30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê parastinê yê dewleta tirk li başûrê Kurdistanê ye

Wezîrê Parastinê yê dewleta tirk gihişt Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin

Şandeya dewleta tirk ku di nav de Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Fermandarê Artêşê Metîn Gurak jî heye îro piştî nîvro serdana Bexdayê kirin. Şandeya dewleta tirk ya dagirker li Bexda bi  serokomar, serokwezîrê û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê re hevdîtin pêk anîn û ji Bexda derbazî Hewlêrê bûn.

Wezîrê şer yê dewleta tirk û fermandarê artêşê di saetên êvarê de gihiştin Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê.

Şanda dewleta tirk ya dagirker ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Musteşarê Îstixbarata tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin roja 22’yê Çile serdana Iraqê kiribû û bi Serokomarê Iraqê û rayedarên din re hevdîtin kiribû. Her wiha roja 28’ê Çileyê jî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiyabû.