Rojnameya Heftane

Dibistana bilind

Têkiliya dayika me ya bi me re, têkiliya me ya bi me re diyar dike. Têkiliya me ya bi me re, têkiliya me ya bi derdorê re kifş dike. Em bi dayika xwe re têkiliyek çawa saz bikin, têkiliya me bi wê re saz kirî, berê jiyana me diyar dike. Anku bijartin û çarenûsa me beralî dike ev têkilî. Lewma pergalên serdest, ji pêşdibistanan bigire heta dibistanên ‘bilind’ me dixin nav çerxeke din û vê têkiliyê ji destpêkê ve dixin bin kontrola. Bi vê riyê hewl didin bibin xwedayên ku çarenûsa me diyar bikin! Bi vê wateyê qedexeya ziman, qutkirina me ya ji dayikê ye. Qutkirina me ya ji aqilê me yê hestiyar e. Qutkirina têkiliya me ya bi me re ye. Herî zêde em bi vê riyê ji xwe tên dûrxistin. Ji ber ‘ziman giyana civakê ye.’ Jixwe dema em ji xwe dûr bikevin, ew bêjin me hûn çine, kêm zêde em jî xwe wisa dihesibînin.

Bi vî awayî dixwazim balê bikişînim ser lêkolînekê. Min ev lêkolîn di rojnameya Independentê de xwend. Li gor vê lêkolînê, genetîka dayikê, diyar dike ka wê zarok çiqas jîr be. Genetîka bav, ti ferqê naafirîne. Ji ber ev gen bi riya kromozoman tên veguhastin. Di zilam de yek, di jinê de jî du kromozom hene. Di dema çêbûna zarokan de, kromozoma dayikê ya bav bêbandor dike.

Li gor heman lêkolînê, genên ji bav derbas dibin, ajoya zayendî, xwarin û êrîşkariyê vediguhêzin û di beşên lîmbîk ên pergalê de cih digirin. Lê lêkolîner, di beşa korteksa seberal a ku fonksiyonên zanînê yên wekî watedayîn, hizirandin, ziman û plansazî tê de cih digirin de, li rastî şanikên ku ji genetîka bav tên nehatine. Li gor heman lêkolînan zeka ji sedî 40 heta 60’î genetîk e. Hema bêje nîvê zekaya me ya din jî ji derdorê tên wergirtin. Ma ne balkêş e ku tenê di zimanê kurdî de peyva ZIMANÊ ZIKMAKÎ tê bikaranîn? Gelo ev gotina kurt ne piştrastkirina van lêkolînan e? Têkiliya ziman û aqil di vê derê de derdikeve pêşberî me.

Her wiha di gelek lêkolînan de hatiye piştrastkirin ku dayik di zekaya ne genetîk de jî xwedî roleke sereke ye. Ji ber zarokên ku di warê zekaya hestiyar de têr û têkiliya wan bi dayika wan re baş, ji xwe bawer in û dikarin zêdetir pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Tam jî ji ber vê yekê ye em ji dibistana xwe ya herî bilind tên qutkirin. Di hemû zindiyan de dibistana herî bilind a ku fêrî jiyanê dike dayik e. Ji bo civakekê xetereya herî mezin, birîna zimanê dayikê yê wê civakê ye. Dayika lal dibe, dibe civaka lalbûyî. Civaka lal, dikeve rewşeke  bêçare û bê mecal. Ji ber bi aqilê wê civakê hatiye lîstin. Aqilê wê hatiye dizîn. Di wateya rast de dayik aqil û hişê civakan e.

Di vê xalê de dixwazim balê bikişînim ser du mînakan. Yek têkiliya Lordê Eylaleta Serhedê, ya din jî têkiliya hunermendekî kurd ê ji Mêrdînê, Xeyrî Kasaç e. Lordê Eyaleta Serhedê di hevpeyvîneke xwe de dibêje bi saya dayika xwe dest bi guhdarîkirina dengbêjiyê kiriye. Her wiha dibêje dema diya min dengbêj guhdar dikirin, digiriya û ew ji wê giriyê bandor bûye. Ya rast bi rondikên dayika xwe re berê xwe daye çand û zimanê xwe, fêrî dîroka civaka xwe ya li deng hatî barkirin bûye. Paşê bûye têkoşer û li dijî diziya li ser çand, huner û zimanê kurdî tê kirin dest bi têkoşînê kiriye. Heta niha xebatên gelek hêja kirine. Ji ber wendabûna her peyvek ji zimanê dayika me, tê wateya kuştina şanikek ji çanda me.

Xeyrî Kasaç jî di bernameyeke televîzyonekê ya Tirkiyeyê de xwest lorîkekê bibêje. Lê gotin û egerên wî yên ji bo gotina wê lorîkê, ji lorîka gotî gelek dirêjtir bûn. Ev yek bû sedema gelek şîrove û nirxandinan di medyaya civakî de. “Gazindeke dayika min heye kekê Acûn. Ez her dibêjim dayê, tu stranên min çawa dibînî? Ew jî dibêje ‘kurê min, ez ji stranên te fêm nakim.’ Diya min yek peyveke tirkî jî nizane. Her dibêje ‘tu çima straneke kurdî nabêjî?’ Ger destûra we hebe, biçûk, pir biçûk, dema ez zarok bûm lorîkeke di guhê min de gotî heye. Ji bo ez dilê wê xweş bikim, dixwazim lorîkek pir biçûk, bîst çirkan bibêjim.”

Bi ya min tiştek baş kir. Ji xwe ger ne weşana zindî bûya, destûra vê jî nedihat dayîn. Bi zanebûn an bi nezanî, golek ji bo qeleya Acûn hat avêtin. Ya din şerm û rûreşiya yên bûne sedem e ku em egera lorîkên xwe ji lorîkê dirêjtir vebêjin. Aha, hunermend, nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetvan û zanayên me yên zanko û dibistanên ‘bilind’ xwendine, divê çareyekê ji vê birînê re bibînin. Divê qelemşûrên me yên medyaya civakî jî biryara vê bidin; em ê bibin têkoşerên çand û zimanê xwe, an em ê Xeyrî Kasaç tawanbar bikin û gazindan ji yên vê şermê li ser me ferz dikin bikin bi zimanê wan?

Dibe ku em hemû nikaribin bibin ‘Lord.’ Lê hewla xwebûnê, pêdiviya rêzdariya me ya li hemberî me ye. Têkiliya me ya rast a bi me re ji vê derê dest pê dike. Vêca pirsa rast ev e; em ê bi kîjan aqilî têkiliya xwe ya bi xwe re saz bikin?

Roja we ya zimanê zikmakî pîroz be!