22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûnê mijara dengbêjên jin derxist pêş

Rojnameya hefteyî Xwebûn bi hêjmara 11’an bi hevpeyvîna taybet û nivîskarên nû derket pêşberî xwînerên xwe.

Rojnameyê di manşeta xwe de balkişand ser dengbêjiya jinan û got, ‘Dengbêjî ruhê jinan e. Nivîskara rojnameyê Zehra Mohammedzadeh bi sernavê “Dengbêjî ruh û bîra jinan e” cih dide rola jinê ya li ser çanda denbgêjiyê. Bi gotinên; “Dengbêjî ruh, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye…” Aysel Tabak bi ser navê ‘Di Avestayê de jin’ nivîsandiye û rola jinan a di ola Zerdeştiyê de nirxandiye.

Nivîskarên nû

Xwebûnê di vê hêjmarê de cih da nivîskarên nû. Nivîskar Asya Xerzan bi sernavê “Ez bihitîm” balê dikişîne ser serpêhatiyên xwe û êzîditiyê û dimêje “Dema em ji gundê xwe derketin, ez ne biçûk bûm û ne jî mezin. Ez di temenekî wisa de bûm ku ez bibim sedsalî jî, ez ê bîranînên wê demê ji bîr nekim. Gundê me gundekî xwerû êzidî bû, tenê xwendegeha destpêkê (seretayî) lê hebû…”

Li ser romana Pêşmerge nirxandinek

Nivîskar Salîha Ayata jî bi ser navê “Li ser romana pêşmerge” cih dide naveroka romana Rehîmê Qazî û dibêje; “Rehîmê Qazî di romana xwe de tenê behsa şerekî nake, behsa îqtîdarê, kevneşopiyan û feodaliteyê dike. Behsa jina tune dike, di civaka heyî de rola jinê diyar dike, mêrê xurtir dike, jinê zeîftir dike. Jina heyî ji bo mêr, ji bo namusa mêr heye…”

Vegera bavekî

Nivîskar Mizgîn Rêwî jî bi sernavê “Veger” û bi gotinên “Şeveke zivistanê bû. Berf, ba û bahoz bû, mirov ji sermayê diqefilî. Kesekî nediwêribû ku serê xwe derxe derve. Fîzefîza ba û dengê guran tevlihev dibû û tarîtiyê jî xofek dixiste dilê mirov. Tevahiya şevê berf barî û ewqas pir barî ku heta devê şibakê hatibû.” balê dikişîne ser vegera bavekî.

Vîrusa Corona hat ber derî

Nivîskar Dr. Erdal Sîpan jî bi sernavê “Vîrûs hat ber derî” balê dikişîne ser talûkeya vîrûsê û dibêje: “Vîrûsa koronayê çend roj berî niha li Îranê jî hat dîtin û ji ber nexweşiyê heta niha li Îranê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha li başûrê Kurdistanê jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Her roj bi hezaran kes ji Îranê derbasî Wan, Agirî û Colemêrgê dibin. Divê demildest çûnehatin bihata qontrolkirin, gel bihata hişyarkirin û tedbîr bihatana girtin lê mixabin ev yek bi derengî ket…”

Hevpeyvîna rojnameger Ersîn Çaksû

Rojnameger Ersîn Çaksû jî bi hevpeyvinê cih dide pergala werwerdehiya Qamişloyê. Çaksû bi Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Goran Şakir  re hevpeyvîn kir.

Rojnameger Mihemed Seydî jî bi sernavê “PYD xeta çareseriyê diparêze” li ser rol û rista PYD’ê ya ji bo Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsî. Her wiha ji aliyê Navenda Nûçeyan ve der barê kongreya HDP’ê nivîsek hatiye nivîsandin.

Her wiha di vê hejmarê de nivîsên; Mizgîn Ronak, Samî Tan, Nesrîn Navdar, Kewê Redkan, Bîlal Ata Aktaş û Felemez Ulug cih digirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê