4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DTSO û ÎHD’ê ji bo dersên hilbijartî bang kir

DTSO û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji malbatên kurd xwestin ku ji bo dersên hilbijartî zarokên xwe qeyd bikin.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), têkildarî dersên bijarte yên kurdî daxuyaniyek da. DTSO’yê, banga hilbijartina dersên bijarte yên kurdî li malbatên kurd kir û xwest kurd zarokên xwe qeyd bikin.  DTSO’yê destnîşan kir ku wê pêşbirka çîrokên kurdî saz bike û têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo birêvebirina “Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî” wê bi beşdariya odeya û rêxistinên sivîl komîsyonek bê avakirin. Di pêşbirkê de 10 xwendekarên serkeftî dê bi tabletan bên xelatkirin. Her wiha wê Seta Wêjaya Kurdî diyarî hemû xwendekarên ku serî li pêşbirkê bidin bê kirin.”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî banga dersên bijarte yên kurdî kir.