26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Veguhastinê: Nabe xizmet bi kurdî bê dayîn

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Hasan Ozguneş, sedem û hincetên anonsên bi kurdî yên li îstasyonên balafirgeh, otogar û metroyan nayên kirin, ji wezîrê Veguhastin û Binesaziyê pirsî. Wezîr Adil Karaîsmaîloglû yê bersiv da pêşniyazpirsa Ozguneş, tenê beşa têkildarî balafirgehan nirxand. Karaîsmaîloglû, di bersivê de wiha got: “Zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê bi tirkî ye. Zimanê wê yê hewavaniyê yê navneteweyî jî bi îngilîzî ye. Ji bo vê xizmeta agahî, anons û şêwirmendiyê yên li balafir û balafirgehan, li gorî nivîsarên navneteweyî bi tirkî û îngilîzî tên kirin.” 

‘Li dijî mafê mirovan e’

Parlamenter Ozguneş bersiva wezaretê nirxand û diyar kir ku dewlet bi awayekî netewperest û tekparêz nêzî zimanê kurdî û nasnemyên cuda dibe û wiha got: “Ji avabûna Tirkiyeyê ve, li vî welatî tenê tirk hene û tenê zimanê tirkî heye. Her tim hatiye xwestin ku beşên civakê yên cuda û gelên din ziman, çand, dîrok û hebûna xwe bîr bikin. Ji ber vê têkoşîna gelê kurd û hebûna pirsgirêka kurdan bi vê înkarkirinê ve girêdayî ne. Piştî Lozanê, nêzîkatiya Tirkiyeyê her tim înkarkirin bûye.”

Ozguneş destnîşan kir ku li her dera cîhanê cudahiya zimanan wek dewlemendî tê dîtin û ji bo bijîn ji bo derfet tê afirandin û wiha got: “Li vê derê herî kêm 20 milyon kurd hene. Li meclisê wek zimanekî ‘nayê zanîn’ tê qebûlkirin. Di bingeha vê nezîkatiyê de nenaskirina kurdan heye. Dixwazin gelan di bin nasnameya tirkîtiyê de bi nijadperestiyê bihelînin. Ev li dijî mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî ye û em vê şermezara dikin.”

‘Nayê qebûlkirin’

Ozguneş bertek nîşanî vê helwestê da û herî dawî wiha axivî: “Tunehesibandina ziman, çand û nasnemeya gelekî qirkirin e. Qirkirinek çandî ye. Ji kuştina fizîkî tehlûketir e. Hûn gelekî tune dikin. Ev nayê qebûlkirin.”

ENQERE