26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelîl ji hêzên mafên mirovan xwest ku heqîqetê ronî bikin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî êrîşên li dijî goristana Efrînê, diyar kir ku Tirkiye li ser mîraseya Osmaniyan hatiye avakirin. Xelîl ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û wiha got: “Armanca damezrandina komara Tirk a yekem tunekirina Kurdan bû. Li ser vê armancê jî gelek komkujî li ser Kurdan pêk anîn. Şêwazên wan ne tenê erdnîgariyê bixin destê xwe, her dem dixwazin gelên din bihelînin û tune bikin.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan şikandina rihê berxwedana gelê Efrînê ji xwe re kiriye hedef û wiha got: “Gelê Efrînê gelekî berxwedêr e. Gelê Efrînê di nav dagirkeriyê de jî rewşa dagirkeriyê qebûl nekiriye. Êdî Tirkiye nikare berxwedana ku li Efrînê pêk hat veşêre. Niha dixwazin rihê berxwedanê bişikînin.”

Aldar Xelîl ji bo belgekirina sûcên li herêmên dagirkirî banga şandina şandeyeke bêalî ji bo herêmê kir û got: “Rêzdariya goran her çi bibe bila bibe zagonekî navnetewî ye. Kesên ku jiyana xwe ji dest daye her kes mecbûre ku bi rêzdarî nêzî wan û gorên wan bibe. Lê dewleta Tirk bi rengekî pir hovanê bi şêwazên cûr bi cûr nêzîkatiyên dijmirovajî li van goristanan kir. Raya giştî jî xwe bê deng kiriye. Ger cîhan bixwaze rastiya hovîtiya dewleta Tirk nas bike bila şandeyeke lêkolînê bişîne herêmê. Dewleta Tirk bi vekirina van goran re hovîtiya xwe eşkere nîşanî cîhanê dike. Em bang dikin ku hinek şandeyên bêalî biçin li Efrînê lêkolîn bikin û sûcên dewleta Tirk belge bikin.”

Navenda Nûçeyan