26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişloyê alozî û pevçûn

Duh li bajarê Qamişlo di navbera çekdarên alîgirên rejîmê (Ceyş El Wetenî) û asayîşa bajarê Qamişlo de pevçûn derket.  Li gorî agahiyên rêxistina çavdêriya mafê mirovan a Sûriyeyê Piştî ku endamekî (Ceyş El Wetenî)  gule li bendekî kontrolê yên asayîşê reşandiye, yek ji endamên asayîşê hatiye kuştin. Di encamê vê yekê hêzên asayîşê û yekîneyên dijî terorê Hat derdora taxa Tey girtine û benda kontrolê ya (Ceyş El Wetenî) xistine bin kontrola xwe.

Asayîşê tax dorpêç kiriye û pevçûn di navbera wan û hêzên alîgirên rejîmê de derketiye. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê di encama pevçûnê de asayîşê 5 çeteyên rejîmê kuştine û 6 ên din jî birîndar kirine.

Tê gotin ku hêzên rejîmê jî bi çekên giran piştgirî daye çeteyên xwe û di encamê de duh heta seatên derengî şevê pevçûnan berdewam kiriye.

Her wiha li gorî hin çavkaniyan piştî ku asayîşê û hêzên ewlekariya hundirîn a bajarê Qamişlo taxa Tey dorpêç kirine, leşkerên Rûsyayê yên li balafirgeha Qamişlo dimînin ji bo navbênkariyê hatine taxê.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûriye û komên alîgirên wê gelek caran ji bo têkbirina rewşa aramiya li herêmê kiryarên wiha dikin.

Di van demên dawî de komên rejîmê bi piştgiriya hêzên istixbarata rejîmê li deverên di bin kontrola wan de tevliheviyan dikin, dema firsendê dibînin sivîlan bi behaneyên cuda binçav dikin û paşê jî ji bo serbestberdana wan pereyan ji malbatên wan dixwazin.

Bi gelek şêweyan hewldanên xirakirina rewşa ewlekariya herêmê ji alî istixbarata rejîma Sûriyeyê û çekdarên alîgirên wê li rojavayê Kurdistanê bênavber tên kirin. Her wiha di demên dawî de hêzên istixbarata rejîmê hin dibistanên di bin kontrola xwe de veguherandine navendê istixbaratê.

Hat ragihandin ku alozî û pevçûnên li bajar dewam dikin.