26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Aramê 5 pirtûk çap kirin

Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû yên bi navê “Kırık Taşlar (Kevirên Şikestî)”, “Hûmîtra”, “Sesine Geldim (Ez hatim dengê te)”, “Ez gazin im” û “Mehdiyê Kurd” çap kirin.

Pirtuka “Kırık Taşlar(Kevirên Şikestî)

Pirtûka Kevirên Şikestî ji aliyê nivîskar Rojbin Perişan ve hatiye nivîsin. Cureyê Romanê ye. Ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin. Ji aliyê Dilek Hattatoglu ve hatiye redektekirin. Mizampaja pirtûkê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye amadekirin. Nivîskar Rojbîn Perişan, di çavê zarokek keç de çîroka welatekî û serdemekê û gelekî vedibêje.

Pirtûka Hûmîtra

Pirtûka Hûmîtra ji aliyê Nivîskar Xecê Şen ve hatiye nivîsîn. Nivîskar Şen mijara Felsefeya hûnerê ya Mêhrî-Mîtra girtiye dest. Cureyê Felsefeyê ye. Ji aliyê weşanxaneya Aramê ve hatiye weşandin. Mizanpaja pirtûkê û sazkirina bergê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye amadekirin. Berka pirtûkê ji aliyê Rewa Celîlzade û redakteya pirtûkê ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin.

Li ser berga pirtûkê têkildarî cewherê pirtûkê ev nîşe hatiye nivîsîn: “Felsef û fikira Mîhrî-Mîtrayî weku dîrokeke xwedî zêdetir 12-15 hezar sal berî zayînê li ser çiyastanê “Zaggroz”ê xûliqiye. Lewra em dikarin weku maka hemû felsefeyan bidin pênasekirin. Divê em vê şahnazî û rewayetiyê bidin xwe ku em bibêjin welatê rojê anku Kurdistan hêlîna yekemîn a fikir, felsefe û şaristaniyê ye, dergûşa felsefeyê Kurdsitan e û hin welat tenê belavkar û geşedarên felsefeyê bûne. Helbet Mîhrî-Mîtrayî felsefeya kevintirîn a kurdan e… Bawerî, fikira xwezayî û xwezaperwerî anku Mîhrî-Mîtrayî ku hêz û baweriya xwe ji hîv- rojê digire, bingeha xwe li ser her çar axşîgên “as, ax, aw, ar”ê avasaz kiriye. Heta îro jî felsefeya mirovahiyê xwe disipêre felsefe û bîr û baweriya hîv-rojê û ya her çar axşîgên “as, ax, av, ar”ê û hebûn – xwebûna xwezayê. Felsefe û rêbaza Mîtrayî hem weku fikir û hem jî weku rêbaz û ol ji bakur gihişte yewnan, Ewrûpa û hetanî Englîstanê û li rojhilatê jî hetanî welatê Çîn û Japonê û li başûr û rojavayê başûrê jî hetanî Şam û Misir û jêrîna wê kanî fikir û felsefeya xwe dakût û şênber kir. Ewrope hetanî hatina Îsa Mesîh, nêzî hezar sal li ser fikir û rêbaza felsefeya Mîhrî-Mîtrayî bû….

Pirtûka “Sesine Geldim ‘Ez hatim dengê te’

Pirtûka “Ez hatim dengê te” ji aliyê nivîskar Dilzar Dîlok ve hatiye nivîsîn. Cureye pirtûkê helbest e. Ji aliyê Aramê ve hatiye weşandin. Ji aliyê mizanpaj û sazkirina bergê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye kirin.

Ez Gazin im

Pirtûka çîroka Jineke dengbêj digire dest. Ji aliyê Ergun Sibel Yucel / Marlene Schäfers ve hatiye nivîsîn. Mizanpaj û berka pirtûkê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye amadekirin. Wêneyê berkê ji aliyê Berhiv Kizil ve hatiye kişandin.

Mehdiyê Kurd

Pirtûka Mehdiyê Kurd ji aliyê nivîskar A. Pirfat ve hatiye nivisandin. Cureyê Mîtolojiyê ye. Edîtoriya pirtûkê rojnameger Ertuş Bozkurt, mizanpaj û sazkirina berga wê Newal Bulut kiriye. Wêneyê bergê jî ji aliyê Dogan Guzel ve hatiye xêzkirin. Pirtûk di mijdara 2021’an de hat çapkirin.

Têkildarî naveroka pirtûkê li ser berga pirtûkê ev nîşe hatiye nivîsîn:

“Gotareke oldarên êzidiyan û Xiristiyanan dibêje ku Xwedê razê xwe tenê ji kesê ku ji hemû ol û netewan re rêzdar e, vedike. Ev jî tê wê wateyê, ku divê mirov pêşgo û mîtolojiya hemû gelan bigîhîne hev û bi hevdu re binirxîne. Tenê bi vî awayî mirov dê bikaribe rastiya pêşgo û mîtolojiyan fêm bike. Lêgerînên bi vî rengî dikarin rastî an nerastiya pêşgoyên ku bi zanebûn hatine guhertin û yên bi navê hin kesayetên navdar hatine afirandin, serwext bibe. Pêşiyên me yên pêşverû zanibûne ku bermayên wan wê di demên pir dijwar û xeter re derbas bin, ji bo wê jî xwezila xwe bi wê Roja Pîroz ya ku bibe roja azadiya bermayên wan, anîne. Di heman demê de wan zanibûye ku rojekî ji rojan bermayên wan wê li ristemkarekî bigerin. Ji bo ku di rojên dijwar de gel bêbawerî û bêmoral nemîne, remildarên xemxur pêşgoyên xwe wek mîras ji bermayên xwe re hîştine. Ji bo ewlekariya xwe û ewlekariya Ristemkarê Pêşerojê, wan pêşgoyên xwe bi zimaneke veşartî, çîrokwarî û sembolî ragihandine.

Heta niha jî di bîra gelan de ye ku dema sê pîrên Zerdeştiyan ji Îrod re behsa jidayîkbûna Îsa dikin, Îrod şûna ku bi pêşgo û qedera ji jor ve hatiye diyarkirin kêfxweş bibe, biryar dide hemû zarokên kurîn ên bi temenê heta du salî, bên kuştin. Mezelên komî yên zarokên nûjidayîkbûyî ku van salên dawî hatine dîtin vê bûyerê piştrast dikin. Ev ne nimûneyeke tekane ye. Di rewşeke wisa de zaniyar û remildar nikaribûn derbarê Ristemkar (Mehdî) de agahiyên zelaltir bidin. Ji xwe yek ji sedemên ku komkujî li ser oldarên Êzidiya û Zerdeştiya pêk hat, zanîna razê (sirê) derbarê hatina Ristemkarê cîhanê bû. Li gor destnîşana vê olê divê Ristemkar ji kurda derketiba. Bêguman ev yek ne li gor dilê neyarên gelê kurd bû.”