26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Karên Hundirîn destûr nade damezirandina PÎA’yê

Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), ji 5’ê gulana 2018’an heya niha ji bo damezrandina partiyê serî li Wezareta Karên Hundirîn dide. Lê belê wezaret daxwaznameyên partiyê esas nagire. Ji ber vê PÎA’yê serî li Dadgeha Îdareya 13’an a Enqereyê dabû û dadgehê biryar dabû ku wezaret di nav mehekê de randevûyê bide rayedarên partiyê û ewraqan radestî wan bike. Piştî vê wezaretê jî serî li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê da û ji bo biryara Dadgeha Îdareyê îtîraz kir. Dadgeha Îstinafê di 1’ê hezîranê de biryara Dadgeha Îdareyê betal kir. Rêvebirên PÎA’yê diyar kirin ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.

Endamê Desteya Rêvebir a PÎA’yê Kenan Sarisaç, bertek nîşanî biryara Dadgeha Îstinafê da û destnîşan kir ku ya tê kirin bêhiqûqîtî ye.

Li dijî bêhiqûqîtiyê dê serî li hemû rêyan bidin

Kenan Sarisaç da zanîn ku dê serî li AYM’ê bidin û heger AYM jî biryareke neyînî bide dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û got: “Ev tişt nîşan dide ku bêhiqûqîtiya welêt di çi astê de ye. Em ê li dijî vê bêhiqûqitiyê serî li hemû rêyan bidin.”

Sarisaç, xwest rojek berî rojekê ev bêhiqûqîtî bê çareserkirin. WAN