; qîza 17-18 salî, nola dara selwiyê tîk sekinandî, di ser milê xwe yê rastê re fitilîbû û li hêviya dubarekirina pirsa tênegihiştibûyê, bû. Kirasê wê yê feleknazî yê sorgulî, li ber surra bayê tiral ê bawerzînê, bi nazikî pêl vedida. Şewqa guharê wê, li ser gewriya wê ya nola qirrika qazê, diteyisî. Te yê bigota qey em li qertpostalek ji wan qertpostalên mankenên ku rahiştine satilên şîr û diçin bêriyê, temaşe dikin.

Ez radibim ji qazîka xwe dikuxwînim, da ku hevalan bi xwe vehesînim. Bi kuxîna min a derwînî re, zimanê hevalê ajokar bi peyvê dikeve û bi awayekî fedyok û liberxweketî, dibêje: “xwişkê, gelo ev rê….”

Tomofîla me, nola kêzikekê dabû ser lefekê riya qîra nola lefekê marê reş û ber bi tumulusa Qereqûşê ve dilucimî û pêşve diçû. Heke bernasekî bi baldarî li tomofîla me binêriya, teqez wê têderbixista ku em bi dengê hêla, xwe bi xwe dikenin…

Tumulusa Qereqûşê

Ev tumulusê hanê, tirba bîrdariyê a çar dotmîr û şahbanûyên şahînşaha Komagene ye. Tê texmînkirin ku ev tirba bîrdariyê ya diya Mîtradateyê 2. Îsîas, xwişkên wî Laodîke û Antiochîs, her wiha birazya wî Aka ye. Ev tumulusê hanê B.Z di navbera salên 36-20’î de hatiye sêwirandin û serdanpê ji kevirên devê çeman û helanê kendalan hatiye çêkirin.

Li ser stûna başûrê tumulusê, teyrê navdar ê ku navê xwe daye vê tumulusê li ser stûnê tunddayî, me pêşwazî dike. Teyr, baskên xwe kokevanî vekiriye, sînga xwe daye gêdûka bayê jêrîn û bi wan awirên xwe yên tûj ziq li paytext Samsatê dinêre.

Li hêla rojhilatê tumulusê, du stûn li kêleka hev in. Li ser stûna hêla jêr, gaboxeyek mexel hatiye û berê wî li hêla çiyayê Nemrûdê ye.

Em dizanin li ser stûna hêla jor jî, şêrek hebûye. Lê heydût û keleşên defîneger, ew zir-peyker ji ser stûnê danîne û hewl dane wî şêrî bidizin. Lê diyar e go ji wan keleş û heydûdan re neserifiye û şêrê gewre li bakurê tumulusa Qereqûşê hiştine. Ez bi êşeke dilguvêşîner li dora şêr dizîvirim. Mixabin, guhê şêr û qismekî rûyê wî yê hêla çepê şikestî ye. Bi humetî ez destê xwe bi wê dera şikestî didim. Mîna meriv birîna pêlewanekî bikewîne, aha wanî bi rêzdarî û ew çend jî dilbirehm tevdigerim.

Hema ji şêrê birîndar wêdetir, ango li bakûr-rojavayê tumulusê, stûneke din jî heye. Li ser vê stûnê, rulyefa Mîtradateyê 2. û xwişka wî Laodîke heye. Herduyan destê hevdu guvaştine. Em ji vê rulyefa hanê têderdixin ku xwişka qral Mîtradateyê 2. Laodîke jî di mava rêveberiya şahînşahiyê de cîh girtiye.

Ev tumulusê hanê, bi destê defînegerên alman û bi ataxiya rêvebirên dewletê, hatiye şêlandin. Lê baş nayê famkirin ka çiqas tişt derxistine û çiqas tiştên ji ber wan filitîne û hîn jî di binê tumulusê de razayî ne.

