26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatên ereb berê xwe didin Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Abdulah Bin Zayid serdana Şamê kir û bi serokdewletê Sûriye Beşar Esed re hevdîtin kir.  Li gorî agahiyên ajansa fermî ya dewleta Sûriyeyê, hevdîtin roja sêşemê pêk hatiye û tê de li ser têkliyên hevbeş ên herdu welatan hatiye rawestandin.

Ji dema destpêkirina şerê li Sûriyeyê ango ji sala 2011’an de ev cara yekemîne ku berpirsekî payeblind ê vî welatî serdana Sûriyeyê dike. Îmaratê wekî gelek welatên din ên ereb ji sala 2012’an de têkiliyên xwe bi hikûmeta Şamê re birîbûn. Her wiha di sala 2018’an de vî welatî ji nû ve sefareta xwe ya li Şamê vekiribû.

Hêjayî gotinê ye ku di salên dawî de ew welatên ku têkliyên xwe bi Sûriyeyê qutkiribûn yek bi yek vedigerin û dîsa têkliyên xwe ji nû ve bi hikûmeta Şamê re saz dikin. Di destpêka şerê li Sûriyeyê de welatên  mezin guhertina rejîmê ji xwe re wekî armanceke sereke didan nîşandan. Lê piştî ku ev armanc hate guhertin êdî hêdî hêdî têkliyên bi rejîmê re ji nû ve saz dibin.

Niha herî zêde mijara ji nû ve avakirina Sûriyeyê bala welatan dikişîne û ji bo sûdwergirtina ji vê yekê têkliyên xwe dîsa bi rejîma Şamê re sererast dikin da ku welatên wan di avakirina Sûriyeyê de cih bigire.

Mixabin piraniya welatên ku destê wan û rola wan di xerakirina Sûriyeyê de hebû niha jî dixwazin ji bo berjewendiyên aborî cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin. Lewre jî em dibînin ku welatên ereb piştî vê pêvajoyê êdî xwe pelû ser Şamê dikin û dixwazin cihê xwe di projeyên ji nû ve avakirina binesaziya Sûriyeyê de bigirin.