2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WHO’yê li ser belavbûna Omîcronê hişyarî da

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus dîyar kir ku pandemîya vîrusa koronayê hîn neqediyaye.

Ghebreyesus da zanîn ku hin rêberên cîhanê jiber sivîkîya cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê wek ku dawî li pandemîyê hatiye tevdigerin, lê got ku metirsiyên vîrusê  didomin û wiha got: ‘’Bi giştî bi cureya Omicronê semptomên sivik çêdibin, lê nebêjin ku ew nexweşîyeke sivik e. Bi Omicronê rewş giran dibe û ev vîrûs rê li ber mirinan vedike.’’

Tedros Ghebreyesus Wî dîyar kir ku li seranserê cîhanê ji ber Omicronê pêketin zêde bûne û bal kişand hefteya borî ku li cîhanê 18 mîlyon kes bi vê nexweşiyê ketine.

Serokê WHO da zanîn ku li hin welatan hîn jî rêjeya karanîna vaksîna vîrusa korona hindik e û dîyar kir ku ev rewş fikaran çêdike û ev tişt got: “Kesên vaksîn li xwe nedane rîskên nexweşîyê û mirinê zêdetir e.”