26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatê Antîakosê Zîrek: Komangene 3

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Bajarê Zeûgmaya Komageneyê di çax û benga xwe de, bi qasî Stenbola niha xwedî girîngiyek jeostratejîk bûye. Lewra çemê Ferêt, sînorê cîhana rojhilat û ê rojava bûye. Û her wiha hemû tîcareta van herdu cîhanên dijberî hev, di ser bajarê Zeûgmayê re pêk hatiye. Di serî de tîcareta kole, hesin, darên qajê, zeyt, şerab û gelek tiştên din di ser vî bajarê nuwaze re dihat kirin.

Tişta meriv jê re heyran dimîne ew e ku bêyî şer, Komagene vî bajarê ev çend stratejîk û dewlemend, tevî erda welatê xwe dike. Li ser kîtabeyan hatiye nivîsîn ku hukumdarê împeratoriya Romayê Pompey, hatiye bi qral Antîakos re rûniştiye û nola mutefîkên hev tevgeriyane. Hingê Pompey ji zîrekî û ciwanmerdiya Antîakos re heyran maye. Loma jî Pompey bajarê Zeûgmayê dibexşîne Antîakos; ango bajêr bi ser erda Komageneyê ve berdide. Ev yeka hanê ji bo Antîakos û Komageneyê, zafereke bêpayan bûye.

Kişifkirina Zeûgmayê

Rojekê çotkarekî baxçê fistiqan diçe ji berpirsên eleqedar re dibêje: “Li devbesta nêzî çemê Ferêt, mozaîq derdikevin û defîneger wan deran bi qaçaxî dikolin û mozaîqan dişêlînin.”

Ev cotkarê ciwanmerd ji dilpakiya xwe qala xwe û bavê xwe jî dike û pê de diçe, dibêje: “Bavê min bi xwe jî bi xêra van mozaîqan, zewiciye û heqê qelenê xwe ji van mozaîqan derxistiye. Heta ez bi xwe jî çaxa ji leşkeriyê hatim, ti tiştekî me tinebû û ez bi xwe jî çûm, min derkî kola. Mozaîqek derket û min jî ew ji xwe re firot.”

Gelekî eyan beyan diyar e ku berpirs, van gotinên cotkêr piştguh dikin. Loma jî ti lêkolînê nakin. (Kî çi zane! Dibe ku ew kesên di kursiya berpirsiyariyê de rûniştîbûn, ew bi xwe jî di nav karên şêlandina mozaîqan de bûne)

Hasilîkelam dema bendava Bîlecîkê dest bi kolandinê dikin. Hingê ev mozaîqên niwaze derdikevin li ber ronkahiya rojê.

Hoste Zozîmosê Samosatayî

Divê ez li xwe mukur werim, çaxa ez çav li mozaîqên Zeûgmayê ketim, devê min li ber reng, xet û xêzên mozaîqên bêqusûr jihev çû. Ev hunera bê qusûr û di asta herî rajor de, ji dewlemendiya çemê Ferêt û marîfeta hostayên, yan jî nîgarkêşên Samostayê yê bi navê Zozîmos re dehyndar e.

Ev moqzaîqên hanê, ne firçe û boyaxa Leonardo Da Davinci, Salvador Dali, Frida Kahlo û Pablo Picasso ye. Ev mehareta şujukên li devê çemê Ferêt û mehereta Hoste Zozîmosê Samosatayî ye.

Ey Hoste Zozîmos! Ev çawa da’aneke xwedayî ye ku te bi şujukên, yan jî ji kevirên arbeşk ên li qiraxê çemê Ferêt wanên rengorengo, wanî derbirrîn, wanî giyan daye rûyên van mozaîqan!

Heçko bi meriv re dikenin, a bi vî awayî li meriv dinerin. Hin ji wan bi awirên melûl, hin ji wan bi awirên bi fikar û hinek ji wan bi awirên serxweşekî ji wan serxweşên şerabvexwar, wanî bi awirên xwumamgirtî li meriv dinêrin. Dema meriv tûşî awir û derbirîna li ser rûyên wan dibe, meriv dibêje qey hema ti nemaye ev mozaîqên hanê ew ê bi te re bipeyive.

Li bin her mozaîqekî jî, îmzeya hostê wê, yan jî nîgarkêşê wê li binî hatiye niqirandin. Ev yeka hanê jî, taybetmendiya Hoste Zozîmos û hosteyên din ên Samosatayî ne.

Kes kûsên mîtolojîk

Ma di nav van mozaîqan de kî heye, kî tine ye! Ji xwedawenda erdê Gaiya bigire heta yezdanê şerabê Dionysos; ji seryezdan Zeûs bigire heta Europa, Poseydon, Herkul, Aşîl, Okyanûs, Thetis, û her wiha gelekên din.

Ev fîgurên mîtolojîk, her yek ji wan li gorî rist û serpêhatiya xwe hatine sêwirandin. Ji bo meriv baş ji wan fêm bike, divê meriv ji serpêhatiyên wan tevan re serwext be. Mîsal: mozaîqa Zeûs xwe xistiye kirasê gaboxeyê sor û pê keçika qralê kilikyayî a bi navê Europayê xapandiye û revandiye; mozaîqa pêlewanê mezin Aşîl, çawa ew naxwaze biçe şerr û cenga Trowayê û bê çawa fîstanê jinikan li xwe kiriye û xwe ji ber qral Menelaus veşartiye; mozaîqa asta xweşguzariyê ya jiyana xelkên komageneyî û her wiha mutefîkên wan ên Roma û Selefkosiyan; mozaîqa ajlên wê demê, çi yên kedî û çi jî yên kovî… Ev mozaîqên hanê, her yek li gorî efsane û serpêhatiyên wan ên mîtolojîk hatiye sêwirandin û çêkirin.

Keçika Qereçî

Ev keçika porgijik, serbidestmal û awirmêşinî, wekî bi leqeba “Keçika Qereçî” hatiye pênasekirin, hîn jî bi raza wê nayê zanîn ka ew kî ye. Ev keçika çermê rûyê wê di rengê genimê Qerejdaxê de, porên wê yên kej di rengê axa Mezopotamyayê de, çavên wê yên reş di rengê mewîjê Bêsnê de, gelo ew kî ye? Bersiva vê pirsê ji alema arkeolojiyê re bûye kuleke heftşax û li ser dilê wan şax vedaye. Lê ez gerrok û seyah Egît, wekî lawê vê axa bi xêr û bêr, vê mereqê ji ser dilê xwe derdixînim û xwe berdidim li ber devê çemê Ferêt û ez bi dehan qîzikên wanî porgijik, awirhenûn û reng-genimî dibînim. A van qîzên hanê, yên li peravên çemê Ferêt, nola Perîzadeyan pêta agir berdidin dilên xortikên ezeb. Aha Keçika Qereçî, ev Perîzade bi xwe ne û hîn jî nola efsaneyeke mîtolojîk li ser vê erda xêrnedîtî dijîn!