Pira Genderê/Cenderê

Em ji tumulusa Qereqûşê derbasî ser pira Cenderê ya 1800 sal berê, ji hêla romayiyan ve hatiye avakirin, dibin. Pira Cenderê, di devê geliyekî kûr de hatiye avakirn û 55 km dûrî Semsûrê, 23 km jî dûrî çiyayê Nemrûdê ye. Ev pira nuwaze, tê texmînkirin yekane pira Romayê ya sipîsaxlem li ser niga ye û li ser çemê Kextayê hatiye avakirin. Pira gewre, Sîncîk û Kextayê digihîne hev. Împeratorê Romayê, Septimius Severus stûnek ji xwe re, yek ji hevjîna xwe re û dudayan jî ji her du kurên xwe re daye nezirkirin. Lê stûnek kurekî wî, ji hêla kurê din ve hatiye rûxandin. Rîwayet ew ku kurên împarator, ji bo textê împeratoriyê bi hev ketine û yekê yek kuştiye. Yê sax, sitûna li ser navê birê xwe yê kuştî hatibû nezirkirin ji binî ve dirûxîne. Loma jî, li hêla Sîncîkê tenê stûnek li ser piya maye.

Pir, 120 metre dirêj e û li ser kemereke 92 bloq kevirên 10 ton giran, hatiye avakirin.

Kela Kexteyê

Piştî pira Cenderê, berê me li kela Kexteyê ye. Riya me tenê 5 km li ber xwe dide; yek û dudo em digihêjin Kelê. Kela li ser kelateke 300 metre bilind hatiye avakirin û çemek di navbera wê û havîngeha Komagene Arsemiyayê re derbas dibe.

Ji ber restorasyonê, zêde derfet çênabe em baş li nava wê bigerin. Li gorî lêkolînan, temelê vê kela hanê, ji hêla kûmûhûyan ve hatiye danîn. Paşê jî xelkê Komageneyê li ser vê zêde kirine. Kele, cara dawî ji hêla Eyûbî û Memlûkiyan ve hinek beş lê hatine zêdekirin.

Tê gotin ku xelkê hingê yên li vê herêmê, birayê “Osman Xazî” (avakarê dewleta osmanî) yazdeh salan di vê kelê de dîl digirin. (Ez vê agahiya hanê di lênûska xwe ya berg-çermînî de qeyd dikim û notekê li jêr datînim, dibêjim: ev mijar, motajî lêkolîneke berfirehtir e)

Ji zindanê bigire, heta hemam, çarşî, mabedên ayînî, embar, qesra qral û gelek avahiyên dîtir jî di nava kelê de hene.

Li vegerê pezkoviyek, tevî du karikên xwe û nêriyek li ser kelata hember li qadraja qamereya me dialiqe. Her du karik, li berpala kelatê ya wek dîwarê kelehê serberjêr, didan lotik û çirtvîrkan; bi çindik, geh dadiketin jêr û geh derdiketin jor. Aqrobat û canbazên li ser şirîtan jî nikarîbûn ew çend xwe li ser wan taht û terrîşeyan hilavêtana. Nêriyê quloç-kevanî jî, nola zanamendekî rûspî li ser pozê zinêr sekinîbû û bi tiralî kayina xwe dikir. Ev dîmenên van ajalên şîrînok û esîl, deriyê cîhaneke kevnar û entîke li ber min vedike; belê. Pezkovî, sembola pêşiyên me kurdan a serê hezaran salan e! Ma ne pezkovî û kurdên reş bin, hed û hudûdê kê ye ku bikaribin di van asêgehan de wanî bijîn?!

Bi vê suprîza nuwaze em ji kela Kexteyê vediqetin, dikevin ser rê û dirban. Belê, dîsa berê me li çiyayê Nemrûd, Textê Yezdan e. Derketina ser lûtkeya çiyayê Nemrûdê, ji bo me fînala lêkolînê ye.

Bi hêviya di xeleka bê de, em bi hev re derkevin ser çiyayê Nemrûd û yezdanên li ser qaîdeyan bitewafîne.

Li bendê bin. Ev rêzexeleka nivîsê ya li pêş, rêzexeleka nivîsa welatê Antîakosê zîrek, Komagene ya tewra dawî ye.