27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe bizane

Min nivîsa başî û xerabiyê bi hevoka “Sokrates ji bo wê jî fîlozofiyê pêşniyar dike.” xelas kiriye. Îca ka em bipirsin çi ye ev fîlozofî ? Bi kêrî çi tê ?
Dema em dibêjin fîlozofî ji ber ku fîlozofî peyveke grekî ye ji ber xwe ve berê me diçe Atînayê (Heidegger). Em dibêjin Atîna lê bêtir em behsa derdora Deryaya Egeyê dikin. Salên Beriya Zayînê 400-500’î. Dîsa em kîjan pirtûka destpêka fîlozofiyê vekin, em ê vê hevokê bixwînin ‘fîlozofiyê bi grekan dest pê kir.’ Bi qasî ku tê zanîn ê ku cara ewil vê têgeha fîlozofiyê bi kar aniye Pythagoras e. Lê kesên ku dibêjin ne wiha ye jî hene. Peyva fîlozofiyê (philosophia) ji peyvên philo (hezkirin, dilketin, lêgerîn) û sophia’yê (zanyarî) hatiye çêkirin. Lê em ê bêtir bela û bala xwe bidin Sokratesî! Helbet beriya wî gelek fîlozofên giregir hebûn lê Sokrates tiştek dinê kir û bi vî awayî ciyê wî cuda bû. Ji ber wê ye navê wî bûye navê serdema fîlozofan: Presokratîk. Yanî fîlozofên beriya Sokratî. Beriya Sokratî pirsa fîlozofiyê bêtir li ser xwezayê bû. Lêgerîna destpêka her tiştî hebû. Motîvasyona vê lêgerînê meraq bû. Arîstoteles dibêje “Mirov ji xwezaya xwe ve meraq dike”. Helbet bi qasî meraq motîvasyona debarê jî hebû. Lê kêm zêde hemû fîlozof li dû arkheyê bûn. Arkhe yanî rêgez-binyad-destpêk-pêşî. Destpêka vê xirecira dinyayê çi ye ? Ji çi çêbûn û bi ku va diçin. Pirs li ser ontoyê – he/bûnê bû. Mînak Thales dibêje arkhe av e, hemû tişt ji avê çêbûne û ew ê vegerin, cardin bibin av. Herakleîtos gotiye agir, Anaksimandros ji bo arkhe gotiye Aperîon yanî bêdawîtî.

Wekî Nietszche jî dibêje fîlozofî li wir yanî li Atînayê çand bû. Jixwe ji ber wê sebebê gelek pirtûkên fîlozofiyê destpêka fîlozofiyê bi grekan didin destpêkirin. Lê ev nayê maneya ku li Rojhilata cîhanê kes serê xwe bi ramanê neêşandîye. Beriya Sokratesî (B.Z. 468-399) li Çînê Lao-tse (B.Z. 600) li Mezopotamyayê Zerdeşt (B.Z. 632) hebû. Lê li Atînayê ne ku fîlozofî hebû, li wir fîlozofî bûbû çand. Çawa niha li binê her bînayî qehweyek heye û okey dilîzin a wê demê jî li her serê kuçeyê mirov kom dibûn û pirsan ji hev dikirin. Çîroka Sokrates jî mirov dikare ji wir berdewam bike.

Sokrates jî yek ji wan kesan bû ku diçû kuçeyan û bi fîlozîfiyê dadiket. Heta em dikarin bibêjin ku kuçe nedima ku Sokrates neçe û xwe tev li civatan neke. Îdîa ew e ku kahînek dibêje “Sokrates kesek herî zana ye”. Sokrates jî dibêje heyran wele ez ne zana me. Lê ji ber ku kahîn temsîliyeta xwedê dike, divê bawer bike, ji ber wê dikeve şikê û bi pirsên xwe li civatan kesên ji xwe zanatir digere. Lê haho çi bibîne! Kesên ku ji xwe re dibêjin zana, bi çend pirsan têk diçin. Hay jê nînin ku hemû zanebûna wan şaş e. Sokrates wê caxê li ser gotina kahîn dirame û dibêje qet nebe ez nezanîya xwe dizanim û ev hevoka bi nav û deng derdike ji devê wî: “Tenê tiştê ku ez dizanim ev e ku ez bi tiştekî nizanim”. Ên din vê jî nizanin. Bi vî şeklî zanîna sînora zanebûna xwe dibe zanîna herî bi qiymet. Loma şagirtê wî Platon li ser derîyê dibistana xwe dinivsîne ‘Xwe Bizanibe’. Helbet girîngiya Sokrates ne tenê ev bû. Sokrates berê pirsê guherand û jê pê ve rengê fîlozofiyê guherî. Berîya wî berê pirsê li xwezayê bû. Sokrates berê pirsê zivirand û da hêla mirov. Pirsa Dilpakî (virtue) bû pirsa sereke û etîk bû navenda fîlozofiyê. Piştî hezar salan Nietszche bi hemû qehra xwe vê rewşa Sokratî wekî dekadans yanî wek rizîna ehlaqî şîrove kir. Mirov li ser wê dema antîk û rêya ku fîlozofî diçû difikire heya ciyekî tev li Nietszche dibe. Ji ber ku piştî Sokrates rêya fîlozofiyê guherand ji wir îdealîzma Platonî derket. Îdealîzma Platonî nêzî hezar sal fîlozofiyê mijûl kir. Loma fîlozofa Îngîlîz A.Whitehaed dibêje: “Hemû filozofiya rojavayî ji Platon re jêrenotek e.” Ne bi tenê fîlozofî, dînên wek Xiristîyanî û Îslam jî çavkaniya xwe ji wir girtin. Zanistiya ku beriya Sokratî xwe di nav fîlozofiyê de ber dabû xwe veşart. Carna dema serê xwe radikir, dihat poşmankirin. ( Bîranîna Brunoyî ev e) . Lê li gel van jî em nikarin hemû jirêderketinên dîrokî bikin stûyê Sokratesî. Li gor dema xwe û serpêhatiyên xwe wer lê hat. Sokrates bi pirs û diyalogên xwe li kuçeyên Atînayê bû bela serê desthilatdaran.

Desthilatdaran hewl dan wî li agorayan bidarizînin lê ew bi paraznameya xwe ya bi nav û deng desthilatdarên pûç û rizî darizand û berdêl mirin be jî lê ji ya xwe daneket. Loma jî ew wek şehîdê heqîqetê tê şîrovekirin. Welhasil bi kurt û kurmancî ji bo Sokratesî, fîlozofî xebata xwe zanînê ye. Bizane da ku xerabiyê neke, xerabiyê neke da ku bibî bextewar. Lê ev xwe-zanîn çi ye ? Mirov çawa dikare xwe bizanibe? Em ê bi van pirsan berdewam bikin.